“Pêjdebirina tevgera civakî ya bidestxistina mafê jinan giringe”

Dr. Sehar El-Sadanî destnîşan kir ku tevgerek civakî heye ji bo bidestxistina mafên jinan bûye alîkar û da zanîn ku pêwîst e bal bê kişandina ser hêviyên jinan ên sala nû.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Tevgera civakî li dora gelek pirsgirêk û mafên ku ji bo jinan hatine wendakirin belav bû, heya ku veguherî tevgerek cîhanî ya ku bi qeyranan tên rojevê û dîsa nîqaşa li ser mafên wan vekir. Ji bo em hîn zêdetir li ser bandora dozên jinan û encamên wan bisekinin, ajansa me bi Dr. Sehar El-Sadanî ku zêdetirî 20 sal in di warê alîkarî û geşedana domdar, perwerdekirin, piştgirîya derûnî û terapiya hunerî ya derbirînê de dixebite hevpeyvîn pêk anî.

Hinek bandora pîrozkirina roja jinên cîhanê nas nakin û hinek jî dibêjin ku ew tevger û kelecanê vedigerîne mijarên cuda, li gorî we li ser tevgera femînîst encamên vê bûyerê çi ne? Jina ku ji aliyê rêxistinî ve di nav saziyekê de cih digire, li hember yên din tercîha xwe heye?

Gelek kes derbarê bandora wê rojê ya li ser tevgera femînîst û pirsgirêkên jinan li çaraliyê cîhanê difikirin. Lê ez bawer dikim ku ew rojeke cejnê ye ku tê de divê nêrînên li ser balkişandina xwestek û armanca sala nû ya jinan were guhartin. Bila ew roj bibe rojek ku jin di lêgerîna şahî û bextewariyê de xwe pîroz bikin, roja ku jin xwe bi bîr bînin û hebûna xwe û rola xwe pîroz bikin. Atmosfera giştî tengezar e û êş dikşîne. Ev mijar pêwîstiya xwe bi pîrozkirina dayîk, jin û jina xebatkar heye ku bibe rojeke taybet da ku em pîroz bikin.

Her jinek xwedî rolek e ku li gorî pozîsyona wê diguhere. Rola dayikê heye, jin û keç, kedkar û rêber, hemû ji bo pêşketina malbat û civakê dixebitin. Ew rêxistin aliyê din a jina asayî ye û dibe ku dengê wê neyê bihîstin. Ev nayê wê wateyê ku ya din bêqîmet û bêbandor e, lê belê ew tenê meqam û rolên cuda ne. Em dibînin ku hinek jin bi şens bûn. Karîbûn hinek xwendinê bi dest bixin û hinekan jî nekarîn bidest bixin. Lê jin wek tevgera vê civakê û xala wê ya sereke dimîne û jiyana wê ya bandorkirin û guhertinê bi tevlêbûna wê re ne girêdayî ye. Ji ber ku ew bi xwe jî hebûnek paralel diafirîne. Ger bixwaze bi derfet û jiyanên herî hêsan, çi di nav xwe de, çi di nav malbata xwe de, çi jî li derdora xwe ya teng.

Tûndûtûjî bi hemû rengên xwe yek ji krîzên herî diyar e ku jinan di van demên dawî de jiyane. Hûn wek pispora derûniyê bi jinên ku rastî destdirêjiyê tên re çawan danûstandinê dikin û çi şîretan li wan dikin?

Axaftina li ser bandora tûndûtûjiyê û sedemên wê divê ji malbatê re were vegerandin. Ew nebata yekem ji bo zarokan e. Pêkhateya wê faktora sereke ye ku bandorê li tevgera zarokan dike. Çi nêr û çi mê, reflekes jî bi gelemperî encama tiştê ku di wê qonaxa girîng û hestiyar de di jiyana her yek ji me de hatine raber kirin ew e ku bi giranî bandorê li tevger û danûstendinên di pêşerojê de dike.

