Nuzha Shalita: Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin li dijî xebitandina zarokan destwerdanê bikin

Li Lubnanê ji ber rewşa hejariya malbatan, her roja ku diçe hejmara zarokên karker zêde dibe û zarok neçar dibin kar bikin û zarokatiya xwe nejîn.

 
CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd- Ji ber rewşa aborî ya xirab li Lubnanê, diyardeya karkerina zarokan roj bi roj zêde dibe. koçberiya Sûriyeyê jî bandor li bilindbûna vê diyardeyê kir ku hejmareke mezin ji zarokên penaber berê xwe didin qadên kar û dixebitin. Li Lubnanê hejmara zarokên karker di van demên dawî de gelek bilind bûye, ji ber hejariyê zarok jî mecbûr dibin kar bikin.
Der barê rewşa karkirina zarokan û rola Wezareta Xebatê ya sînorkirina vê diyardeyê, ajansa me bi Seroka Yekîneya Têkoşîna Karkeriya Zarokan a Wezareta Kar, Nuzha Shalita hevpeyvînek taybet pêk anî û da zanîn ku ji ber rewşa aboriyê ya xirab zarok kar dikin da ku hinek jî be bi malbata xwe re bibin alîkar. 
“Li Lubnanê hejmara zarokên karker 100 hezar derbas kiriye” 
Nuzha Shalita der barê karkirina zarokan de wiha got: “Belavbûna vîrusa Covid 19 bû sedem ku zarokên ji hêla darayî ve tixûbdar in ji xwendinê bên dûrxistin. Nexweşiya Koronayê hişt ku paşketinek di dibistanê de çêbibe her wiha teqîna  Beyrûdê ya di  4’ê Tebaxa 2020’an de, hejmarek mezin ji zarokan ber bi bazara kar ve birin. Lêkolîna neteweyî ya berfireh ya ku di salên 2016-2017’an de hat kirin destnîşan kir ku hejmara zarokên Lubnanê yên karker gihîştiye zêdeyî 33 hezar û îro ev rêje di navbera ji sedan 20-30 zêde bûye. Ev tê vê wateyê ku hejmara zarokên Lubnanî yên kar dikin dora 45-50 hezaran e. Ji ber vê yekê hêjmara zarokên Lubnanî, yên Sûriyeyê û yên ku li ser xaka Lubnanê dimînin bêguman sed hezaran derbas kir. Karkirina zarokan li firoşgehan, mekanîka, karûbarên kesane û atolyeyên avakirinê û her wiha li îstasyonên çopê karên herî xirab in. Karkirina zarokan berpirsyariyek neteweyî ye ku dikeve ser milên her kesê ku di riya teftîşa xebatê û yekîneya têkoşîna karkeriya zarokan de çêdibe. Biryarnameya 8987 bikaranîna ciwanên di bin 18 salî qedexe dike ji ber ku zirarên laşî, derûnî û exlaqî li gel zarokan ava dike û nahêle ew xwendina xwe berdewam bikin.  Di heman demê de biryarname nahêle ku zarokên di bin 16 saliyê de beşdarî karên xeternak bibin ku zirarê dide tenduristî, ewlehî û behreya exlaqî ya wan. Me amûrek ji bo şopandina vê biryarnameyê nûjen kir, lê tevî vê yekê ta niha piraniya zarokan di beşa ne organîze de ne.”
“Derfetên wezaretê yên tixûbdar bi ewlekariya giştî re hemahengiyek heye”
Nuzha Shalita bal kişand ser hemahengiya wan a di navbera ewlekariya giştî ya Lubanên de û wiha domand: “Karînên wezaretê di vê mijarê de tixûbdar in. Ji ber ku tenê 30 yan 40 çavdêrî li hemû deverên Lubnanê hene lê hevkarî û hemahengiya me bi Ewlekariya Giştî ya Lubnanî re heye. Komîteyek hevkariyê ya hevbeş di navbera xwe de ava kir, ji bo guherandina qanûnên têkildarî karkirina zarokan, di beşa çandiniyê de.”
