Tundiya li ser jinan wekî xencerek di dilê civaka Cezayîrê de ye!
Çalakvana komeleyê Delîla Hisên ji ajansa me re da zanîn ku gelek sedem hene dihêlin tundiya li dijî jinên Cezayîrê berfireh bibe di nav de zagon jî hene û behsa hin zagonan kir ku bi hewceyî pêdaçûneke berfireh in. Wekî Qanûna Malbatê ku di 2015’an de hat sererastkirin.
RABIA XERÎS
Cezayîr - Dema ku mirov dikeve malperên herî mezin ên ku ji bo şopandina kuştina jinan li Cezayîrê hatine veqetandin, asta tundiya fizîkî û exlaqî ya berfireh li dijî jinan dibîne. Amarên herî dawî yên ku malpera "Algerie Feminised" li ser rûpela xwe ya Facebookê, di dawiya meha Cotmeha borî belav kir, eşkere kir ku rêjeya jinên ku rastî tundiyê hatine ji 1’ê Çileya 2020’an ve heta niha gihîştiye 45’an.
Çîroka herî dawî ya trajîk ku ji aliyê "Algerie Feminised" ve hat şopandin û bi çavdêriya komek ji parêzvanên mafên mirovan û çalakvanên ku li meydanê şer dikin, çîroka "Şerîfe" ya ku di sî saliya xwe de bû, li salona bedewiyê dixebitî li parêzgeha Tizi Ouzou, ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin.
Hem îxanet hem jî kuştin
Ev bûyera trajîk di Cotmeha 2020’an de dema ku Şerîfe biryara hevberdanê da çêbû. Ji ber ku di zewaca wê de bêbextî hebû. Lê piştî ku dem derbas dibe û civak wê sûcdar dike dîsa vedigere cem hevserê xwe û dawiya wê jî mirin e. Jina teleqdayî di civaka Cezayîrê de ji derdê veqetînê zêdetir rastî ceribandin û zehmetiyan tê.
Bûyereke din a trajîk ku ji ya berê ne pir cuda ye jî ya Nawal Yehya ya ji parêzgeha Skikda ye. Wê di meha çaran a ducaniyê de jiyana xwe ji dest da. Zilamê wê çend car kêran li dilê wê xist û piştre xwe kuşt. Nawal tevî zaroka xwe ya nebûyî koça dawî kir ku ev yek jî şikestineke mezin di nav malbata wê de çêkir. Malbata wê bi kêfxweşî li benda zaroka wê ya nû bû lê wê bûyerê nehişt bigihîjin vê kêfxweşiyê.
“Zîhniyeta mêranî ya di civaka Cezayîrê de bi cih bûye rê li tundiyê vedike”
Wê teqez kir ku tevî guhertinên ceza yên ji bo zilamên ku li dijî jinan şîdeta fizîkî û exlaqî pêk tînin giran dike jî ji ber dijwariya pêkanînê û bêdengiya jinên lêdanê dixwin, ji tirsa tolhildanê û nêrîna civakê ya biçûkdîtî têr nekirine û ev pirsgirêk kêm nebûye.
Delîla Hisên wiha li axaftina xwe zêde kir: “Qanûnên Cezayîrê jinên rastî destdirêjiyê tên, bi taybetî ji hêla mêr, bira, bav ve rewa dike, ji ber ku diyarde bi zîhniyeta mêranî ya ku di civaka Cezayîrê de cih digre ve girêdayî ye. Jin di pîvana zilam de ew jin in ku divê guh bidin zilam, çi hevser be, çi bav û birayên wan be.”
“Komeleya Nûr rojane 3-5 jinên ku lêdanê xwarine pêşwazî dike”
Li gorî daneyên ku ji aliyê çalakvana komeleyê Delîla Hisên ve hatiye dayîn, komeleya "Nûr ji bo jin, malbat û zarokan" ku ew bi xwe serokatiya wê dike, rojane pêşwaziya 3-5 jinên lêdanê xwarine, ji deverên cuda dike. Ew amaje dike ku zêdebûna dosyeyên telaqê encameke xwezayî ya berfirehbûna tundûtûjiya nav malbatê ye, ji ber ku daneyên fermî eşkere dikin ku salane 68,000 rewşên telaqê tên tomarkirin.
Di semînera ku di bin sîwana "Tora Saziyên Pisporê Parastina Jinê" di 25’ê Çileya 2020’an de hat organîzekirin de, parêzvana mafên mirovan a Cezayîrî, parêzvana mafên jinan û seroka Navenda Dokumentasyonê ya Mafên Zarok û Jinê Nadia Ayth Zai, lêkolînek ku li ser piştgirîkirina jinên mexdûrên karantînaya malê ya ku pandemiya korona li ser tevahiya cîhanê ferz kiriye eşkere kir. Li gorî lêkolîna ku ji aliyê 25 komeleyên di warê parastin û piştgiriya jinên mexdûrên şîdetê de hatine kirin, ji sedî 40 ji jinên ku destdirêjî li wan hatiye kirin, tu gilî nekirine.
Kesên qels û rewşa wan nebaş zêdetir di xetera tundiyê de ne
Parlamentera berê ya Parlamentoya Cezayîrê û endama berê ya Komîteya Karûbarên Zagonî, Fatima Saidî dibêje: "Komên qels ên jin, zarok, kal û pîr û heta kesên xwedan hewcedariyên taybet ên herî metirsîdar in ji tundûtûjiyê re. Ruxmî derbasbûna jinan li Cezayîrê di van salên dawî de ji asta nexwendinê û pozîsyonên lawaz ên civakî ber bi jinên xwende û asta jiyanê û pêgehên civakî yên bi hêz ve diçe.
Fatima Saidî di wê baweriyê de ye ku tevî hemû peyman, zagon û rêkarên ku dixwazin diyardeya tundiya li ser jinan kêm bikin jî nehatine çareserkirin lê belê şêwe û diyardeyên wê zêde bûne, ji ber vê yekê îro pêwîstî bi guhertina cezayî heye di beşa girêdayî tundiya li ser jinan.
Parêzvana mafên mirovan Fatima Saidî jî gotinên çalakvana komeleyê Delîl Hisên piştrast kir û teqez kir ku çareserkirina tundiyê û sînordarkirina vê diyardeyê tenê bi qanûnê nabe. Divê gelek rêbazên dermankirinê hebin, nemaze dema ku mijar dibe parastin malbat û endamên wê, divê bi hev re li ber çavan werin girtin.
Ji ber tundiyê hevberdan zêde bûye
Li gorî hejmarên ku çavkaniyên me bi dest xistine, ji sedî 60 ji dozên ku di korîdorên dadweriya Cezayîrê de tên pêşkêşkirin, ji tundiya ku li dijî jinan tê kirin, bi encam dibin û di piraniya bûyeran de ev doz bi telaqê diqedin ku ev yek li welat her diçe zêdetir dibe. Di sala 2018’an de, 13,000 jinên Cezayîrê hevserên xwe berdane ku ev yek ji sedî 19 hejmara giştî ya hevberdanê ye.
Hat zanîn ku ku piraniya hejmarên ji aliyê dezgehên fermî ve hatine ragihandin, hejmarên rastîn nîşan nadin, ji ber ku celebek tundûtûjiyê heye ku berovajî şîdeta hevpar e û jê re "tundiya bêdeng" tê gotin ku ew tundûtûjiya fizîkî yan devkî ye, bêyî deng rû dide. Dengên ku hatine fetisandin, red dikin serî li ewlehiyê yan dadgeriyê bidin ji tirsa nêrîna neyînî û tund a civakê.