Runiştina doza êrîşkar Mûsa Orhan ê bû desema mirina Îpek Er hat dîtin

4’emîn runiuştina doza çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku destdirêjî li Îpek Er kir û bû sedema mirina wê dest pê kir.

 
Sêrt- Çawişê pispor Mûsa Orhan li Sêrtê destdirêjî li Îpek Er kiribû û Îpek Er ji ber vê sedemê dawî li jiyana xwe anîbû. 4’emîn runiştina doza Mûsa Orhan ê kujer ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” negirtî tê darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê tê dîtin. Malbata Îpek Er û parêzerên wan, parêzerên endamên baroyên Amed, Sêrt, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê beşdarî runiştina dozê bûn. Polîsan derdor û hundirê edliyê dorpêç kirin û rojnamevanên xwestin dozê bişopînin asteng kirin.