Parêzer Harika li qereqolê rastî şîdetê hat

Parêzera OHD’ ê Harika Gunay Karataşa destnîşan kir ku dema ji bo hevditîna muwekîla xwe çû qaraqola Geverê rastî şîdeta fîzîkî û devkî hat.

 
MEDİNE MAMEDOGLU
Colemêrg – Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê, parêzer Harika Gunay Karataş, da zanîn ku dema ew ji bo hevditîna muwekîlên xwe çu li aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Gevera Colemêrgê rastî şîdeta fîzîkî û devkî hat. Harika diyar kir ku bêyî ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike li qereqola polîsan heqeretên zayendperestî lê hatiye kirin û bilêv kir ku ew piştre bi şîdeta fîzîkî ji aliyê leşkeran ve ji qereqolê hatiye derxistin. Harika Gunay Karataşa ji ajansa me re tiştên qewimî vegot û bibîrxist ku li hember muwekîlên wê, ku berê di heman qereqola polîsan de hatine girtin, bûyerên îşkencê hatiye jiyîn.
"Ez rastî şîdetê hatim"
Harika destnîşan kir dema ku ew li benda hevdîtina bi muwekîlê xwe yê li qereqola polîsan bû, leşker hat û got, "Fermandar dixwaze bi te re hevdîtinê bike", “dema ez çûm odeya fermandar jî min re got 'Ma dîsa tû, tû hatî bûyer derbixî? Em nafikirin ku baro te şandiye’ bi van gotinan bi min re dest bi axaftinê kir û hewl da ku têlefona min ji min bistîne. Di vê navberê de, ew rabû ser xwe û dema ku min jê re got ez wekî parêzer hatime vir û muwekîlê min girtî ye hewl da ku min ji odeyê derxe. Gava min got tu nikarî wiha bi min re biaxivî, wî milê min girt û got: ‘Wê çaxê ez te liv ir nahêlim, tu derkeve derve.’ Di odeyê de qasî sê deqeyan rastî şîdetê hatim.”
"Ez bi heqaretên zayendperest ji qereqolê hatim derxistin" 
Harika Gunay Karataş diyar kir ku ew ji aliyê dewletê û alavên wê yên îdeolojîk ve wekî dijmin hatiye îlankirin û wiha got: "Dema ku ez ji odeyê derketim, heman personelên leşkerî dîsa hatin cem min û bi lêdan û bi heqaretên zayendperest min bi dehfdan ji qereqolê dûr xistin. Ev di şexsê min de êrîşek li dijî parastin û têkoşîna jinan e. Ji ber ku em parêzerê gel in. Em parêzvanê xwezayê, jinan, gelê Kurd û Elewiyan in. Demek dirêje, em dibinîn ku dewletê bi polîtîkayên xwe dijmîntiya jinan ji hêla gelek rêbazên ve pêktine. Hewl tê dayîn zîhniyeta Talîban were nîşandan, lê em destûr nadin vê tiştê. "
“Me di der barê berpirsyaran de serlêdana sûc kir”
Harika Gûnay Karataş, bilêv kir ku ew ê li pêşberî van êrîşan teslîm nebin û da xuyakirin ku ew ê têkoşîna azadiya jinê li her qadê, li dadgeh û kolanan bidomînin û wiha pêde çu: "Ez dixwazim diyar bikim ku helwesta efserên dadrêsê, yên ku dema gel û jinên Kurd hatin qetil kirin temaşavan bûn, li hember parêzerên ku ji exlaqek ku mafê jiyanê diparêzin, nayê qebûl kirin û me der barê wê de serlêdana sûc kir. Em ê parêzvanên kesên ji aliyê dewletê ve hatiye cûdakirin aştî, demokrasî û mafê jiyanê biparêzin. Em bêdeng nabin û natirsin. Em ê li kolan, qad û dadgehan têkoşîna azadiya jinê bidomînin.”
OHD: Hevpîşeya me ne bi tenê ye
Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê, bertek nîşanî bûyeran da û got: "Endama komeleya me Parêzer Harika Gunay Karataş ji bo hevditîna muwekîla xwe ya di operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê yên li Geverê de hatin binçavkirin, li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê rastî şîdeta fîzîkî hat. Hevala me rastî heqaretên giran hat û bi tundî û şîdetê ew derxistin derveyî qaraqolê. Em vê êrîşa hovane, bi awayekî herî tund şermezar dikin.”