Trajediya Suweydayê: Bavên di greva birçîbûnê de û zarokên çav li rê

Li bajarê Suweydaya Sûriyeyê, piştî ku girtiyan ragihandine dest bi greva birçîbûna ya bê dem kirine, malbatan banga zelalkirina çarenûsa windayan kir.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Hate diyarkirin ku bi sedan kes ji Suweydayê bêyî ti pêvajoyek zagonî, ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve bi zorê hatine windakirin an jî girtin. Li gorî malbatan û çalakvanên mafên mirovan, gelek ciwan bêyî ku ti hincetek zagonî bê nîşandan, li girtîgeha navendî ya Adrayê têne girtin. Hinek din jî, piştî komkujiyên li bajêr, di şert û mercên cûda de hatine girtin.

Di pêşketina dawî de, malbatên girtiyan ragihandin ku kes û karên wan ên li girtîgeha Adrayê tên girtin, ji ber şermezarkirina girtinên kêfî dest bi çalakiya greva birçîbûna ya bê dem kirine.  Yek ji girtiyan, di hevdîtina telefonê ya bi hevjîna xwe re kiriye de bi gotina “Wek 20 ciwanên ji Suweydayê, me dev ji xwarinê berdaye. An em ê li vir bimirin û an jî em ê derkevin” asta bê hêvî û ne diyariya bi mehan e didome, raxist ber çavan.

Tirs, xizanî û bendewariya bêdawî

Dayîka Cebr Nasir Naîm ê girtî Yusra Ebu Raîd, diyar kir ku wê di 27’ê Gulanê de bi kurê xwe re axaftina xwe ya dawî ya bi telefonê kiriye û wiha got: “Kurê min ji min re got ku girtiyên Suweydayê bêyî ku sedemê girtin an jî anîna ber dadgehê, di girtîgehê de tên girtin û ev yek sedema destpêkirina greva birçîbûnê ye. Kurê min di 1’ê Mijdarê de dema ku ji Şamê vedigeriya, li xaleke  kontrolê ya ewlehiyê hatiye girtin. Ti dosyayek wî ya qanûnî an ewlehiyê tune bû.”

Dayîka Yusra ragihand ku nêzî du mehan tu agahî jê negirtiye û paşê bi rêya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, bihîstiye ku ew li girtîgeha Adrayê ye û wiha got: “Ez nizanim di xew de bû, şiyar dibû, kurê min sax e an miriye. Êş her kêliyê dilê min perçe dikir. Kurê min ê xwendekarê beşa endezyariyê û wek ciwanek ku bavê xwe winda kirî, tekane çavkaniya me tekane debara malbatê bû. Ez dizanim ku girtina wî ji ber nasnameya wî ya olî bû û ez bang li rayedaran dikim ku girtiyan berdin.”

‘Keça min ji dayîk bû, bavê wê rûyê wê jî nedît’

Havjîna girtiyekê Yasemîn Felhut, got ku hevjînê wê meha borî di pêwendiyek telefonê de jê re gotiye ku wî û bîst girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kirine. Yasemîn diyar kir ku dengê hevjînê wê pir westiyayî hatiye û ji roja ku hatiye girtin ve, nehatiye dadgehê û wiha got: “Dema hevjînê min hatî girtin ez 7 mehî du canî bûm. Keça min ku niha sê mehî ye, qet bavê xwe nedîtiye. Wî xeyal dikir ku keça xwe di hembêza xwe de bigre, lê ew hîn jî rûyê wê nas nake. Dilê min ji bo wî û ji bo zarokên me diêşe.”

Yasemîn Felhut diyar kir ku hevjînê wê jî bavê xwe di temenê ciwan de winda kiriye û ew ditirse ku zarokên wê jî heman çarenûsê bijîn.

Sûcdariyên bê bingeh

Xwişka Mahîr Ferac ê girtî Sena Ferac, diyar kir ku birayê wê ji 15’ê Tîrmeha sala borî ve winda ye. Sena jî da zanîn ku dema malbat li wesayîtekê digeriya da ku ji herêmê derkeve, birayê wê dema ku hewl dida wesayîtekê bîne, rastî dewriyeyek hêzên ewlehiyê yên giştî hatiye, di bûyerê de birîndar bûye, birine nexweşxaneyek li Derayê û paşê birine girtîgeha Adrayê. Sena derbarê birayê xwe de wiha got: “Me bihîstiye ku birayê me li girtîgehê ye, lê ev 11 meh in nekarîne pê re têkilî deynin û di derbarê tenduristî yan rewşa wî ya qanûnî de ti agahîyek fermî nehatiye dayîn. Ger sûcdariyên zelal li dijî wî hebin an jî pêvajoyek darizandina qanûnî me bibhîsta, me dê qebûl bikira. Em banga mudaxaleyê li rêxistinên mafên mirovan û Xaça Sor a Navneteweyî dikin.”

‘Keça wî ya dawî, dema ew di girtîgehê debû hate dinê’

Xade El-Xadban, dayîka Îmran El-Xadban e. Xade, ragihand ku kurê wê piştî bûyerên Tîrmeha 2025’an li xaleke kontrolê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatiye girtin û zêdetirî 9 mehan e di girtîgehê de ye û wiha got: “Me 4 mehan nekarî cihê kurê xwe hîn bin. Piştî ku min karî bi kurê xwe re têkilî deynim, min zanî li girtîgeha Adrayê ye. Kurê min bavê sê zarokan e, di dema girtinê de bavê xwe winda kiriye û zaroka wî ya herî biçûk dema ku ew di girtîgehê de bû hate dinê. Di hevdîtina dawî de, kurê min pir westiyayî xuya dikir û got ku wan ji bo protestokirina girtina wan a bêyî tu sûcdariyekê, dest bi greva birçîbûnê kirine.”

‘Rewşa tenduristiya wî ya bê derman û lênêrîn xeter dibe’

Hevjîna endezyarê çandiniyê Salah El-Afîf ku bi zorê hatî windakirin Helve El-Muheysawî, diyar kir ku hevjînê wê ji bo parastina milkê xwe li malê maye, paşê ji ber nasnameya xwe ya Durzî bêyî ti hincetek zagonî hatiye girtin û wiha domand: “Malbatê ti agahiyek fermî li ser cihê hevjînê min wernegirtiye. Hin girtiyên ku di Sibatê de hatine berdan, ragihandin ku wan wî li girtîgeha Adrayê dîtine. Hevjînê min li dijî rejîma berê ji bo azadiyê şer kiriye û qet alîgirê rejîmê nebûye.” Pirsa, ‘Sûcê min çi ye?’ kiriye. Hevjînê min nexweş e, lê bi tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî, tevlî greva birçîbûnê bûye. Bê derman û lênêrîna bijîşkî, rewşa wî dê xirabtir bibe. Lewma jî ez bi fikar im.”

Rêxistinên mafên mirovan banga mudaxaleyê kirin

Rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî di mehên dawî de, bi taybetî li deverên ku ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ’ê ve li Şam û derdora wê têne kontrolkirin, dozên girtinê yên kêfî belge kirine. Di raporan de hate diyarkirin ku girtî ji mafên serdanên birêkûpêk tên bêparkirin, daxwaza wan a ji bo girtina parêzeran tê astengkirin û hin ji wan di dema lêpirsînê de rastî muameleya xirab tên.

Aktivîstên ji Suweydayê jî li ser medyaya dijîtalê ji bo berdana girtiyan kampanya dan destpêkirin û hişyarî dan ku bi taybetî piştî destpêkirina greva birçîbûnê, jiyana wan di xetereyek cidî de ye.