"Rapora ku ATK'ê derbarê Aysel Tugluk de amade kir ji zanistiyê dûr e"

Ji Baroya Amedê Hatîce Demîr bertek nîşanî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a teşhîsa nexweşiya demansê danîne ser amade kir da, diyar kir ku di raporê de di îdianameya derbarê Aysel Tugluk de dirêj cih nedayîn sî avêtina ser zanista raporê ye û balkişand ku sedema rewşa bingehîn ya vê jî nasnameya siyasî ya Aysel Tugluk e.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandirayê ya Kocaelî tê girtin û teşhîsa nexweşiya "demansê" lê hat dayin, tevî rapora "nikare li girtîgehê bimîne" dema cara duyemîn birin Saziya Tiba Edlî (ATK)ya Stenbolê û rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hat dayin. Jinan bertek nîşanî biryara hatî dayîn dan û xwestin ku Aysel Tugluk a ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikare di girtîgehê de bimîne demildest bê berdan.
"Rapor ji zanistê dûr e" 
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Hatîce Demîr diyar kir ku ev rapor ji zanistî dûr e û li dijî rêgezên exlaqî ye. Hatîce Demîr bal kişand ser wê ku di raporê de nayê nirxandin ka Aysel Tugluk wê bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne an na û destnîşan kir ku rapor ji bo der barê doza Kobanê ya ku Aysel Tugluk jê dihat darizandin de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dikare parastina xwe bike an ne hatibû xwestin.
"Bêyî nirxandina daneyên tibî biryar hat dayîn" 
Hatîce Demîr bi bîrxist ku di raporê de der barê binçavkirina wê de tiştek tune ye û axaftina xwe wiha domand: "ATK li şûna ku mijara ji wê tê xwestin binirxîne û dema ku fîlên derbarê Aysel Tugluk pêk hatin bêyî ku tu daneyên tenduristiyê binirxîne, rapora ‘berpirsiyariya ceza’ amade kir. Dîsa ATK divê binirxîne sedema sereke ya sewqa Aysel Tugluk ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên heyî dikare parastina xwe bike an ne, tê fêhmkirin ji vê yekê jî reviya ye.”
"Dijî exlaq û quralên bijîşkiyê ye"
Hatîce Demîr dbilêv kir ku di îdianameya derbarê Aysel Tugluk de dirêj cih nedayîn sî avêtina ser zanista raporê ye û balkişand ku sedema rewşa bingehîn nasnameya siyasî ya Aysel Tugluk e. Hatîce Demîr eşkere kir ku di raporê de ji bilî beşên pirsgirêkên tên dîtin, pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tugluk jî hatine tesbîtkirin û got: “Pirsgirêka sereke ya di raporê de ew e ku ATK’ê ji tespîtkirina ku jê tê xwestin ku diyar bike ka Tugluk ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dikare di doza ku tê darizandin de parastina xwe bike yan na direve. Di raporê de dirêj cih dayîna îdianameya derbarê Aysel Tugluk, bersivnedayîna daxwaza dadgehê û nenirxandina raporên berê nîşan dide ku ji zanistê dûr û li dijî rêgezên exlaqî yên tibî hatiye amadekirin. Ji ber vê sedemê bijişkên ku rapor îmze kirine, dikarin bi berpirsyariya sûc û îdarî bên darizandin.”