Wesayîda zirxî lêket lê bav bi qusûr hat dîtin

Ji bo Efe Tektekîn ê 5 salî ku di sala 2019’an de di encama lêketina wesayîda zirxî de jiyana xwe dest dabû, li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin. Di rapora pispor a piştî keşfê hat amadekirin de, bavê Efe Ahmet Tektekîn bi hinceta "Miqate yê Efe nebûye" sûcdar hat dîtin.

Amed- Di 13 salên dawî de herî kêm 20 ji wan zarok 40 kesan, di encama lêketina wesayîdên zirxî de jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku gelek caran di rojevê de bû jî wesayîdên zirxî yên ku ji bo wan tu gav neavêtine, herî dawî li Hezexa Şirnexê li zarokê 7 salî Miraç Miroglu qelibî û bû sedema mirina wî. Lêpirsînên der barê miriyan de hatin vekirin bi dawî nebûn. Efe Tektekîn ê 5 salî yê ku di 11’ê Îlona 2019’an de li Taxa 5 Nîsanê ya Rezana Amedê di encama lêketina wesayîda zirxî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî sê salan cara ewil li cihê bûyerê hat dîtin û rapora kesê pispor a trafîkê hat amadekirin.
Bûyer wekî "qeza" hat nirxandin
Efe Tektekîn ê ku dema diçû nan bikire di encama lêdana wesayîta zirxî de xwîn çû ser mejiyê wî û dema rakirin naxweşxaneyê jiyana xwe dest da. Ajokarê wesayîdê, Î.A. hat girtin û şandin girtîgehê, malbata Efe Tektekîn jî der barê kiryar de serlêdana sûc kir. 
Piştî lêpirsînê Î.A. îdanameya der barê wî de bi îdiaya "biqusûr bûye sedema mirinê" hat amadekirin, ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku bûyer wekî qeza hat nirxandin de, cih ji rapora kesê pispor re jî hat dayîn.
Zarok û bav qusûrdarên “sereke” ne 
Di rapora kesê Pisporê Qezaya Trafîkê de Efe Tektekîn bi qusûra "sereke" û polîs jî "talî" hat dîtin. Di dawiyê de, parêzerên bûyerê ku rûniştina wan di Nîsana borî de hat kirin, xwestin cihê sûc bê lêkolînkirin. Di encama lêkolîna herêmê ya meha Tîrmehê de, rapora kesê pispor a nû hat amadekirin. Di rapora ku pisporê trafîkê di meha Tebaxê de amade kir de, îfadeyên kiryar, awayê qezayê û rewşa hewayê ya dema qezayê cih girtin.
Di rapora ku ji 9'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê re hat şandin de, berevajî rapora berê, bavê Efe Tektekîn Ahmet Tektekîn jî sûcdarê serekê hat dîtin. Kujer Î.A. jî talî hat dîtin. Parêzeran diyar kirin ku bavê gilîkar bi hinceta ku berpirsyariya xwe bi cih neaniye qusûrdarê sereke hatiye dîtin.
Sûcê ajokar nehat dîtin tenê wekî ‘qusûra herî dawî’ hat dîtin!
Di raporê de ji bo polîsê kiryar jî ev agahî cih digrin; “Li gorî delîlên di dest de ajokar ne li gorî mercên derdorê wesayîd ajotiye, leza xwe kêm nekiriye oma jî ji ber ku baş baldar nebûye qeza çêbûye. Ji ber vê yekê li gorî benda 52/1 ev îhlal e û di çêbûna qeza de kesê bi qusûr ê herî dawî ajokar e.”
Parêzer xwe amade dikin ku îtîrazê rapora ku bav kesê bi qusûr ê sereke hatiye dîtin bikin.