Wafaa Al-Ashibi: Em hewl didin wek beşek tibî ya serbixwe mafên xwe bi dest bixin

Bijîjka fizîkê Wafaa Al-Huseyîn diyar dike ku rola wan hişmendî ye ango der barê xeterên tîrêjan de (radyoterapî) wan hişyar dikin û divê qanûnek ewlehiya navneteweyî hebe ku nexweş ji tîrêjan werin parastin û dibêje: “Beşên radyolojiyê, bi taybetî beşa radyolojiya tesbîtkirinê, tedbîrên ewlehiyê negre. Karê me parastina tenduristiya karker, nexweş û hemû gel e.”

IPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Seroka Sendîkaya Fizîka Bijîşkî, Wafaa Al- Huseyîb Al-Ashibi der barê ramana damezrandina sendîkayê de wiha got: "Em hewl didin karekî serbixwe bi dest bixin da ku mafê me biparêze. Ji ber ku em xwedî pîşeyek bijîjkî ya serbixwe ne ku biryaran digre û bi cih tîne.”
Wafaa Al-Ashibi ku Beşa Fizîka Bijîşkî, li Zanîngeha Zanistî ya Bîngaziyê qedandiye, dibêje ku ew tercîh dike li şûna peyva bijîjk, fîzîknasa bijîşkî bi kar bîne. Ew bi riya sendîkayê re hewl dide wesfeke kar a taybet ji bo fizîka bijîjkî bi dest bixe.
Der barê ramana damezrandina sendîkayê de, ev yek anî ziman; "Ez di destpêkê de fikirîm ku komeleyek taybet bi fîzîknasiya bijîşkî damezrînim lê min dît ku karê vê komeleyê dê tenê bi diyarkirina pisporî, berhevkirin û belgekirina agahiyan, sînordar bimîne û bi navgîniya wê, mafên me ne dikarin bên binpêkirin, ne jî daxwazkirin û ev bandorê li hukûmet û wezaretan nake."
Civîna fîzîknasên bijîşkî
Wafaa Al-Ashibi got ku ew di kongreya der barê sendîka û danasîna wê de her wiha bandora wê ya li ser hikumetê de, amade bûye. Ji ber vê, ramana damezrandinê ketiye sere wê û wiha domand: "Min bi fîzîknasên bijîşkî re hevdîtin kir û fikra damezrandina yekitiyê ji wan re pêşniyar kir. Nermîn Al-Sharif, seroka Federasyona Giştî ya Sendîkayên Lîbyayî, alîkariya me kir ku em yekitiyê ava bikin. Sendîka ji hêla Meclisa Nûneran ve hat damezrandin û pejirandin û di Sibata 2021’ê de dest bi xebatê kir. Ev sendîka di asta Lîbyayê de ye, li wir fizîknasên ji Trablus, Misrata, Sabratha û hejmarek mezin ji bajarên Lîbyayê hene lê hejmara herî mezin a jinana e."
"Em wekî teknîsyen tên dabeşkirin"
Li ser sedema xebata wê ya bêwestan a bi sendîkayê re ji bo bidestxistina sernavek kar a taybet girêdayî pisporiya bijîjkiya fizîkî jî dibêje: "Her çendî cîhan bi tevahî îtîraf bi hebûna pisporî û sernavek kar a serbixwe dike ku ew jî bijîjkiya fizîkî ye lê em li Lîbyayê di bin sernavek teknîkî de tên dabeşkirin. Di dema pêşketina kariyerê de dê teknîsyenên yekemîn, duyemîn, sêyemîn û yek jî payebilind hebin. Nebûna sernavek kar hişt ku her kesê pileya doktorayê wergirtiye, berê xwe bida zanîngeha ku sernavek kar a bilind û hêja jê ra peyda dike. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku vê dabeşkirinê veguhezînin da ku bikaribin ezmûnên wisa bi dest bixin û li nexweşxaneyan bixebitin. Bi vî rengî jî dabeşkirin pisporî û şêwirmendî dibe."
"Rola bijîşkiya fizîkî pir mezin e, nemaze di radyoterapiyê de"
Wafaa Al-Ashibi der barê rola bijîşkiya fizîkî de li nexweşxaneyan wiha dibêje: "Rola bijîşkên fizîkê pir mezin e, nemaze di radyoterapiyê de. Jixwe ew çar beşan digre nav xwe. Ew jî yek fizîka tesbîtkirinê, tiba newewî, radyoterapî û fîzîka tenduristî yanî parastina ji tîrêjê. Fonksiyona radyoterapiyê wekî model, em dibînin ku ew pîvanek e ku dikeve canê nexweş diyar dike. 
