Rêxistina Nawazî hewl dide qalibên civakî yên ku mafê jinê binpê dike bişkîne

Armanca rêxistina Nawazî ew e ku bi perwerdekirina jinan bikaribe tabûya civakê ya li ser têgeha zayendê bişkîne û jinan perwerde bike.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Hanin Bouchoucha diyar kir ku armanca rêxistina Nawazî ew e ku tabûyên di civakê de li ser têgeha zayendî hene ji holê rabike. Bi pêşxistina planên stratejîk ji bo jinan di paşerojê de, piştî kêmbûneke berbiçav di dahata wan de ye, yekem çalakiyên xwe ji dewreyeke bi navê jinên koçber re li Lîbyayê; koçberiya adil û bi ewle ye.
Rêvebera Rêxistina Nawazî ya Lêkolînên Zayendî Hanin Bouchoucha der barê damezrandina rêxistinê de ji ajansa me re axivî û got: “Weke lêkolînerên di warê zayendî de, me dît ku bi giştî di destkeftiyên jinan de kêmbûneke berbiçav heye û ev kêmbûn di nava dezgehên dewletê yan jî bi pratîka rojane ya jiyana giştî derdikeve holê. Ji ber vê yekê me biryar da ku bi kargeh û bernameyên rasterast û di semînerên pêwendîdar ên di vî warî de em li ser sererastkirina têgeha zayendî û nûvekirina wê bi awayekî nû bixebitin. Rêxistin di destpêka sala 2021’ê de bi riya Komîsyona Civaka Sivîl li Bîngaziyê hat ragihandin. Du beşên wê hene, ya yekem aliyê çandî bi nasnameya çanda Lîbyayê ya jinên Lîbyayî di civaka Lîbyayê de girêdayî ye, ew jî cureyek ji cureyên xweşiyê ye ku jin ji bo xemilandina porê xwe li xwe dikin û tevî çandên cuda, çi li Rojhilat, Rojava û Başûr, çi Ereb, Berber, Tebû, Tuareg wekî hev in. Ya duyemîn jî wateya hevpar a di zaravayê Lîbyayê de ye. Nawazî tê wateya em hildibijêrin, ji ber vê yekê jî piştî çend navan hatiye hilbijartin ji ber ku ji bilî wateya hilbijartiye pêwendiya wê bi mîrateya me ya çandî ya jinan ve heye.”
“Proje li ser du stûnan hatiye avakirin”
Hanin Bouchoucha da zanîn ku rêxistina wan armanc dike tabûyên di civakê de li dora têgeha zayendî ji holê rake, bi danîna bingehek ji bo kontrolkirina vê têgehê û bibe stûnek ji bo avakirina bername û planên stratejîk ji bo jinan di pêşerojê de û got: “Rêxistin niha bi hevkariya saziya Friedrich-Ebert-Stiftung/Lîbya li ser projeya ‘Jinên Koçber li Lîbyayê: Koçberiya Adil û Ewle’ kar dike, nemaze ji ber ev mijar bi geşedanên dawîn ên li Lîbyayê re der barê ne qanûnî de hat girêdan. Fikir ew bû ku li ser koçberiya navneteweyî bi giştî û encamên wê yên li ser zayendê biaxivin, ji ber ku herî zêde jin di vê riyê de zirarê dibînin. Proje li ser du stûnan hatiye avakirin. Ya yekem bi riya platforma dîjîtal rêze atolyeyan li dar dixe û du rojan berdewam bike ji ber ku xala yekem bandorên koçberiyê û pîvanên wê digre û ji nîqaşên bi beşdarên komxebatan re, pêşniyarên ku ji nîqaşên bingehîn ên di navbera me û beşdaran de derdikevin têne formulekirin. Xala duyemîn nîqaşkirina têgeha jinbûna koçberiyê ye û her wiha girêdana di navbera armancên geşedana domdar û koçberiyê de digre nava xwe. Her wiha me li ser aliyên qanûnî yên têkildarî koçberiya neqanûnî û dîroka qanûnên li pey hev ji bo çareserkirina vê diyardeyê bi taybet li Lîbyayê nîqaş kir. Di heman demê de me  li ser têkiliya qaçaxçiya mirovan û sûcên navneteweyî bi fenomena koçberiya neqanûnî re nîqaş kir. Aliyek din jî li darxistina sempozyûmek li ser koçberiyê bi wateya wê ya giştî ye û dê di dawiya projeyê de sempozyûmek li ser mafên karkerên koçber were lidarxistin.”
“Tevgera femînîst di gelek pêvejoyan re derbas bû”
Hanîn têkildarî projeyên heyî yên rêxistinê û guhertina ku li ser jinên Lêbyayî piştî sala 2011’an çêbû de dibêje: “Yek ji girîngtirîn projeyên ku em niha li ser dixebitin, projeya hilbirîna vegotina femînîst ji bo pêşvebirina dadmendiya zayendî bi riya podcastan û dê ji 13 beşan pêk were bi rêjeya yek xelek her hefte yan du hefte were dayîn. Ji aliyî dîrokî ve tevgera femînîst di gelek pêvejoyan re derbas bû û her pêvajo seroka xwe hebû. Ew di salên 1940 û 1950’yan de dest pê kiriye û fermandarên wan Khadija Al-Jahmi, Hamida al-Anizi, Zeîma Baroni bû. Di salên 60 û 70’an de li Lîbyayê tevgera jinan a mezin hebû bi riya komele û rêxistinên wekî Komeleya EL-Nahda ku di nav civaka Lîbyayê de bandorek wê ya girîng hebû. Têketina jinan bi gelemperî ji bo perwerdeyê bû. Em ji bîr nakin ku dewleta Lîbyayê welatê yekem li herêma Ereban bû ku di sala 1989’an de jineke dadwer wezîfedar kir. Lê her çend hin kesan got ku ev wezîfedarkirin ji bo armancên siyasî ye jî ev bi navgîniya xebata jinan di warên curbecur de bû.”
Rêvebera rêxistina Nawazî ya Lêkolînên Civakî ya Hanin Bouchoucha di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevgera jinan a sivîl di van demên dawî de çalak bûye, tevî hin rewşên kuştinê, şîdeta siyasî ya li ser jinan û her wiha şîdeta dîjîtal. Lê belê ruxmê ku ev tevger bû şahidê lezbûnek û hilbirînek femînîst li ser hemû astan jî dîsa hewceyî incubatorek mezintir e.”