“Yek ji sedema zêdebûna zewaca temenê biçuk qelsiya qanûnê ye”

Parêzer Hanadî Akila sedemek sereke yê zêdebûna zewaca temenê biçuk wele lewaziya qanûnê dibîne û dibêje: “Ez jî di 15 saliyê de hatim zewicandin û di wî temenê biçuk de min zarokek anî diniyayê.”

NEXEM KARACA

Xeza- Parêzer Hanadî Akila destnîşan kir ku lawaziya qanûnê dibe sedema belavbûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de ku bandoreke neyînî li jiyanê dike û da zanîn ku ev yek dê bibe sedema derketina pirsgirêkên civakî.

Bandorên zewaca di temenê biçûk de

Yek ji wan keçên ku di temenê xwe yê biçûk de zewiciye H.A ya 16 salî wiha dibêje: "Tevî temenê min ê biçûk ez du car zewicîm û her du car jî bi hevberdanê bi encam bûn. Her wiha ez ducanî me û zarokeke min a biçûk heye. Di zewacê de rastî gelek pirsgirêkên civakî û zagonî hatim digel vekirina çend dozan her wiha ez gelek caran rastî tundutûjiya nava malbatê hatim. Ya herî giran şîdeta fizîkî, exlaqî û devkî ye, ji bilî wê berpirsyariyên mezin ketin ser milên min.

Li aliyê din, R.M wiha got: "Ez di temenê 15 saliyê de hatim zewicandin û min di wî temenê biçuk de zarokek anî dinyayê. Min nizanibû çawa li binêrim, vê yekê kir ku ez zirarê bidim xwe û zaroka xwe. Ji ber ku ez di rewşek psîkolojîk a nehevseng de bûm, min ber bi tevlihevî, fikar û depresyonê ve bir. Carna difikirim xwe bikujim, ji bo ku ez ji pirsgirêk û nexweşiyên derûnî birevim.

"Zewaca bi darê zorê bandorên neyînî bi xwe re tîne"

Parêzer Hanadî Akila diyar kir ku sîstema qanûnên ku li Xezayê tên sepandin ji ya li Şerîa Rojava cuda ye. Temenê zewacê di Qanûna Rewşa Kesane de divê temenê kur ji hejdeh salan zêdetir be û yê keçikê hivdeh salan jî zêdetir be. Lê belê di Qanûna Mafên Malbatê de îstîsnayek hat dîtin ku heke komîsyon mimkun be dê destûr were dayîn ku kurek di bin hejdeh salî de bi keçek di bin hejdeh salî re bizewice. Li vir di pirsgirêka zewaca zû de piştgiriya zagonî derdikeve holê.

Hanadî Akila diyar kir ku qanûna niha li Şerîaya Rojava tê sepandin û ya ku vê dawiyê ji aliyê Serokdewletê Filistînê ve hat dayîn, biryara bilindkirina temenê zewacê ji bo hejdeh salan an jî zêdetir e. Digel hebûna hin îstîsnayên ku ji wê kêmtir destûrê dide bêguman li Xezayê nayê sepandin. Zewac û zewicandina zû du têgînên heman wateyê ne lê ya ku niha tê gotin zewacandina zû ye û ne zewaca zû ye ku bêtir balê bikşîne ser hebûna hêmanek ku ji yek ji aliyan razî nabe. Li gel zarokek keç an xort, di bin hijdeh salî de razîbûna wan bi tevahî tune ye. Ger razîbûn tenê ji aliyekî ve be, wê demê di vê rewşê de razîbûn ne temam e, wekî ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatiye destnîşankirin ku şert e maf an azadiya razîbûna tevahî hebe. Em li vir li pêş Qanûna Zarokan a Filistînê ne û her wiha peymanên navneteweyî yên li ser mafên zarokan ku temenê zaroktiyê ji hejdeh sal û kêmtir destnîşan dikin. Li gorî vê yekê, her zewaca ku bêyî îradeya her du aliyan pêk tê, çi zaroka keç be yan jî xort be, em bi zewicandina zû re rû bi rû ne.”

Hanadî Akila îşaret  bi wê yekê kir ku dema beden temam nebe, ev yek jî bandorê li netemamî û gihîştîbûna hiş û ramana derûnî dike û ev yek dê bibe sedema derketina pirsgirêkên civakî û yên hiqûqî.

 

Di civaka Filistînê de sedemên zewicandina zû

Hanadî Akila têkildarî motîvasyonên zewicandinê wiha got: "Sedema qanûnî ya yekem ew e ku qanûn rê li ber pirsgirêkeke bi vî rengî nagire. Zagon ji bilî ya ku derxistiye, bi taybetî li Xezayê tê sepandin, desthilatdarî û derfetê da zewicandina zû. Ev qelsiya qanûnî bi hewceyî kampanyayên parêzvaniyê û civînên diyalogê bi kesên xwedan biryar re heye. Ji bo guhertina qanûnên heyî û yên sepandî li Xezayê. Her wiha qeyranên aborî yên li pey hev wek belavbûna pandemiya koronayê jî ji sedemên bingehîn in, ji ber ku gelek malbat difikirin çawa zarokên xwe bizewicînin, barek li ser wan sivik bibe.

Hanadî Akila bal kişand ku sedema xirabûna rewşa aborî dagirkerî û krîza parçebûna navxweyî ya li Filistînê ye ku em nikarin ji bîr bikin ku gelek malbat di bin sînorê feqîriyê de mane. Her wiha da zanîn ku ev yek jî dihêle hin malbat û dê û bav di temenek biçûk de zarokên xwe yên keçik bizewicînin da ku ji bar û mesrefê xilas bibin.

“Divê hişyarî ji bo endamên malbatê were kirin”

Hanadî Akila di dawiya axaftina xwe de jî amaje bi wê yekê kir ku ji bo rûbirûbûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de divê mirov li ser du mijarên pir girîng raweste, ew jî hişyarî û hevahengkirin û guhertina zagonan e. Hişyarî ji bo hemû endamên civakê, jin, mêr û zarok e der barê asta giraniya vê diyardeyê û encamên wê yên dijwar de piştî çend salan. Guhertina qanûnê jî ew e ku temenê zewacê hejdeh sal û zêdetir bibe ku zarokên keç û kur jî bên parastin. Ji bilî kampanyayên parêzvaniyê yên ku ji hêla saziyên civaka sivîl û femînîst ve tên meşandin ji bo piştgirîkirina mafên jin û zarokên keç ji bo bilindkirina temenê zewacê.