Li ser rola sendîkayê di lêgerîna wê ya pisporiyê de jî dibêje; "Me bi rayedarên pêwendîdar re dest bi danûstendinê kir, her çend Wezareta Tenduristiyê vê pisporiyê nas dike jî lê mijar ne tenê di destên wê de ye û wiha domand: "Wezareta Ked, hikûmet û Komîteya Tenduristiyê li Meclisa Nûneran jî hene, ji ber ku mijar ne hewceyî sernavekî kar ê nû ye lê belê em bi hewceyî afrandina vê pisporiyê ne ku ji hêla van çar dezgehan ve were pejirandin."
"Sendîka sîwana me ya meşrû ye"
Wafaa Al-Ashibi li ser hewla sûdwergirtina ji pîrozkirina Roja Navneteweyî ya Fizîka Bijîjkî ku her sal dikeve roja heftê Mijdarê wiha got: "Her çend ew her sal tê pîrozkirin û gotar û nîqaş li ser danasîna kar a bijîjkiya fizîkî tên pêşkêşkirin jî vala ye û em hêvî dikin ku îsal cudahiyek çêbibe ji ber ku sendîka dê tê de be û dê bi hemû hêza xwe hewl bide vê danasînê bigre. Ew sîwana meşrû ye ku hemû bijîşkên beşa fizîknasiyê yên li ser asta Lîbyayê vedihewîne." 
Der barê têkiliya komeleyê bi Saziya Enerjiya Atomê ya li Lîbyayê de, dibêje; "Bijîşkiya fizîknasiyê bi piranî li Saziya Enerjiya Atomê, nexweşxane, yan navendên tenduristiyê tê dîtin. Rola wî di Saziya Enerjiya Atomî de çavdêrîkirina cîhên tenduristî yên ku tîrêj lê hene. Bijîşkiya fizîkî tenê ji hêla Saziya Enerjiya Atomê ve tê pejirandin û destûrnameyek jê re tê dayîn her wiha ew wekî pisporek navneteweyî li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî tê binavkirin."
Li ser pirsa me ya; “Sendîka çawa bi kesên ku li nexweşxaneyan bi radyoterapiyê re mijûl dibin û rola wan di wê de çi ye?” Wiha bersiv dide: "Rola me li vir hişmendî ye, ango em der barê xetereyên van tîrêjan de (radyoterapî) wan hişyar dikin. Divê qanûnek me ya ewlehiya navneteweyî hebe ku ji tîrêjan werin parastin. Lê beşên radyolojiyê, bi taybetî beşa radyolojiya tesbîtkirinê, tedbîrên ewlehiyê negre. Karê me parastina tenduristiya karker, nexweş û hemû gel e. Rola me parastin e, ne kontrol e. Li welatên din ên cîhanê, bijîşk û teknîsyen dibêjin; "Ger kesek min ji tîrêjê neparêze, ez ê nexebitim."
Wafaa Al-Ashibi di dawiya axaftina xwe de spasiya ajansa me dike û bang li hemî jinan dike ku şer bikin, rûbirû bibin, astengiyan derbas bikin û teslîm nebin.
"Em wekî sêgoşeyek têkûzbûyî xebitîn"
Li aliyê din, bijîşk Saliha Al-Abdali, ya li Nexweşxaneya Onkolojiyê ya Bîngaziyê dixebite, balê dikşîne ser girîngiya xebata bijîşkiya fizîkî û dibêje; "Li vir em wekî sêgoşeyek têkûzbûyî dixebitin. Karê me li vir wek radyoterapiyek bi giranî xwe dispêre fizîka bijîjkî. Piştî tesbîtkirina rewşa nexweş, em wî radestî beşa bijîşkiya fizîkî dikin da ku bi qasî dermankirina bi tîrêjan, li gorî xwezaya tumorê û awayê parastina deverên hestiyar ên derdorê rabe. Em hêvî dikin ku Wezareta Tenduristiyê piştgiriya fîzîkzanan bike û wan tesnîf bike."
https://www.youtube.com/watch?v=1EDYOyTBOUA