Sinetkirin sûcekî qanûnî ye lê di çand û mîrata civakê de cih digire

Întîsar El-Saîd, parêzera ku piştgiriya mafên jinan dike û di serokatiya Lijneya Rêveber a Weqfa Pêşketin û Qanûnê ya Qahîreyê de ye, di wê baweriyê de ye ku diyardeya sinetkirinê bi kûrahî di giyanan de ye û bi rêjeyek mezin bi mîrateya çandî ya gelêrî û hin têgînên şaş ve girêdayî ye û dide zanîn ku yek ji qeyranên mezin ku ber bi sinetkirina jinan ve dibe, girêdana bi têgînên pakî, namûs û exlaq ve ye.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Sinetkirina jinan yek ji tawanên berbelav e û tekoşîna li dijî wê daxwaz dike ku xebat were kirin. Ji bo guhertina hişmendî û çanda gelan, ne tenê di warê tedbîrên hikûmet û zagonan de, ji ber ku ew bi tenê nikarin karesata mirovî ya di warê derûnî û tendurustî de bandorê li jinan dike kêm bikin.
Di vê nivîsê de çend rewşên ku ji aliyê şêwirmenda têkiliyên malbatî ve li ser serpêhatiya wê û giraniya êşên ku jin bi bêdengî dikşînin, hatine vekolandin û hin ji wan jî nizanin ku sedema vê yekê ji ber sinetkirina wan e, dîmenên xwînê ye. 
Întîsar El-Saîd, parêzera ku piştgiriya mafên jinan dike û di serokatiya Lijneya Rêveber a Weqfa Pêşketin û Qanûnê ya Qahîreyê de ye, di wê baweriyê de ye ku diyardeya sinetkirinê bi kûrahî di giyanan de ye û bi rêjeyek mezin bi mîrateya çandî ya gelêrî û hin têgînên şaş ve girêdayî ye û dide zanîn ku yek ji qeyranên mezin ku ber bi sinetkirina jinan ve dibe, girêdana têgînên pak, namûs û exlaq bi wê re ye ku bûye sedema berdewambûna vê diyardeyê di civaka Misrê û civakên din ên Afrîka û Ereb de heta îro.
"Di zagonên misrê de sinet sûc e"
Întîsar El-Saîd piştrast kir ku zagona Misrê sinetkirinê sûcdar dike lê ev diyarde berdewam dike û wiha domand: "Qanûn ji sala 2008'an û vir ve sinetkirinê sûc dibîne, ji ber ku dibe sedema seqetiya mayînde lê belê li gorî vê qanûnê der barê kesên ku vê kiryarê didin de tu biryar nehatine dayîn. Di sala 2016'an de hin guhertin di qanûnê de çêbûn û di sala 2021'ê de guhertinên din ji aliyê meclisê ve hatin qebûlkirin û li gorî wan guhertinan cezayê sinetkirina jinan bû 5 sal. Ger were kirin û 7 sal jî eger bibe sedema seqetiya mayînde û 10 sal ger ku bemire.”
Întîsar El-Saîd tîne ziman ku qanûn niha her kesê ku vî sûcî dike ceza dike, berevajî tiştên ku berê qewimîn. Berê ev ferman bi vekirina deriyê valahiyan ji ceza xilas dibû û neştergeriya sinetkirinê wekî emeliyateke plastîk an jî rakirina taqên çerm dihat dîtin lê di dema niha de her kesê ku vî sûcî bike bi qanûnê re rû bi rû dimîne.
"Zagon baş e li pêdivî bi gelek gavan heye"
Întîsar El-Saîd bal kişand ku "metna qanûnê baş e" lê dîsa jî bi hewceyî komek ji gavên temamker in, wek mînak bikaranîna benda 99 a zagona ceza ku rê dide jinan vê tawanê ragihînin û teqezî li ser pêwîstiya kar ji bo derxistina qanûneke li ser parastina agahdar û şahidan kir ku dê parastina keçan ji sinetkirinê bike û bihêle ku şahid piştî ewle bûn bên agahdarkirin. Ger ew zanibin ku tawan hatiye kirin. Pêwîst e kar ji bo avakirina komîteyeke serbixwe ya dijî cudaxwaziyê li gor destûrê bê kirin, ji ber ku sinetkirin cûreyek cudabûn û tundiya li dijî jinan be û pêwîstiya derxistina qanûnek yekgirtî ya sûcdarkirina tundiya li ser jinan heye.
Li aliyê din Emîra Ebdullfetah, lêkolînera zayendî, tevlî Întîsar El-Saîd bû ku giraniya ceza pir baş e lê ew li ser erdê encam nade û wiha got: "Rêjeya sinetkirina jinan li Misrê tirsnak e û tê texmînkirin ku ji sedî 86 hejmara giştî ya jinên di navbera 15 û 49 salî de ye.”
"Haya gelek kesan ji xetera sinetê tune ye"
Hin ravekirinên ku der barê sinetkirina jinan de tên pêşkêşkirin, di nav de nezanîna hin kesan ku ew ne olî ye, yan haya wan ji xetereyên zayendî, tenduristî û derûnî tune ye, yan jî ew rêbazek kozmetîkî ye yan adeta civakî ye, ne sedema rastîn a vê sûcê ye. Kesê ku sinetê dike, encamên wê baş dizane û li pişt wê armanc dike ku xwestekên zayendî yên jinan kontrol bike. Ev mijar bi texmîna civaka baviksalarî ji hemû qeyranên ku li ser sinetê derketine û encamên wê yên li ser jinan girîngtir e. Bingeha krîzê di hewldana civakê de ye ku reftar û adetên xwe li gorî hewcedariyên xwe saz bike, her çend ji bo bidestxistina vê yekê parçeyên bedena jinan qut bibin jî.
 Her wiha lêkolînera di warê zayendî û pêşveçûnê de, Emîra Ebdullfetah, dihesibîne ku meyla vê dawiyê ya hin rêxistinan û Encumena Niştîmanî ya ji bo entegrekirina mêran di kampanyayên li dijî sunetkirinê de cihê hêviyê ye, tevî ku ew nêzîkî 30 salan dereng ketibû. Tevlîhevkirina mêran li hemberî tundiya li ser jinan yek ji mekanîzmayên bi bandor e, ji bilî wê yekê ku pêwîstî bi xebateke xurt heye ku rê li ber diyaloga navbera nifşan veke ku yek ji amûrên girînge jî.
Sinet dibe sedema nexweşiyên derûnî û fizîkî yên heta dawiyê
Li aliyê din, Nadiya Cemal serpêhatiyek bi êş ku bi salan e ji sinetbûnê bi bandor bûye vegot ku ew jî ya jin û mêrek bû ku ji bo şêwirmendiyê hatibûn cem wê. Ji ber sedemên ku hevjîn nikare ewqasî tehemûl bike, krîz pir dibin. Piştî axaftinek dûr û dirêj, rastiya meseleyê derket holê. Mêr bi hebûna hevjîna xwe têkiliyeke samîmî hîs nake û ji dûrbûna wê diêşe. Piştî ku me çend caran hev dît û em axivîn diyar bû ku hevjîna wî rastî sineteke hovane hatiye ku wê bêhîs dike, ditirsîne û dihêle ew dûr bikeve.