Salwa Kino: Divê îstîsmara aborî ya li ser jinên li gundewaran dijîn were bidawîkirin
Tevî hemû serkeftinên ku tevgera femînîst li Tûnisê bi dehan salan berê bi dest xistibû jî rastiya jinên gundî weke xwe maye, ew dûrxistinê dijîn ji ber polîtîkayên dewletê û partiyên ku rastiya wan tenê di dema kampanyayên hilbijartinê de bi bîr tînin.
ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Seroka Komeleya Piştevaniya Însiyatîfa Beşa Çandiniyê Selwa Kino El-Subaîe di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re, teqez kir ku divê modeleke aborî ku bikaribe rastiya jinên gundewar bi pêş ve bibe were çêkirin, ji ber ku jinên gundî di ronahiya diyaredeya xizaniyê de tên paşguhkirin û dûrxistin.
We di van demên dawî de ji bo temînata mafê jinan ê bidestxistina mîras kampanyaya parêzvaniyê da destpêkirin. Ev kampanya çawa dikare li qadan were aktîfkirin.
Destkeftiyên ku jinan berî dehsalan bi dest xistine, ji bo cîbicîkirin û sûdwergirtina wan hewldanên cidî pêwîst e. Ji ber ku dijwarî ne di wekheviyê de ye, di çawaniya gihîştina wî mafê mirovan de ye ji bo wekheviya rastîn. Ji ber sûdgirtina wê dê bandorek erênî ya girîng li ser pergala beşa çandiniyê bike. Zêdebarî ku piraniya jinên di beşa çandiniyê de dixebitin karkerên bi mûçeyên kêm ên di şert û mercên zehmet de ne.
Rêjeya jinên ku ji firehiyên zeviyên çandiniyê yên dewletê sûd digrin, pir lawaz maye, bi rêjeyek ku ji sedî 5 derbas nabe lê ji sedî 85 ên ku xwediyên zeviyên çandiniyê ne, bi riya girtina mafê xwe yê mîrasê ne. Ji bo jinan mîras riyek e ji bo destpêkirina projeyên di vî warî de û em dixebitin ku jin bi taybetî jinên gundî bigihîjin mafên xwe yên tevahî.
Divê em îstîsmara aborî ya ku li gundan rastî jinan tê ji bîr nekin, tevî ku rêjeya herî mezin a hêza karker a çandiniyê pêk tînin jî îro divê kar li ser redkirina wê ya mîratê bê kirin. Li gorî mafên mirovan û aliyê qanûnî di asta navneteweyî de ku wekheviyê rewa dike.
Di beşa sêyem a zagona li dijî tundîtûjiyê de behsa tundiya aborî tê kirin lê belê mîras weke mafekî aborî nehatiye destnîşankirin. Em dixwazin ev beş were nûvekirin û em teqez li ser guhertina xala 19'an a heman qanûnê dikin. Ev xal têkildarî cezayê darayî yê kesên ku sûcê şîdeta aborî dikin e ku di çarçoveya qanûna heyî de, ji cezayê ku bi sûcê şîdeta fizîkî, zayendî yan derûnî ve girêdayî ye, pir kêmtir e û ev yek ne maqûl e. Jinên ku çavkaniyeke wan a dahatê û serxwebûna aborî tune ye, li gorî yên ku di warê aborî de serbixwe ne, bêtir rûbirûyê tundutujiyê ne, ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku ev beş were nûkirin da ku ceza bibe astengî û em bikarin bandorê li mêran bikin ku mafê mîrasê bidin xwişkên xwe.
Di çalakiyên xwe de hûn bi giranî li ser jinên gundî disekinin, hûn dikarin çawa alîkariya wan bikin ji bo ku rewşa xwe baştir bikin, nemaze ji ber ku ew ji ber dûrketin û biçûkxistinê êşê dikşînin?
