TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan di dema şewbê de weşand

TÎHV’ê rapora xwe ya ji destpêka şewbê heta niha li ser binpêkirinên mafan weşand. Rapor nîşan dide ku şewb wekî amûrek ji bo binpêkirina mafên mirovan hatiye bikaranîn.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) "Rapora xwe ya Binpêkirina Mafên Têkildarî Şewba Kovîd-19 ya di navbera 11’ê Adara 2020 û 28’ê Sibata 2022’yan de" weşand. Rapora binpêkirinên mafan rojên yekem ên şewbê heya niha nîşan dide. Rapor êrîşên li ser mafên sivîl ên di bin navê şewbê de hatine kirin radixe ber çavan.

Rapor, ji aliyê Navenda Dokumentasyonê ya TÎHV'ê ve "di şert û mercên ku dane ne li gorî pîvanan bên girtin û bi awayekî zelal bi raya giştî re neyên parvekirin” bi riya kontrolkirina daxuyanî û raporên çapemeniya nivîskî û dîtbarî, rêxistinên pispor û pîşeyî û rêxistinên mafên mirovan ên din hat amadekirin. Ji ber vê sedemê, dane bi tiştên ku dikarin werin tesbîtkirin sînordar in û li gorî raportêran "tenê beşeke rastiyê îfade dike.”

“Em hê jî li Tirkiyeyê der barê şewbê de nikarin bigihîjin agahiyên zelal û rast"

Yek ji amedekarên raporê Eylem Yildizer ku ji ajansa me re axivî, wiha got: “Rewşên awarte yên wekî şewba Covîd-19’ê ji bo hikûmetên Tirkiye û welatên mîna wî ji bo rawestandina mafên mirovan, ji demokrasiyê dûrketin û hêzên xwe xurt bikin weke firsendekê tê nirxandin.”

Eylem Yildizer diyar kir ku "Her çend di warên wek tenduristî, aborî, maf û azadî, wekhevî û jiyana civakî de pêdiviya civakê bi helwesteke bi baldarî û dadmendtir heye. Hikûmetên bi vî rengî berovajî vê zext û kontrolê zêde dikin", destnîşan kir ku ev rewş di destpêka sala 2020’an de di rapora ku di meha duyemîn a pandemiyê de hatiye weşandin de dîtine û di rapora duyemîn de jî ev rewş neguheriye û wiha got:

"Şewb wekî pirsgirêkek ewlehiyê tê destgirtine berdewam dike. Beriya her tiştî em hê jî li Tirkiyeyê der barê şewbê de nikarin bigihîjin agahiyên zelal û rast. Rêxistinên pîşeyî û tenduristiyê, mafên mirovan û rêxistinên din ên sivîl, sendîka, partiyên siyasî û hwd. tevî hemû hewldanên xwe jî tu carî di rêveberiya şewbê de cih negirtin. TTB’ê ya ku em ji bo daneyên zanistî yên der barê şewbê de çavkaniya xwe digrin, dema gotin ji bo tenduristiya gel, ji bo xebatkarên tenduristiyê divê çi bê kirin, guhên xwe kerr kirin û mixabin xebatkarên tenduristiyê jî di nav de mafê jiyanê ya gelek kesan hat binpêkirin.

“Kes nizane li girtîgehan çi diqewime"

Eylem Yildizer bi gotina; "Em tiştên ku di dema şewbê de li girtîgehan qewimîne û hatine kirin kêm dizanin,  rayedarek jî der barê vê mijarê de tu daxuyanî nade" got ku li gorî raporên xizmên girtiyan, daxuyaniyên parêzeran û raporên rêxistinên mafên mirovan hewl didin tabloya rastîn derxin holê û wiha domand: “Hevdîtin hatin astengkirin, mafên civakî ketin bin kontrolê, girtî di qawîşên qelebalix de bi zorê di şert û mercên nebaş de man, wan nebirin nexweşxaneyê, maske û dezenfektan ji wan re nehat dayîn, xwarin kêm bû, av kêm bû. Lê ev rewş qet nehat ragihandin ka çend kes li girtîgehan hatine testkirin û aşîkirin di çi rewşê de ye.”

Hinceta binpêkirina mafê kombûnê Kovîd-19 ye

Eylem Yildizer diyar kir ku biryarên têkoşîna li dijî şewbê "piranî Wezareta Karên Navxweyî diweşîne" û destnîşan kir ku hemû biryar bi tedbîrek sînordarkirinê ve girêdayî ne.