Dikare bê gotin ku hebûna bav û dayikek saxlem faktora sereke ye ku bi riya wê hemû cureyên tûndûtûjiyê ji holê radibe. Ji ber ku zarok li gor tiştê ku jê re hatiye dayîn mezin dibe û bi gelemperî di hişê wî de tê bicih kirin ku tiştê ew li malê dibîne, ew şeklê xwezayî yê ku divê malbata wî li ser be. 

Ji ber vê yekê em gelek behsa tendirûstiya zayînê dikin da ku zarokên saxlem biafirînin û her wiha tendirûstiya derûnî ji bo jiyanek normal misoger bike. Bi gelemperî dibînim ku piraniya alozî û pêkanînên şîdetê yên ku mêr li dijî jinan pêk tînin, ji ber bandorên ku di zarokatiya wî de li ser mêr hatine kirin in. Ji xwe gelek awayên şîdetê hene, di nav de bêhurmetî û guhnedana hebûna jinan, her wiha destdirêjiya devkî.

Bi dîtina we, amûrên ku jin bikaribin bi wê tacîz û her cure binpêkirinên bi vî rengî derbas bikin, çi ne?

Tecawiz û destdirêjiya cinsî bi hêsanî ji giyanê dernakeve û dibe ku her û her bimîne û azar bikeve ser milên mexdûran. Hîn ji wan ji tirsa vegerandina vê dîmenê li ser wijdanê wan bi rastî nikarin jiyana xwe berdewam bikin an bi asayî bijîn.

Min xortekî bîst salî nas kir û bi axaftina pê re, min zanî ku ew di zarokatiya xwe de ji aliyê yek ji xizmên xwe ve hatiye tacizkirin. Lê wî çîrok ji diya xwe re got ku di sitendina mafê zarokê xwe de tund bû. Ev hişt ku ew vê qeyranê derbas bike, tevî rewşa bi hêrs a ku dijiya. Ev dîmen û ji bilî wê, me vedigerîne rola malbat û bandora wê ku çawa zarokên xwe rehet bikin. Ji ber ku ew jîngeheke ewle ye dikare vê pirsgirêkê rehet bike, bi hembêzkirina zarokên xwe û piştgirîkirina wan. 

Her sal saziyên femînîst li ser dozên jin ên cûrbecûr xebat dikin, hûn bandor wan krîzên ku jin pêre êşê dikşînin çawan dibînin?

Tevgerek heye ku bi xebata li ser pirsgirêkên jinan, seknek civakî û zanîna ku digihêje herêm û cihên berfireh derbarê mafên jinan û cezayên ku li ser wan kesên ku destdirêjiyê kirine, çi bi devkî, çi bi fizîkî, tê afirandin.

Tevger û xebata li ser kêşeya jinan bandor li gelek têgehan jî kir. Mînak li ser mijarên mîrasê ku jin bi tevahî li ser wê bûn. Mînak li Misra jorîn zilam pê hesiya ku xwişka wî an jî jinên ku di malbatê de bi wî re xwedî mafekî mîrasê ye ku nabe were windakirin û paşguhkirin. Vê yekê jî alîkariya pir kesan kir ku mafên xwe bidest bixin. Bi saya hişyarî û zanîna ku li ser awayên derxistina mafên ku hatine dizîn belav bûye.

Di rehetkirina ji krîzan de çawa huner tê bikaranîn?

Huner yek ji rengên bandoreker e, ew peywendiyeke ewle ye ji bo derbirîna nêrînan a beyî tirsa ji refleksa civakê. Ji ber ku pir caran hişk e. Bikaranîna hûnera derbirînê di zelalkirina dozên cuda an jî daxwaza mafan de, pêywendiyeke ku gelek ji sazî û rêxistinan piştî dîtina bandora wê ya bi hêz ew hembêz kiriye.

Bi rêya hûnerê em dikarin civakê li ser xeteriya zewaca temen biçûk agahdar bikin û her wiha bi riya wê em dikarin bi rihetî karesetên ku jin di encama sinetkirinê rastê tê vebêjin û hişyariyê di nav kategoriyan de ragihînin.