Jin di gundan de hem di warê çandiniyê de hem jî di asta malbatê de roleke girîng dilîzin ku ev yek nikare were paşguhkirin. Ji bo baştirkirina statuya wan hewldan di navbera hemû aliyên pêwendîdar de, bi taybetî saziyên dewletê û civaka sivîl de bi riya komeleyên ku li ser mafên aborî, civakî, çandî û siyasî dixebitin, hewce dike. Em weke komele bi nêzîkatiyeke ku baweriya wan bi wan heye dixebitin, ji ber ku em gelek caran dibînin, asta wê baweriyê li wan deveran ji ber zîhniyeta baviksalarî û mîrateya çandî diheje. Her wiha em hewl didin di warê teknîkî de piştgiriyê bidin şiyanên wan da ku karibin projeyên çandiniyê birêve bibin. Di sala 2021-2022’yan de du tecrubeyên me yên pir girîng çêbûn bi hevkariya nûnerên herêmê yên ji bo geşedana çandiniyê ku di warê çandiniyê de roleke sereke ya rêberiyê dilîzin û jinan di vî warî de agahdar dikin. Digel rola çavdêrî, kontrol û şopandina di warê geşedana çandiniyê de ku jin ji bo komkirin û serkeftinê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Em di komeleya xwe de bi hevkarên xwe yên wekîlên çandiniyê re hewl didin zehmetiyan derbas bikin, ezmûnek me li parêzgeha El Kef li bakur-rojava û ya din jî li Burj Al-Amri li parêzgeha Manouba hebû. Yek ji armancên me ew e ku em jinan bixin ber hilberîna berhemên çandiniyê lê ew rastî astengiyan tên di kirûbirê de diyar dibin ku hewce dike cihek ji bo bazara hevgirtinê ji bo firotina hilberînan were avakirin.
Nakokî li ser nûkirina xala 88'an ku karê komeleyan birêkûpêk dike hene, li gorî we çima ev tirs heye?
Ez dibînim ku pêdaçûna xala 88'an ne pêşînek e, ji ber ku xaleke taybet a Tûnis heye ku karê komeleyan bi rêkûpêk dike. Ew jî têrker e û çavdêriya karê wan dike. Em dibînin ku divê girîngî li ser her tiştê ku dê piştgirî bide beşa aborî û çandiniyê û pêşvebirina rastiya jinan li gundan her wiha ciwan û kesên bêkar ên xwedan bawernameyên bilind ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê heye. Ger mebesta guhertinê tirsa komeleyên bi fînansekirina derve û terorê re be, tê dîtin ku bi taybetî ev komele pereyên xwe bi rêbazên qanûnî yan jî bi riya Banka Navendî derbas nakin. Rêbazên wê ne qanûnî ne lê komeleyên din ên ku bi dilpakî û niştimanperwerî kar dikin ji bo piştgirîkirina hewldanên dewletê yên ji bo peydakirina derfetên kar û beşdariya pêşveçûnê û alîkariya komên ku bi dûrketinê dijîn, wek jinên li gund, taxên gelêrî û bajaran dê ji xala guhertinê bandor bibe û çalakî û qada xebata wê were kêmkirin. Hat dîtin ku biryarnameya di sala 2011'an de hatibû derxistin ji bo şopandin û çavdêriyê têrker e.
Gelo jinên Tûnisî bi mêran re gihîştine asta wekheviya tam?
Di makezagonê de xalek heye ku wekheviya zayendan destnîşan dike û me piştî şoreşê jî ev yekê xwest lê li ser rûyê erdê mijar bi tevahî cuda ye. Em li navendên biryardanê, şaredariyan wergerek nabînin. Tiştê ku îro li Tûnisê ji me kêm e û divê em li ser bisekinin, guhertina reftarên derûnî ye. Ji ber ku em beriya şoreşê çêtir bûn. Lê piştî sala 2011'an, tevî liv û daxwazên berdewam û xalên li ser mijara wekhevî û mafên jinan di destûr û qanûna bingehîn a li dijî tundiyê ku di sala 2017'an de hatiye derxistin, zîhniyet paşve vegeriya tevî hemû hewldanên civaka sivîl ku bi mafên jinan, wekheviya tam û girîngiya hevsengiyê di hemû waran de bawer in.
Ez dixwazim bi bîr bînim ku xebata ji bo parastina mafên jinan xebateke rojane ye ku di seranserê salê de berdewam dike û ne girêdayî bûyerên herêmî û navneteweyî ye. Tevî ku 8’ê Adarê wekî astek girîng hat hesibandin jî ji bo piştgirîkirina mafan bi awayekî zelal û ji aliyê desthilatdarî û biryarderan ve hat binavkirin.