Salek û çar meh ceza dan Dayika Aştiyê Fatma Turan

Di daneşîna doza Dayika Aştiyê Fatma Turan hat dîtin salek û 4 meh cezayê girtîgehê li Fatmayê hat birîn.

Colemêrg - 17’ê Îlona 2020’an bi hinceta “Heqaret li serokomar kiriye” doz li Dayika Aştiyê Fatma Turan hat vekirin. Fatma tevlî yekem danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliyê hat dîtin nebû. Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Colemêrgê Sînem Seven daneşîn şopand. Şandeya Dadgehê di derbarê Fatmayê de bi hinceta “Teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê” salek û 3 meh, ji sûcê “Pesnê sûc û bersûc dide” mehek cezayê girtîgehê da. Dadgehê ragihandina cezayê Fatmayê taloq kir.