Tundiya nava malê qeyrana herî mezin e û jin ji ber êşê dikşînin

Şîdeta nava malê yek ji wan qeyranan e ku jin di bêdengiyeke tam de encamên wê hildigirin. Li vir îstîsmar ji derdorên girtî yên ku bi gelemperî yên herî nêz in tê.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Tevî bandora neyînî ya tundûtujiya nav malê li ser jinan, piraniya wan nikarin giliyê endamekî malbatê bikin û bi gelemperî nikarin zerarê bidin destdirêjker, çi mêr, çi bav an bira be. Ligel ku hewl didin ji binpêkirinan rizgar bibin jî hevkêşî ji bo jinan hîn dijwar e di encama tirs û adetan de.

 Jin bi piranî şîdeta nava malê û encamên wê bi nepenî û bêdengî derbas dikin. Tiştê ku hat serê wan dema ku ew ciwan bûn, heman tişt e ku rê li ber gavên wê di temenê wê de digire, ku vê yekê jî hişt komek jinên ciwan dest bi însiyatîfa "BarahAamen" bikin ji bo rûbirûbûna tundutujiya nava malê û ronî bidin ser gelek pirsgirêkên civakî yên paşguhkirî. Li ser vê mijarê  di hevpeyvîneke ji ajansa me re yek ji damezrînerên însiyatîfê Naîra Heşmat axivî.

 Armanca destpêkirina pêngava "Azadî ji bo girtiyên jin di nava malbatên Misrê de" çi ye û çawa dest pê kir?

Şîdeta nava malê yek ji wan qeyranan e ku jin tûşî wê dibin lê rûbirûbûna wê zehmet e ji ber ku ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin û destpêka xebata li ser însiyatîfê ew bû ku hevaleke endama damezrîner a însiyatîfê rastî tundûtujiya nava malê hat û ew di mala xwe de hat zindankirin ku ev ne cara yekem bû wê dikaribû telefonî 911 bike lê ew ecêbmayî ma ku wan jê re gotin tiştê ku hatiye serê wê teqez ji ber hêrsa malbatê ye..

Ew bûyer bû zengila hişyariyê ku em hişyar kirin pêwîst bû ji sala 2015'an ve em li ser vê dosyayê bixebitin û me kampanyayek da destpêkirin û şahidiyên jinên ciwan berhev kirin der barê tiştên ku ew pê re rû bi rû mane de. Kar bi derxistina hashtag "Azadî ji bo girtiyên jin di nava malên Misrê de" dest pê kir.

Tevî ku damezrîner keçên ji parêzgehên cuda ne du salan xebitîn ku hişyariyê bidin û şahidan berhev bikin li ser pêkanîna şîdeta nava malê lê ev mijar li ser erdê zelal nebû, ji ber vê yekê hat fikirîn ku însiyatîfa "BarahAamen" were destpêkirin ku bi riya  wê xebat li ser vê dosyayê bi berfirehî û bi bandor bên kirin.

 Di encama lêpirsîna dubare ya şahidan de dem bi dem, me çavdêriya bûyerên tundutujiya nav malê ji malperên Misrî kiriye û komek raporên demkî, çi mehane, çi nîvsalane, çi salane, ji sala 2018'an heta niha me derxistiye.

Înîsiyatîfa "BarahAamen" ji bo jinan çi çalakiyan li dar dixe?

Em bi hemû hêza xwe li ser mijarên girêdayî mafên jinan ên bedenî û zayendî dixebitin û yek ji kampanyayên ku me xwest em li ser bixebitin jî mijara sinetkirinê bû û bi riya wê me fikra dadmendiya tazmînatê bilind kir.

Em li ser gelek mijarên ku ji aliyê civakî ve nayên raporkirin dixebitin, wek mînak çerxa mehane yan regil û me kampanyaya "kisasamra" da destpêkirin ji bo pêşkêşkirina awayên danûstandina civakê bi wê re ji ber ku wek şerm tê hesabkirin ku nabe li ser axaftin were kirin. Ji mafê jinan e ku kelûpelên paqijiyê bibînin û ne caîz e ku dem bi dem bihayê wan bilind bikin. Ji ber ku beşeke bingehîn a pêdiviyên jinan e. Zêdebarî  bilindkirina hişyariyê ye di hemû astan de.

Yek ji pirsgirêkên heyî nebûna zagonên ku keçan ji tundutujiya nav malbatê diparêze ye gelo di aliyê qanûnî de rola xebata we çi ye?

Helbet em di aliyê qanînî de kar dikin û ji bilî beşdarbûna gotûbêjên li ser guhertina qanûnan, em bi saziyên din re jî ketine nava hevkariyê û di Adara 2021'ê de me li ser kampanyayek hişyariyê li ser Qanûna Rewşa Kesane kar kir. Me di Cotmeh û Kanûna 2021'ê de kampanyaya "Mafê Sivîl" da destpêkirin ku tê de zewaca bi darê zorê yan jî zewaca biçûkan û hevberdana devkî û ne amadeyî pêk dihat.

Me bi giranî ronahî da ser rewşa jinan ji qanûnan, ji ber ku em dibînin zagon jinan nabînin û gelek qeyranên wan paşguh dikin, zêdetir hewcedarî bi zagonên ku wan biparêzin heye.

 Lê qanûn bi tenê têrê nakin, em di civakeke ku îstîsmaran diparêze de dijîn. Mînakên ku şîdeta li ser jinan teşwîq dikin hene, hunerek jî heye ku bi giranî destdirêjiya li ser jinan dike, her wiha sernavek jî heye ku di bin navê xwe de jinan dikuje, ew jî bi kuştinên namûsê tê zanîn ku gelek ji mêran ji bo jinavbirina jinên xwe ew bi kar anîne.

