Xwendekarên jin ji mafê rûniştina zanîngehê bêpar man

Pirsgirêka xaniyên zanîngehê ji bo xwendekarên jin ên Tûnisê bi vî rengî tê binavkirin "text ji bo kesên ku rê li ber wan heye." Bi destpêkirina her saleke zanîngehê re xwendekarên jin têdikoşin ku cihek ji xwe re peyda bikin da ku di demên navber de û bi şevan lê bimînin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Bi bidestxistina 78 hezar şagirtên ku di sala 2021'ê şehadeya navîn li Tûnisê girtine her wiha li gorî sala borî ku 22 hezar şagirt zêde bûne, xwendekarên jin tirsa ku mafê rûniştina zanîngehê bi dest nexin dijîn û ev yek wan mecbûr dike ku li xaniyê ji bo kirê bigerin tevî ku bihayê wan pir zêde ye jî. 
Êş û zehmetiyên ku xwendekarên jin ên Tûnisê pê re rû birû dimînin
Xwendekarên jin ên ku ajansa me bi wan re hevpeyvîn kir, ji siyaseta marjînalîzîkekirinê ya dewletê ya domdar, di warê peydakirina xaniyên zanîngehê de ji bo kesên ku hewcedariya wan heye rexne kirin û ji ber şert û mercên darayî yên xirab nerazîbûna xwe anîn ziman.
Tikildarî vê mijarê xwendekara bi navê Heba Bilal dibêje ku wê nikaribû ji xwe re xanî bi des bixista, ji ber prosedurên bi aloz ên ku ji hêla Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ve tên kirin wê nekaribû xaniyê zanîngehê bi dest bixista.
Her wiha xwendekar Heba Bilal diyar kir ku ji ber xaniyên zanîngehê bi destên wê neketiye, bi pirsgirêka kirê re li Tûnisê rûbirû maye lewre deverên ku dûrî zanîngehê ne, li kêleka van zehmetiyan êşa bihabûnê pir zêde ye.
"Ji bo pêşerojek baş pêwîst e girîngiya xwendekaran were zanîn"
Heba Bilal pirsgirêkên xwendekarên jin ên li Tûnisê û pirsgirêkên xaniyên zanîngehê anî ziman û destnîşan kir ku ew ji hêla rayedarên berpirsiyar ve tên paşguhkirin û êş û zehmetî di her selê de di demên destpêkirina zanîngehî de tên dubarekirin. Her wiha acizbûna xwe ya ji bo biryara komîteya Tûnisê ya ku diyar kiribû ku xanî ji wan kesên ji hêla dewletê ve tên piştgirîkirin re hene lê xwendekarên din tên paşguhkirin.
Di heman demê de behsa tecrubeya xwe ya lêgerîna du mehan li pey hev ji bo kirêkirina xaniyekî guncan kir û da zanîn ku ew di şert û mercên pir zehmet re derbas bûye. Her wiha diyar kir ku ji aliyê xwediyên mektebê ku xaniyan bi kirê didin ve hatiye îstîsmarkirin. Heba Bilal bi riya ajansa me bang kir ku girîngiyê bidin xwendekarên jin û ji wan re xaniyên zanîngehê peyda bikin da ku ew çalakiyên xwe yên zanistî bidomînin û pêşerojek baş biafrînin.
Di salên dawiyê yên xwendinê, xwendekar ji mafên xwe yên xaniyên zanîngehê bêpar dimînin 
Sorya Al-Rimani xwendekara peymangeha Zanistên Çapemenî û Agahdariyê ye li Tûnisê. Li ser pirsgirêka xaniyên zanîngehê şîrove kir ku ew matmayî maye di sala herî dawî ya xwendinê de ji mafê xwe yê xaniyê zanîngehê bêpar bûye û destnîşan kir ku li gorî qanûna Tûnisê xaniyê zanîngehê ji bo sê salan didin xwendekaran.
Her wiha diyar kir ku bi hezaran xwendekarên jin ji mafên xwe yên zagonî ji bo razana di xaniyê zanîngehê de bêpar mane ji ber vê yekê ew tengasiya lêgerîna xaniyên kirê dijîn û xaniyên kirê jî bihayê wan pir zêde ye. Ji aliyek ve jî xwendekarên jin rastî îstîsmara aborî tên.
Xanî hem biçûk in hem jî bihayê wan zêde ye
Di hevpeyvîna ku me li ser pirsgirêkên hin xwendekar di lêgerîna xaniyên kirê yan ê zanîngehê de kir bi taybetî ev pirsgirêk pêwîst e neyên paşguhkirin. Her wiha diyardeyek belav bûye ku xaniyan li gorî hejmara endamên malbatê didin kirê ku di her xaniyek de bêtirî 7 xwendekaran bi cih dikin tevî ku xanî pir biçûk in, bihayê wan pir zêde ye. 
Endama Yekitiya Xwendekarên Tûnisê Lubna Ayarî, bal kişand ser kêmbûna giran a kapasîteya di pergala rûniştinê ya zanîngehê de û destnîşan kir ku ev beşek ji nehevsengiya herêmî ye di dabeşkirina saziyên perwerdeya zanîngehê de li seranserê welat.
Lubna Ayarî, ji wezareta Xwendina Bilind daxwaz kir ku der barê nebûna xaniyên zanîngehê de daxuyaniyek zelal bide da ku ev xanî têra xwendekarên jin jî bikin. Her wiha hêviya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên pergalê û peydakirina rehetiyê ji xwendekarên jin û mêr re anî ziman da ku xwe ji xwendinê re amade bikin û awayên serfirazî û afirîneriyê peyda bikin.