Rojnameger Hîkmet Tûnç li Dadgeha Wanê îfade da

Bi îdiaya di nûçeya xwe de "Heqaret" li qeyûm kiriye bêyî ku îfade bide li rojnameger Hîkmet Tûnç ceza hatibû birîn. Di encama îtîrazê de doz carek din hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Danîşina doza rojnameger Hîkmet Tûnç di 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê hat dîtin. Di danişînê de îfadeya Hîkmetê hat girtin. Hîkmet di îfadeya xwe de diyar kir ku heqaret li kesekî nekiriye û li ser esasê rojnamegeriyê nûçe çêkiriye.

Bi hinceta di nûçeya xwe ya bi sernava "Piştî xirakirinê windabû" de "Heqaretê" li qayûmê Bêgir Harûn Yucel kiriye 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Beyî îfadeya Hîkmet Tûnç bê girtin cezayek wisa hat dayîn. Parêzer derbarê cezayê de îtîraz kir û doz îro carek din hat dîtin.