Rêjeya herî zêde ya zarokên dixebitin yên Sûriyeyê ne
Ewlekariya Giştî ya Lubnanî balê dikişîne ser karkerên biyanî û rêjeya herî mezin a zarokên ku di beşa çandiniyê de dixebitin piranî ji Sûriyeyê ne. Her wiha Komîteya Neteweyî ya Têkoşîna li dijî karkeriya zarokan jî bi biryarnameyek wezaretî û bi serokatiya Wezîrê Kar hat damezrandin. Komîte, wezaretên pêwendîdar ên wekî Wezareta Karûbarên Civakî, Dad û Navxwe, Perwerde û Tenduristî, Wezareta Çandinî û STK, ji bilî Ewlehiya Civakî, Sendîkaya Kedê ya Giştî û Komeleya Pîşesazan digire nav xwe. Komîte bal dikşîne ser pêşxistina plan û siyasetên ji bo têkoşîna li dijî karkeriya zarokan û çavdêrîkirina projeyên pispor ên ku li Lubnanê têne pêkanîn di derbarê rakirina vê diyardeyê de tê kirin.
Nuzha Shalita da zanîn hewl didin ji bo rewşa zarokan çareseriyekê bibinin û wiha got: “Ji hêla Wezareta Karûbarên Civakî ve teftîşa neyekser bi riya xebatkar û komeleyên civakî heye. Em hewil didin ku li kêlek vekişandina zarokan ji bazara kar, alternatîfan bibînin. Lê ji bo ku em rast bin, heta niha di vî warî de tu tevger nehatiye kirin, ji ber ku ne di rojeva dewletê de ye.”
 Nebûna diravê
 Nuzha Shalita bi bîr xist ku haya rêxistinên navneteweyî jî nebûna diravê heye û wiha got: “Ji sala 2019’an û vir ve, me tu dirav negirtiye û berê jî derfetên wezaretê kêm bûn. Gelo dê niha li gel van hemû qeyranên ku Lunan rastî tê wê çawa be ?. Em bang li rêxistinên navneteweyî û her kesî dikin ku alîkariya van zarokan bikin. Pêdiviya me bi dirav û piştgirya manewî û madî heye. Ji ber şert û mercên xirab yên ku em dijîn, vînek siyasî û biryarek navendî û navneteweyî tuneye ku alîkariya van zarokan bike. Ma em dikarin bi budceyek biçuk çi bikin, ger ji bo karkirina zarokan budceyek nayê veqetandin, berevajî vê  destkeftî têne piştguh kirin. Em hewl didin ku hişmendiyê bilind bikin û biryarderan teşwîq bikin, lê mixabin em gihîştine rastiyek dirûşman tenê û tu tiştê cidî tuneye. Ne li ser asta herêmî û ne jî li ser asta navneteweyî.  Divê hemû xebatkarên mafên mirovan û mafên zarokan ên ji bo rêxistinên navneteweyî û herêmî yekser bikevin tevgerê da ku piştgiriya teknîkî û madî ya pêwîst peyda bikin, ji ber ku em şahidê tawaneke mirovî ya li dijî zarokanin.”
“Zarokên li kolanan bi binpêkirinan re rû bi rû ne”
Nuzha Shalita di derbarê bandora karê zarokan li ser zaroktiya wan de wiha axivî: “Zarok li kolanan rastî destdirêjî, tecawiz, xeteriyên laşî, hişmendî û derûnî tên. Tu dibê qey bi zanebûn ev diyarde tê paşguhkirin. Gelo rêxistinên navdewletî û xwecihî yên peywendîdar li ku deverê ne? rola wan çi ye? Hin mallbat hene ji ber nezanina malbat û rewşa aborî ya xirab, 
zarokên xwe ji xwendinê qut dikin û berê wan didin bazara kar.”   
Nuzha Shalita bi rêya ajansa me bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin da ku vê diyardeya hejmara mezin ya zarokan bûye xeterî ji holê rabe û ev bang kir: “Rêxistinên navneteweyî her gav îdîa dikin ku ewê alîkariyê bidin welatên ku koçber hemêz kirine, lê piraniya vê alîkariyê wekî meaş û tezmînata îdarî ji karmendên wê re diçe. Ji ber nebûna alîkariyê em nikarin vê diyardeyê kêm bikin. Em di nebûna diravan de gelek zoriyan dikêşin û bêçare ne. Em bang li rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî dikin. Ger ew îro rola xwe neynin cih, wê kengê rola xwe bi cî bînin niha pêwîstiya zarokan bi alîkariyê heye.”