Nurcan ji mirinê filitî lê niha ji aliyê birayên mêrê êrîşkar ve tê tehdîdkirin!

Nurcan Kaplan û dayika wê Nezîre Demîr ji aliyê Tarik Kaplan ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû rastî êrîşa çekdarî hatin, tevî ku kiryar hat girtin jî hê jî gefên kuştinê digrin. Daxwaza her du jinên ku ji ber êrîşê hê jî baş nebûne tenê edalet e.

MEDÎNE MAMEDODLU

Amed- Nurcan Kaplan û dayika wê Nezîre Demîr ên li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê dijîn, di 1'ê Hezîrana 2021'ê de rastî êrîşa çekdarî ya Tarik Kaplan ê ku di pêvajoya telaqê de bû, hatin. Nurcan Kaplan û Nezîre Demîr dema ji sûkê vedigeriyan, di encama êrîşa ku li nîvê kolanê tast hatin de bi giranî birîndar bûn. Bersûc Tarik Kaplan ku ji cihê bûyerê reviyabû, di meha Tîrmehê de hat girtin û şandin girtîgehê. Nurcan Kaplan a ku bi mehan e tê dermankirin nikare vegere rewşa xwe ya berê, Nezîre Demîr jî êdî nikare bimeşe. Nurcan Kaplan a ku tevî 15 biryarên parastinê ji mirinê vegeriya, ji aliyê birayê kiryar Kadrî Kaplan ve tê tehdîdkirin û jê re dibêje, "Ger tu giliyê xwe paşve nekişînî, ez ê kurekî we bikim qurban û ew ê were te bikuje.” Nurcan Kaplan a ku li dozgeriyê serlêdana sûc kir, ji roja ku rastî êrîşê hatiye ve, di nava tirsê de dijî.

Çalakiya kiryaran wek “bi zanebûn” hat dîtin!

Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî êrîşê hat vekirin de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo Nezîre Demîr ku bi 2 guleyan bi giranî birîndar bû, bi sûcê "birîndarkirina bi zanebûn” û ji bo Nurcan Kaplan jî bi sûcê "bi zanebûn hewldana kuştina hevsera xwe" ceza hat xwestin. Parêzeran diyar kirin kiryar bûyer ne "bi zanebûn" “bi sêwirandinê pêk aniyê û destnîşan kirin ku di vê qonaxê de îdianame bi awayekî xemsarî hatiye amadekirin. Tevî nerazîbûnan ​​jî yekemîn danişîna dozê ya ku dest pê kir di 23'ê Adarê de hat dîtin. Danişîna duyemîn a dosyaya ku hê berdewam dike, di 10'ê Hezîranê de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dê bê dîtin.

"Tevî 15 biryarên parastinê jî ez ji mirinê vegeriyam"

Nurcan Kaplan dibêje ku piştî êrîşa ku rastî hatiye nikare vegere jiyana xwe ya berê, tiştên ku wê rojê jiyaye wiha vegot: “Ez bi salan rastî tundiyê hatim. Min gelek caran gilî kir, 15 biryarên parastinê hebûn. Piştî ku ez rastî tundiyê hatim, demek li stargehekê mam. Dema ku ez li stargehê dîmam, ji hevserê xwe min gefa kuştinê digirt. Ji ber ku temenê kurê min mezin bû, wî nedigirtin stargehê. Ji ber vê ez ji bo kurê xwe vegeriyam. Ev bûyer piştî vegerê hat serê min. Ez û dayika xwe diçûn sûkê, pêşî diya min dît û gule berda wê, ez reviyam çûm hundirê marketê. Li wir bêyî ku bisekine gule li min reşand, min wê gavê got her tişt qediya. Piştî li min û diya min gule reşand, vegeriya ba dayika min û bi qundaxa çekê li serê wê xist. Ez û dayika xwe ji mirinê vegeriyan.”

“Piştî me gulebaran kir polîs hatin ber derî”

Nurcan Kaplan diyar kir ku bi mehan e ew û dayika xwe tên dermankirin û dayika wê ji ber darbeya guleyê ku ji lingê xwe girt 2 caran emeliyat bûye û piştî êrîşê hem ew û hem jî dayika wê pirsgirêkên psîkolojîk û tenduristiyên fizîkî dijîn. Nurcan Kaplan dibêje ku  dayika wê Nezîre Demîr a ku tê payîn careke din emeliyat bibe, bi gopal dikere bimeşe û wiha axivî: "Piştî wê rojê hem ez hem jî dayika min dema di ber wê marketê re derbas dibin ew roj tê ber çavên me. Her derê min bi kêlan durûtine, dayika min jî nikare bimeşe. Me ewqas gilî kir, çi bû piştî ku gule li me reşand, polîs hatin ber derî. Wî mêrî jiyana min mehf kir. Ji rûyê min ve jiyana dayika min ji mehf kir.”

Ji aliyê birayên kiryar ve bi mirinê tê tehdîdkirin!

Nurcan Kaplan anî ziman ku ew dixwazin kiryar cezayê herî giran bigre û wiha got: “Ne 50, 100 sal jî cezayê girtîgehê bigre, dîsa kela dilê min danayne. Ger ew niha derkeve dê dîsa destpêkê hewl bide me bikuje. Ji ber vê yekê ez bang li saziyên edaletê dikim. Ji kerema xwe re cezayê ku heq dike bidin wî.” Nurcan Kaplan anî ziman ku piştî kiryar Tarik Kaplan ket girtîgehê ji malbata kiryar gef digre, bal kişand ku birayê kiryar Kadrî Kaplan wê bi kuştinê tehdît kiriye. Hat hînbûn ku Nurcan Kaplan a ku piştî gefên girt, çû dozgeriyê û serlêdana sûc kir, ji aliyê birayên xwe ve ji rastî gef û heqaretan tê.

“Bila jin netirsin xwe biparêzin”

Nurcan Kaplan di dawiyê de bang li hemû jinên ku weke wê rastî tundiyê tên kir û wiha axivî: “Bila jin netirsin. Bila wêrek bin û xwe biparêzin. Mafê tu kesê tune ye ku qesta kuştinan jinan bike. Werin em bi hev re bi hêz bin û li dijî van kujeran bisekinin."