Soheial Hejab a li dijî îşkencê di greva birçîbûnê de ye: Edalet diqîre

Girtiya siyasî Soheial Hejab a li dijî îşkenceyê li Îranê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye dibêje: “Mafê min ê xwezayî heye ji bo bibîrxistina van mafan zirar dayîna parçeyên bedena min ne di xema min de ne.”

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Soheial Hejab a li Girtîgeha Kirmanşanê ye, li gel dîlgirtina wê ya ji aliyê rejîma Îranê ve, li girtîgehê jî rastî îşkence û pêkutiyên gardiyanan tê.  Mafê Soheial Hejab ê hevdîtina bi malbata xwe re ji aliyê gardiyanan ve tê asteng kirin. Soheial Hejab bi peyamekê tiştên ku dijî bi raya giştî re parvekir.

Peyama Soheial Hejab wiha ye:

“Weke girtiyek polîtîk mafê min hene lê ev maf nayên naskirin. Di warê tibî de ez ji mafên xwe bêpar têm hiştin. Rastî tûndî û pêkutiyê têm. Ji bo qebûlnekirina van rewşan, min dest bi girêva birçîbûnê kir. Pêdiviya me hemûyan bi edaletê heye. Hûn di kîjan emrê de bin bila be, di kîjan pozîsyonê de bin bila be, li parçeyê kîjan welatê bin bila be; pêdiviya me hemûyan bi edaletê heye. We qet bihistiye ku hin kes gotine pêwistiya welatekî bi edaletê nîne?”

“Edalet” diqîre

Edalet ew têgihe ku ji destpêka şaristaniyê heya niha ji bo serxwebûnê tê bikar anîn. Edalet saziyek girîng e. Daxwaza edaletê li her deverê cîhanê diqîre. Di pergala daraza Îranê de ‘Edalet’ nîne. Bê guman dê li hemberî vê sekna me hebe. Berê jî bi dehan caran min dest bi girêva birçîbûnê kir. Di warê fîzîkî de laşê min zirar dît. Mafên min ên ji zayînê tên hene û ji bo bibîrxistina van mafan zirar dîtina parçeyên laşê min ne di xema min de ye.”

Soheila Hejab ki ye?

Soheila Hejab yek ji kesayetên ku weke çalakvana polîtîk tê nasîn e û bi dehan caran ji ber nêrînên xwe li girtîgehên Îranê hatiye girtin, rastî îşkenceyan hatiye. Herî dawiyê bi gelek xalên mîna ‘propagandaya li dijî dewletê’, ‘lidarxistina civînên veşartî’ û ‘ji bo avakirina aloziyan hatina gel hev’ tê darizandin û li girtîgehê dîl tê girtin.