Qanûn û civak rê nadin jinên Lîbyayî ku serokatiyê bikin

Hê jî di civaka Lîbyayê de di warê astên serokatiyê de, nemaze di meclisên herêmî û şaredariyan de, ferqek zayendî heye û jin di civakê de ji mêran kêmtir jêhatî tên dîtin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Benxazî - Di sala 2013’an de, Komîteya Navendî ya Hilbijartinên Meclisa Şaredariyan li Lîbyayê piştî şoreşa sala 2011’an yekem hilbijartinên şaredariyan di dîroka welat de organîze kir û ev encûmen niha xwe amade dikin bo lidarxistina duyemîn hilbijartinên şaredariyan piştî çend salan ji nakokî û şerên li nav bajar û navçeyên Lîbyayê.

Meclisên şaredariyan li Lîbyayê ku hejmara wan 90 e, hê jî kêmbûnek girîng a kadroyên pêşeng ên jin dijîn, ji ber ku nahêlin jin ne serokatiya meclisa xwecihî li herêm an taxa ku lê dijîn, ne jî serokatiya şaredariya ku tê de girêdayî wêne bikin. Li gorî pisporan çend sedem hene ku rê nadin jin di van encûmenan de astên serkirdayetiyê bigrin, hinek ji wan rewa dibînin û hinek jî di wê baweriyê de ne ku sedemên civakî bi awayekî berbiçav maf û azadiya jinan asteng dikin.

Ji bo naskirina qanûnên Lîbyayê û guncavbûna wan ji bo maf û erken jinan ên di destûrê de çalakvana mafên mirovan û parêzer Rawya El-Cazoyî ji ajansa me re axivî û wiha got: “Her çend di danezana destûrî ya welat de wekheviya tam di maf û erkên zayendan de hatiye destnîşankirin jî zagona jimare 59 a der barê xebatên meclisên şaredarî û herêmî de mafên jinan ên ji bo serokatiya van meclisan bi giranî binpê dike, ew jî di riya madeyên xwe yên zagonî ku 7 kursî ji mêran re û tenê kursiyek ji jinan re di serokatiya şaredariyên li welat de dide, bêyî berçavgirtina hejmara namzedên jin. Xala jimara 26 ya zagona jimare 59 a sala 2012’an der barê sîstema rêvebirina xwecihî li Lîbyayê de destnîşan dike ku meclisa şaredariyê dê ji hejmarek endamên ku bi dengdanan nepenî ya rasterast di çarçoveya îdarî ya şaredariyê de tên hilbijartin, bi şertê ku endamek jin û endamek ji kesên astengdar bi taybetî ji şoreşgeran be hebin.”

Rawya El-Cazoyî anî ziman ku temsîla zagona di nav meclisên şaredariyan de qanûnî kiriye ne rast e, nemaze ku di serjimêriya nifûsê li Lîbyayê de hejmara jinan ji hejmara mêran zêdetir e û wiha pê de çû: “Ez daxwaz dikim ku ev qanûn bê guhertin. Ez bang li Meclisa Nûneran a Lîbyayê û rayedarên qanûnî li welat dikim ku qanûnek bi rêkûpêkkirina karê şaredarî û meclisên herêmî li welat derxin, li gorî Danezana Destûrî û mafên jinan ên tê de hene. Jinên ku beşdarî meclisan dibin, ji ber kampanyayên neqanûnî yên ku li dijî wan tên kirin, bi taybetî bi riya malperên torên dîjîtal, ji bo dûrxistina wan ji qada siyasî, êşê dikşînin.”

Rawya el-Cezoyî li ser rola eşîretê di dûrxistina jinan ji qada siyasî ya Lîbyayê û redkirina hin eşîran ji bo hebûna jinan di hilbijartinên herêmî de axivî û wiha got: “Belavbûna çekan û şîdeta fizîkî û devkî ya ku li jinan tê kirin, dibe sedem ku jin ji qada siyasî dûr bikevin ji tirsa ku rasterast zirarê bibînin. Hin herêm û bajarên welêt ji ber sedemên civakî û eşîrî namzediya jinan a ji bo hilbijartinên şaredariyan red dikin. Ez bang dikim ku ji bo zêdekirina hebûna jinan di meclisên şaredarî û herêmî de kampanyayên hişyariyê bên organîzekirin. Her wiha kampanyayên parêzvaniyê û xîtabî Meclisa Nûneran a Lîbyayê jî ji bo zêdekirina kotaya jinan di wergirtina astan de û aktîfkirina rola wan di civakê de bên organîzekirin. Ez pêşniyar dikim ku meclisek taybet ji bo jinên Lîbyayî bê avakirin ku bi amadekarî û vejandina hêmanên jin ên bi bandor ên xwedî kapasîteya beşdariya siyasî be.”

Çalakvana sivîl û lêkolînera mijarên jin û zarokan Şîm Bûfenane li ser sedemên civakî yên ku rê nadin jinan di serokatiya meclisên xwecihî û şaredariyan de beşdar bibin axivî û wiha axivî: “Civaka li Lîbyayê civakeke paşverû ye ku azadî û mafên jinan sînordar dike û nahêle jin di astên cihêreng de di saziyên hikûmetê de cih bigrin. Piraniya jinên di civaka Lîbyayê de, di dema pêvajoyên hilbijartinê û dengdana di hilbijartinên herêmî û şaredariyan de, dengê xwe didin berendamên mêr û nadin jinan û ev yek ji ber çanda civakê ye. Eşîr di pêşxistina rola jinan di nava saziyên cuda de xwedî roleke girîng e. Hebûna jinan di astên serokatiyê de performansa karsaziyê çêtir dike.”

Rêxistina Kar a Navneteweyî di raporeke ku di sala 2019’an de hat weşandin de, li ser bandora hebûna jinan di astên serokatiyê de li çend welatan piştrast kir û bal kişand ser pêdiviya cihêrengiya zayendî di astên serokatiyê de di saziyên taybet û giştî de, ji ber ku ew GDP zêde dike.