Hin keç daxwaza piştgiriyê dikin lê piştre paşve vedigerin, hûn çend caran rastî bûyerên wiha hatin?

Ji ber şert û mercên ku jin tê de dijîn, em nikarin wan ji ber tirsa wan sûcdar bikin, ji ber ku hemû jin ji ber gelek sedeman, di nav de zextên aborî jî nikarin bi tundiyê re rû bi rû bimînin.

 Gelek çîrok hatin ber destên me, di nav wan de çîroka keçeke ku bi darê zorê dev ji mîrateya xwe berda û ji aliyê malbata xwe ve hat zindanîkirin hebû. Dema ku endameka me bi parêzerekî re çû alîkariya wê, ji aliyê malbata wê ve rastî lêdanê hat. Her wiha jinek hebû ku bi riya vîdyoyek li ser medyaya civakî alîkarî xwest lê dû re dev ji mafê xwe berda û dîsa razî bû ku bi mêrê destdirêjkar re li hev bike.

Di van demên dawî de jin ji ber mîratê tên kuştin, we di kampanyaya xwe ya dawî ya li ser vê mijarê de çawa kar kir?

Di civakeke baviksalarî de axaftina li ser mîratê mijareke gelek zehmet e, gelek meh derbas bûn ku mirov tenê li ser tiştê dê li ser vê mijarê were pêşkêşkirin fikirî. Di dawiyê de biryar hat dayîn ku forma pirsiyariyê ya bi navê Mîrasa Jinan li ku ye" hat danîn.

Me gelek hizir kir ku em ê çawa bi vê pirsê re mijûl bibin û li ser çi biaxivin gelo ew ê bibe daxwaza wekheviya zayendî di warê mîrasê de, yan jî perwerdekirina jinan ji bo israrkirina mafên xwe û rûbirûbûna bi kesên ku wan talan dikin. Di dawiyê de mijar, li ser guhdarîkirina serpêhatiyan û bi giştî bilindkirina pirsgirêkê rawestiya.

Mezinahiya qeyrana ku jin tê re derbas dibin nayê jibîrkirin. Gelek şahidî gihîştine destên me, di nav wan de derxistina du keçan ji mala bavê wan piştî mirina bavê wan û bidestxistina apê ji hemû mîratê re jî heye.

 Mixabin, mîras yek ji wan mijarên ku di van demên dawî de li qada sûcê serdest bûye, ji ber vê yekê me dît ku jin têne kuştin ku ji wê bêpar bimînin. Her wiha keçek heye ku ji bo dev ji mîrasê berde ji derman û xwarinê hat bêparkirin. Di heman demê de birayekî hewl da xwişka xwe tazî bikşîne da ku şantajê lê bike ku ji mafê xwe dakeve û ger ne qîrîna wê û destwerdana cîranan bûya dê  wî tişta ku dixwest bikira. Yekî din jî xwişka xwe li ber çavên hevjîna xwe şewitand ji bo mîratê.

Ji bo rûbirûbûna tundutujiyê, li Misirê komek tedbîr hatin girtin, hûn bandora wan di paratîkê de çawa dibînin?

Di nebûna qanûnê de ne mimkun e ku mirov ji pêkanîna proseduran piştrast bibe, ji ber ku qanûnek bi rastî jinan ji şîdeta nav malê diparêze tune ye, ji ber vê yekê serîlêdana saziyan tenê giliyek e ku dibe bi rastî ne pir bandorker be.

 Tedawiya şîdeta nav malê ji hebûna cihek ji bo wergirtina giliyên jinan tevlihevtir e. Di malbatê de her mêr şîdet û destdirêjiya li ser jinê bi kar tîne, ev tiştek e ku divê rûbirûbûna wî were kirin û were guhertin. Pêdiviya me bi zagonek birêkûpêk heye ku pêşî li van pêkanînan bigire û binpêkirina hema hema mayînde ya li ser jinê û di civakê de zêde ye, rawestîne.

Zehmetî û astengiyên ku hûn di kar de bi wan re rû bi rû mane çi ne?

Astengî gelek in û di astên cuda de ne, hê jî hin civak hene ku mirov nikare xwe bigihîjîne wan bêyî destûra mêran, heta jin hene ku qet mafê wan ê axaftinê nîn e û mêr li ser navê wan axaftvanên fermî ne û hin ji wan rûyê xwe nîşan nadin û hinekên din jî bi tevahî di bin desthilatdariya mutleq a baviksalarî de ne.

Her wiha, hejmareke mezin ji mijarên ku hatine destnîşankirin gumanbar in û em bi gelemperî li ser vê gumanê şîroveyan digrin. Wekî ku ev yek xerîbê civakê be û tê de neqewimîbe û binpêkirinên ku li ser jinan têne kirin xeyalî bin.

Komek temen heye ku pir caran me bêçare hîs dike û ew di navbera 18 û 21 salî de ne. Dema ku keçek di vî temenî de rastî şîdetê tê divê weliyek ji bo wê hebe ku parêzer destnîşan bike û bi gelemperî kesê ku destdirêjî lê hatiye kirin, heman welî ye û ji ber vê yekê wê nake.

Em hê jî berovajî vê meylê ne ji ber ku çanda civakî di dilê welatiyan de di astek de ku ji bandora qanûnê bi xwe derbas dibe ye. Ruxmî ku qedexekirina jinan ji mîrasê re sûcek heye jî “şerma” civakê xurtir e û piraniya jinan ji bo bidestxistina mafan naçin serî li riyên qanûnî nadin.