Eylem Yildizer da zanîn ku bi hinceta pandemiyê mafê meş û kombûnê hatiye binpêkirin û mirovan rastî tundiya polîsan hatine:

“Di rapora me de di dema qedexeyên derketina derve de, bûyerên ku gelek kes rastî tundiya hezên zabiteyê hatine, bi berfirehî cih girtine. Mijareke din jî ew e ku mafê kombûn û xwepêşandanên bi hinceta bikaranîna Kovîd-19 hatine astengkirin. Li aliyekî kongre tên lidarxistin, li aliyê din jî weke mînak standa ku di 25’ê Mijdarê de ji aliyê jinan ve tê vekirin, standa Platforma Zimanê Kurdî yan jî konser tên qedexekirin. Di ser de jî di şewbê de civînek li ser girîngiya derzîlêdanê jî tê qedexekirin. Xebatên hevgirtinê hatin astengkirin, xebatên alîkariyê yên şaredariyan hatin qedexekirin. Der barê bikarhênerên medyayê, rojnamevan, nûnerên saziyan û siyasetmedar de jî ji ber daxuyaniyên wan lêpirsîn hatin vekirin, nûçe hatin astengkirin. Dîtin, belgekirin û parvekirina binpêkirinên ku ez li vir hewl didim bihejmêrim beşek girîng a parêzvaniya mafan e.”

"Di tedbîrên ku di çarçoveya pandemiyê de hatin girtin de, gihandina 193 nûçeyan hate asteng kirin"

Kurteya daneyên girîng ên di raporê de derketine pêş wiha ne:

*Heta 28’ê Sibata 2022’an 94 hezar û 445 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi giştî hejmara bûyeran 14 milyon 89 hezar û 456 e.

*Li girtîgehan herî kêm 17 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

* Li gorî daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ji ber Kovîd-19'ê herî kêm 1398 karkeran jiyana xwe ji dest da.

*Di encama gulebarana hêzên zabiteyê de 2 kes bi hinceta ku qedexeya derketina derve ya di çarçoveya şewba Kovîd-19 de hatiye ragihandin cih neanîne yan jî tedbîran binpê kirine jiyana xwe ji dest dan.

* Di 25 bûyerên cuda de 4 jê zarok 49 kes bi hinceta ku tedbîran li ber çavan negirtine rastî îşkence û muameleya xerab hatin û herî kêm 5 kes jî birîndar bûn. Di 25 bûyeran de 19 bûyer kiryar polîs in, di 5 bûyeran de nobedar û di bûyerek de jî zabite ne.

* Ji ber parvekirinên têkildarî Kovîd-19’ê herî kêm 7 hezar û 128 hesabên medyayê hatin lêkolînkirin, 496 kes hatin binçavkirin û 10 kes jî hatin girtin.

* 11 rojnameger û wênekêşek ji ber nûçe û parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hatin binçavkirin û hejmara rojnamegerên hatin girtin jî 1 e.

* Hejmara ajansên nûçeyan ku bi biryarên dadgehê yên der barê şewba Kovîd-19 û tedbîrên di vê çarçoveyê de hatine girtin 193’e.

26 çalakî bi hinceta şewbê hatin qedexekirin

* Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) bi hinceta daxuyanî û şîroveyên di bernameyan de ji qenalek televîzyonê re 3 caran rawestandina bername û ji qenalek televîzyonê re carek cezayê îdarî ye pere hatiye birîn.

* Der barê 5 saziyên ku 3 jê Odeyên Tabîban û 2 ji wan baro ne de lêpirsîn hat vekirin û 2 rêveberên odeyên tabîban jî hatin binçavkirin. Her wiha der barê 17 endamên saziyekê de lêpirsîn hat vekirin.

*Der barê 2 wekîlan de jî ji ber daxuyaniyên xwe yên der barê Kovîd-19 de lêpirsîn hat vekirin.

*Hejmara biryarên rêveberiyên herêmî yên der barê qedexekirina çalakiyan de ku bi hincetên "pêşîgirtina li belavbûna şewba koronayê" jî di nav de 271 e.

* Li 11 parêzgeh û 2 navçeyan bi hinceta Kovîd-19 rasterast çalakî hatin qedexekirin, li 17 parêzgehan ketin û derketina çalakiyan hat sînordarkirin, di parêzgehekî de saziyên giştî jî di nav de çalakiyên bi beşdariya berfireh hatin taloqkirin.

* 26 çalakî bi hinceta şewba Kovîd-19 ji aliyê amîrên sivîl ve hatin qedexekirin.

1.820.900 lirê cezayê perê

* Çalakiyên li dijî şewba Kovîd-19 çalakiyên krîtîk ên li dijî şewba Kovîd-19 çalakiyên agahdarkirina şewbê û çalakiyên bîranîna kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane jî di nav de erkdarên kamûyê mudaxeleyî 16 çalakiyan kirin, 85 kes hatin binçavkirin û cezayê pereyan li 33 kesan hat birîn.

* Li 14 civîn û xwepêşandanên aştiyane yên ku ji bo armancên cuda hatin lidarxistin, bi hinceta Kovîd-19 mudaxele hat kirin.

* 666 kesên ku di mudaxeleyan de hatin binçavkirin ji ber bi hinceta ku tedbîrên der barê şewbê de pêk neaniye de bi giştî milyon û 820 hezar û 900 lîreyê Tirkiyeyê cezayê pere hat birîn.

* Di dema şewbê de, di mudaxaleya kampanyayên alîkariyê, rêxistinî û piştevaniya ji bo kesên hewcedar de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin.