Roja Jinên Tûnisê û têkoşîna 65 salan
Her sal 13'ê Tebaxê weke Roja Jinên Tûnisî li Tûnis tê pîrozkirin û ji aliyê tevgerên jinan ve bi çalakiyên cihê reng tê pêşwazî kirin. Îsal ev roj dikeve 65'emîn salvegera derxistina Kovara Rewşa kesane k udi aliyê zagonî de maf û azadiya jinên Tûnisî diparêze.
ZİHÛR EL-MEŞRİQÎ
Tûnis - Hêjayî bibîrxistinê ye ku Qanûna Rewşa Kesane komek qanûn e ku di pêvajoya azadiya jinê de guhertinên radîkal û girîng pêk aniye. Bi alîkariya vê zagonê kêmek pêşî li pir zewacî û hevberdanê hat girtin û bi şertê razîbûna her du zayendan dikare ev her du pirsgirêk bê çareserkirin. Di heman zagonê de mafê serweriya zarokê da dayikê. Gelek femînîst bawer dikin ku hin tiştên ku di Kovara Rewşa Kesane de hatine, nivîsîn di perspektîfa heyî de êdî ne li gorî hêviyên jinên Tunisî ye û daxwaz dikin ku nirxandinên cuda di kovarê de bên dîtin ku li gorî geşedana fikrî û belavbûna zanistî ya dema niha be. Di vê raporê de, em nêrînên femînîstên Tûnisî yên ku di parastina mafên jinan de çalak in ku ji ajansa me re li ser girîngiya pîrozkirina Roja Jinên Tunisî diaxivin belge dikin. Seroka berê ya Komela Jinên Demokrat ên Tûnisê, Yusra Ferous li ser mijarê nirxandinên giring kir.
"Kovar di sembolîzma xwe de girîng e"
Yusra dibîne ku Qanûna Rewşa Kesane êdî ne li gorî rastiya jin û civaka Tûnisî ya îro ye, nemaze bi pêşkeftina ramana femînîst û tekez dike ku girîngiya nirxandina wê ji bo pêkanîna şoreşek femînîst a rastîn giringe. Yusra Ferous bilêv dike ku Kovar di sembolîzma xwe de girîng e, lê hindek kêmaniyên wê hene û ew Femînîstan teşwîq dikin ku têkoşînê bidomînin da ku hin guhertinan pêk bînin, wek guhertina nerîna ku zewac weke serkeftinekê ji bo mêre lê avakirina malbatekê berpirsiyariyek hevbeş a di navbera du aliyan de ye û ne maqûl e ku yek teref tenê vê berpirsiyariyê bicîh bîne.
Hunermend Sulaf jî pêdivî bi guherîna naveroka kovarê dît
Hunermenda Tunisî Sulaf El-Dehibi jî despêkê Roja Jinên Tunisê pîroz kir got: "Her bîranîn fersendek e ku em mafên jinên marjînal û tunebûyî di di serî de di qada çandê de û di her warî de bibîr bînin." Sulaf bal kişand ser mijara wekheviya di navbera herdû zayendan di warê maf û erk de û ew wekî stûna herî berçav a demokrasiyê bi taybet ji ber ku ew nivisa bingehîn a peyama civakî ya ku ji şoreşa 2011'an pêk tê nirxand. Hunermenda Tûnisî Sulaf tekez kir ku Kovara Rewşa Kesane ji bo jin û civakê bi tevahî destkeftiyên hêja û pêngavek kêrhatî bi dest xistiye, tevî deskeftiyên di kovarê de hatî behs kirin, pêdivî ye ku ew pêşdeçûnan li gorî rastiya jinên dema niha were sererastkirin. Her wih tevê siyasetên sîstematîk jî Sulaf El-Dehibi dibînin ku jin cihê hêviyê ji bo guhertin û sererastkirinane.
“Di pêvajoyek şideta ser jinê zêdebûyî de em nikarin Roja Jinên Tunisê pîroz bikin”
Rojnamevan Dora El-Rabhî jî destnîşan kir ku ew dibîne tiştekî pir xemgînîye ji bo hemî jinên li Tûnisê ku ew salê du caran di Roja Cîhanî ya Jinan û Roja Jinên Tûnisê a Neteweyî de têne pîroz kirin û bîranîn û destnîşan kir ku şahî û cejnên çêdibin daxwazan pêknayîne ji ber wê li cihê şanaziyê ew wan xemgîn dike. Dora El-Rabhî balê dikşîne ser negihştina rayedaran ji bo danîna pransîba wekheviya zayendî bi taybet di bazarên kar de di demê zêdebûna bêkariya jinan de namze li herêmên xizanî zêdeye û wiha dom kir: Jinên karker rastî binpêkirinek berçav a mafên weke meaş û zêdebûna demjimêrên xebatê tên, ev yek jî piştrast dike ku qanûnên kar li Tûnisê prensîba cûdakariyê diparêze ku ev qanûn bi giştî alîgeriya mêr dike. Tevî ku hin ramanên tarî yên ku dixwestin çarenûsa pêşkeftina xebata femînîst a li Tûnisê kontrol bikin û fedekariyên wê kêm bikin hîn jî hene lê israr kirin di warê xwepêşxistin û tekoşîn kirina ji bo zêdekirina destkeftiyan vê yekê hêz û hevgirtina jinan zêde kir. Jinên Tûnisî ji dema serxwebûnê ve bi tena serê xwe maf û azadiyên xwe bidestxistin. Piştî ku wan di eniyên pêş ên şerê li dijî mêtingeran de cih girtin û ew bûn ku di derketina Kovara Rewşa Kesane de rol lîstibû. Di van demên ku şideta li ser jinan zêdebûye de em nikarin Roja Jinên Tunisê bi şahiyan pîroz bikin."
“Her diçe rêjeya jinan di nava dezgehên hikumî de dadikeve”
Rojnameger Dora bal kişand ser aktîvkirina qanûna dijî şidetê û girankirina cezayan ji bo kesên şidet pêkanîne û ev tişt lê zêde kir: “Bi rêka qanûna hejmar 58'an a ku di 11'ê Tebaxa 2017'an de li ser rakirina şideta li ser jinan hatiye derxistin.” Dora bûyera Rifqa El-Şarnî jî bibîr xist û got: “Ji derveyî wê jî gelek jinên ku ji aliyê hevjîn, bav an jî birayê xwe ve şidetê dibînin û têne kuştin hene. Girîngiya koordînasyona di navbera komeleyên cûda ên jinên Tûnisê ên cuda û Wezareta Jinan de ji bo meşandina kampanyayên berfireh ên şermezarkirina şîdeta li ser jinan pir zêdeye.” Dora Xalên sereke yên bendên 21 û 46’an ên Destûra Bingehîn a Tûnisê de li ser wekheviya di navbera jin û mêran de hatî nivîsîn û peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Li Dijî Cudakariya li Dijî Jinan wê ev hemû bi bîr xist û wiha dom kir: “Niyet tune ku piştgiriyê bidin jinan di cihê biryargirtinê de, lê berovajî vê hewildan hene ku beşdarbûna wan di dem û dezgayan de kêm bike. Ji xwe Nûnertiya jinan di hukûmetên de kêm bûye, ji ber ku tayînkirina jinan di navendên siyasî de daxistine hejmara ji sedî 30, sala 2014'an jî ev rêje daket ji sedî 15, sala 2018'an û di vê heyamê de temsîliyeta jinan a di hikûmetê de ji sedî 12 derbas nekiriye. Di Serokatiya Komarê de jî ji sedî 14 ji tevahiya serlêdanan, di demê ku rêjeya jinan di parlemanê de piştî sala 2011'an nêzî ji sedî 30 bû, paşê daket ji sedî 27 û îro jî naghêje rêje ji sedî 23'an jî.”
“Maf ji bo werzîşvanên jin”
Werzîşvana bazdanê a Tûnisî Necat Silêman jî pirsgirêkên jin di aliyê werzîşê de pêre ru bir u tên wiha anî ziman: "Salvegera derxistina Kovara Rewşa Kesane ji bo her jinek Tunisî ya ku azadîxwaziya xwe pejirandin û xebatê ji bo bilindkirina ala welatê xwe geriyaye, girînge. Pîrozkirina vê cejnê wezîfeyek neteweyî ye ku piştgiriyê dide rewşa jinan û kêmasiyan berçav dike da ku li ser bisekine û ji holê rake. Tevî destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, metirsî hene ku li ser kêmbûna rewşa wan di nav qeyranên ku welat tê re derbas dibin û kêmbûna nûnertiya wan di astên biryardanê de ku bûye sedem kêmbûna çareserkirina pirsgirêkên jinan.”
Necat êşa û pirsgirêkên mezin ên ku werzîşvanên jin li Tûnisê dikşînin anî ziman û got: “Dewlet dixebite ji bo ku wan Marjînalîze bikin, tenê ji ber ku ew jinin tevî nasnavên mezin ên ku wan di qada werzîşê de bidest xistine jî nirx û giringî bi keda wan nayê dayîn."
Necat bilêv kir ku hêviya wan weke werzîşvanên jin ji rêveberiya heyî ewe ku giringiyê bi xebata werzîşvanên jin û hemî jinên marjînalkirî û derfetên wekhev ji destê wan hatî girtin bidin.
“Divê jin bi destkeftiyên xwe yên herî biçuk jî serbilind bin”
Nivîskara giştî ya Komeleya Jinan "Weşim" Yousra Chikhaoui cejna jinên Tunisê pîroz kir û hêviya xwe anî ziman ku di jiyana siyasî de weke jin cihê xwe bigirin û di biryardanê de bi qasî ku heq kirine were temsîl kirin, ku temsîliyeta wê di salên dawî de tevî xebata jinan kêm bûye.
Yousra Chikhaoui got: “Divê jin bi destkeftiyên xwe yên herî biçûk serbilind bin û xwe ji kompleksên civaka otorîter û zihniyeta mêrsalariyê ya ku sînordariyan li ser pêşkeftina wan dike û wan ji tirsên ku civakên baviksalarî dixwazin li ser jina ava bikin xwe rizgar dikin. Azadiya jina Tûnisî ya ku li welatek zagonî mezin bûye ku bi tundî maf û azadiyên jinan diparêze. Tunis bi gelek qanûnên ku ji bo jinan bi ser ketine dewlemend e û divê were parastin û pêşxistin. "