'Nifirên’ Emîne Şenyaşar veguherîn îdianameyê

Nobeta “Edaletê" ya ku Emîne Şenyaşar dabû destpêkirin dewam dike. Dema ku wezaret û dozgeriyê bi lêpirsînan bersiv dan dengê wê, Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol pêvajo nirxand.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di diroka 9’ê Adarê 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, 410 roj in berdewam dike. Bêdengiya Wezareta Dadê û dozgeran a ji bo malbata ku her sibe ji navçeya Pirsûsê tên Edliyeya Rihayê û daxwaza edaletê dikin didome. Emîne Şenyaşar a ku zêdeyî salek e li ber edliyeyê daxwaza edaletê dike, di vê heyamê de 16 caran ji bo îfadeyê hat gazîkirin û bi hinceta heqaret û sûcdarkirina kesayetiya hiqûqî ya dewletê 4 dozên cuda li dijî wê hatin vekirin.

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a pêvajoya tê jiyankirin nirxand, diyar kir ku heta 'nifirên’ dayika ku edaletê dixwaze jî veguheriye îdianameyê û dijî wê derketiye. Sevda Çelîk Ozbîngol dest nîşan kir ku Emîne Şenyaşar bû mexdûrê bûyereke pir giran ya 4 sal berê hat jiyîn û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û got ku malbat çar sal in ji bo sûcdarên bûyerê bên girtin têkoşina edaletê didin.

“Di dosyayê de biryara nepenîtiyê hê jî didome”

Sevda Çelîk Ozbîngol balkişand ku aliyê dijberê bûyerê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û malbata wî hemû derfetên kamûyê li dijî malbata Şenyaşar bi kar tînin û da zanîn ku ev 4 sal in yek ji kesên ku êrîşê pêkanîne derketinê pêşberî edaletê. Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku di dosyayê de tenê Fadil Şenyaşar demeke dirêj girtî ye û wiha axivî: “Piştî ji dosyayê re biryara nepenîtiyê hat dayîn, dosya bû du beş. Dûvre di dosyayê de darizandin dest pê kir. Beşa ku biryara nepenîtiyê hat dayîn beşa herî girîng bû. Biryara nepenîtiyê ya li ser wê beşê hîn jî didome û Fadil Şenyaşar ji 30 sal zêdetir ceza girt. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîamek ku di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan pêkhat. Berpirsiyarên vê qetlîamê jî nehatin darizandin. Ji Kesên ku navên wan hatin tesbît kirin jî heta niha yek jî nehat girtin.”

"Gelek caran hewl hat dayîn ku çalakî bê rawestandin"

Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku piştî pêvajoya bêhiqûqiyê ya hat jiyîn Emîne Şenyaşar ji bo daxwaza xwe ya edaletê bîne ziman li ber edliyeyê dest bi "Nobeta Edaletê" kir û bi bîr xist ku Emîne Şenyaşar tevî jineke nexweş û pîr e jî salek zêdetire bi dest pê kirina seatê mesaî heta danê êvarê li ber edliyeyê dirûne. Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku dayik bi pankartên bi nivîsa "Ez edaletê dixwazim" çalakiya bêîtaetiyê pêktîne û got ev çalakî çalakiyeke rewa ye. Sevda Çelîk Ozbîngol di berdewamiya axaftina xwe de wiha domand: ”Destpêkê xwestin ev daxwaz bê rawestandin. Li ber edliyeyê hatin derb kirin û gelek caran bi awayekî neheq hatin binçavkirin. Her wiha di xala ku nehiştin daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman de jî, bi astengiyên takekesî re rû bi rû man. Lê berxwedana dayika Emîne û rondikên wê yên nasekne li wir hebûna êşeke mezin nîşan dida. Tevî vê jî dev ji vegotina gotina xwe û nû kirina daxwaza xwe ya edaletê berneda.”

“Nifirên dayikê veguherîn îdianameyê”

Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku dozger bi doz û îdianameyan bersiv dide daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar û derbarê doza ku hatiye vekirin û îfadeyên hatine dayîn de ev tişt parve kir: “Çend roj berê cara 16’emîn ji bo îfadeyê dayîne banga wê kirin. Daxwaza wê ya edaletê bi sûcdariyên heqaret li kesayetiya hiqûqî ya dewletê kiriye re rû bi rû ma. Nifirên wê veguherîn îdianameyê. Derbarê wê de çar doz hatin vekirin. Tevî vê jî daxwaz û têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar didome û dev ji ve berneda. Her cara ku li deriyê edliyeyê dixist, derî jê re nehatin vekirin. Lewre nifirên wê vediguherin îdianameyê, lê ev 4 sal in edaleta ku Emîne Şenyaşar dixwaze pêknay.”