Sebahat Tuncel: Dixwazin dîroka tevgera jinên Kurd bidarizînin

Di doza Kobanê de Girtiya siyasî Sebahat Tuncel beyanên weke ders da dadgehê û got: “Têkoşîna azadiyê ya jinan ku bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin ji bo cîhanê bûye mînak lê Tirkiye hewl dide tevgera jinên Kurd bidarizîne.”

Navenda Nûçeyan- Danişîna 45’emîn a Doza Kobanê bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ve dom kir. Danişîn, li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran û li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hinek girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn. Hinek siyasetmedaran jî hincet nîşan dan û tevli dozê nebûn. Di heman demê de parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û xizmên girtiyan di danişînê de amade bûn. 

Danişînê bi tesbîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel berdewam kir.

Sebahat Tuncel bal kişand ser Darwinizmê û destnîşan kir ku hê di 19 saliyê de di dîroka 30’ê Gulana 1431’an de li bajarê Rouen ku 10 hezar kes kom kirin li meydana Vieux-Marche bi saxî şewitandin û Jeanne d’Arc bi bîr xist û parastina xwe wiha berdewam kir: “Dadgehê jî heman seknê raber kir û ne li pey derxistina heqîqetê ye, berevajî vê rewşê, jiyana Kurdan û jinên Kurd hedef girtiye.”

‘Jinan li Kurdistanê navê xwe li dîrokê nivîsandin’

Sebahat Tuncel diyar kir ku jinên Kurd ji bo parastina ziman û çanda xwe têdikoşin û got: “Hûn dixwazin xeta azadiya jinan weke xeta sûc pênase bikin. Li gorî mêjiyê mêr jixwe her tiştê aydê jinan sûc e. Jinên Kurd di her kêliya dîrokê de ji bo wekheviyê têkoşiyan. Weke peyrewên wan em jî vê têkoşînê didomînin. Bi taybetî jî li hinek qadên weke qadên mêran tên zanîn, jinan li erdnîgariya Kurdistanê navê xwe li dîrokê nivîsandin.

Pêşengiya jinên Kurd û Elewî anî ziman

Sebahat Tuncel da zanîn ku her kes Selahaddîn Eyyubî nas dike lê biraziya wî Deyfe Xatûnê ku heta mirinê jî serî netewand nas nake. Li dijî Şahên Îranê û Mogolan li ber xwe da û wiha got: “Her wiha Fata Reş heye ku di pirtûkên dersan de weke ‘Kara Fatma’ tê pênasekirin. Fata Reş, weke Amazona Kurd dihat zanîn. Bi tirkî nedizanî. Li dijî elewiyan jî heman polîtîka heye. Pirsgirêkên xweser ên jinên elewî hene. Heta dozger hevala me Gulfer bi nasnameya wê ya elewîtiyê tawanbar kir. Ev yek di mutalaayê de jî nivîsandiye.

‘Ez hemû jin û gelên ku li Rojava li ber xwe didin silav dikim’

Yek ji jinên berxwedêr jî Arîn Mîrkan e ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiya. Ez tevahiya gelên li Rojava û jinên li dijî DAIŞ’ê şer kirin silav dikim. Heke ji berxwedana wan nebûya, niha em ê li Tirkiyeyek pir cuda bijiyana. Dibû ku em niha cîranên DAIŞ’ê bûna. Rêveberiya Tirkiyeyê li şûna Kurdan dixwestin bibin cîranên DAIŞ’ê. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî pergala serdest a mêr bexwedaneke mezin a jinan heye. Bi jinên li Îranê li ber xwe didin re îro dengê ‘jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê bilind dibe. Ji bo me jinan mijara aştiyê mijara herî sereke ye. Li dijî şer û zilmê em jin xwedî sekneke exlaqî ne. Em li dijî şer û zilmê li ber xwe didin.

Tecrubeyên cîhanê jî nîşanî me dane ku hêza jinên birêxistinkirî di guherandina kapîtalîzmê de xwedî roleke girîng e. Ev yek zîhniyeta li Tirkiyeyê ditirsîne. Sedema êrîşên li dijî jinên Kurd û krîmînalîzekirina jinên birêxistinkirî jî ev tirs e. Heta hûn hevserokatiyê jî weke sûc raber dikin. Yek ji tawanbariyên li Aynûr Aşan tê kirin jî parastina ‘hevserokiyê’ ye. Desthilata AKP’ê ji jinên Kurd pir tirsiya ji ber ku jinên Kurd têkoşîna civakî kirin. Tevî hemû zextan jî em di pergala hevserokatiyê de bi israr in.

Têkoşîna azadiyê ya jinan ku jinên Kurd pêşengiya wê dikin, ji bo hemû cîhanê bû mînak. Lê Tirkiye hewl dide jinên Kurd bidarizîne. Tirkiye, piştgiriyê dide rêxistinên mîna DAIŞ’ê ku dijminê jinan e. DAIŞ’ê jin qir kir û hûn wan jinên Kurd ên li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan, jinên Kurd ên bertek nîşanî wê dan didarizînin.

‘Pirsgirêka esasî ne pirsgirêka jinan pirsgirêka mêran e’

Pirsgirêka esasî ne pirsgirêka jinan, pirsgirêka mêr e. Zîhniyeta mêr rastiyên dîrokî berevajî dike û li civakê ferz dike. Bi hezaran salan e ev yek di rojeva me de ye. Weke jinên Kurd; em dixwazin gelên Rojhilata Navîn jiyana demokratîk, azadîxwaziya jinan û ekolojîk ava bikin. Li gorî me nabe ku çareserkirina pirsgirêka jinan bê taloqkirin. Ji bo vê jî em ji bo qewîmkirina azadiya jinan gavên xurt diavêjin. Zextên heyî, encama desthilatariya neteweperest û yekperest e. Lê tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome.”

Danaşîn wê piştî nîvroyê berdewam bike.