Rojnamegera Îranî Mahtab Gulîzade ji bo îfadeyê hat gazîkirin

Rojnameger Mahtab Gulîzade bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî ji bo îfadeyê hat gazîkirin.

Navenda Nûçeyan - Rojnamegera Îranî Mahtab Gulîzade bi parvekirinek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji bo lêpirsînê bangî wê yê qereqolê kirine. Mahtab Gulîzade ku agahiya der barê wê de bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyayê bi îdiaya "li dijî ewlekariya neteweyî hatina li gel hev û xizanî" lêpirsîn hatiye destpêkirin ragihand û wiha got: "Nêrînên min bi binpêkirina ewlehiya neteweyî yan jî peymanên ewlehiya neteweyî tê lêpirsînkirin. Komara Îslamî bikarneanîna çarşef û teşwîqkirina werzîşê wekî teşwîkkirina xizaniyê pênase dike.”

Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di bin zextan de ye

Mahtab Gulîzade bi nasnameyek rojnamevanî ku di qadên aborî, siyasî û mafên jinan de bi aktîf dixebite tê naskirin. Mahtab Gulîzade ku di gelek rojnameyan de dixebitî, di heman demê de rojnamegeriya serbixwe jî dike. Roja 7’ê Tebaxa 2021’ê, sîxurên Mihefiza Şoreşa Îslamî bi zorê ketin mala rojnamevan û pasaport, telefona destan, leptop, amûra qeydkirine, rehbera telefonê û deftera tebiniyan jî di nav de dest danîn ser hemû kelûpelên wê. Mahtab Gulîzade gelek caran ketiye ber destên dadweriyê, îfadeya wê hatiye girtin û di girtigehê de maye. Di Kanûna 2021’ê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi sûcdarkirinê hat girtin û bi kefalet hat berdan. Qedexeya derketina derve ya rojnamegeran hê jî didome.