Navenda Meryem a Çandî li Xezayê kampanyayek parêzvaniyê organîze kir
Li gorî Heba Skaik, zagona tasfiyekirina mîrasê dê mafên jinan (li gor temen û rewşa zewacê) bixe bin temînatê ku mîrateya xwe bi dest bixin û vî mafî paşve nexin û wan ji dest nedin. Her wiha dê bi lez veqetandina mîrasan misoger bike û piştrast bike ku her mîrateyek para xwe ya destnîşankirî bigre, ji ber ku dê yekîneyek îdarî li jêr Wezareta Dadê were damezrandin ku di warê mîrasan de pispor e û dê derfetên berfireh jê re werin dayîn.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Navenda Meryem a Çandî li Xezayê ji bo jîngeheke qanûnî ya dadmend û bi ewle ji jinan re, kampanyayek zext û parêzvaniyê organîze kir ku tê de gelek daxwazên di civîna xwe ya dawîn de bi Komîteya Zagonî ya Encûmena Zagonsaz re pêşkêş kiribûn Ew jî bi armanca erêkirina zagona tasfiyekirina mîrasê ji bo bidestxistina edaleta tam ji bo jinan, da ku jin mafê xwe yê mîrasê bi dest bixin, li gel cezakirina kesê ku vê yekê dereng dike.
Ev destkeftî yek ji çend mijarên girêdayî zagon û mafên jinan e ku ji aliyê Navenda Meryemê ya Çandî ve wek daxwaznameyek pêşkêşî Komîteya Zagonî di encûmena zagondanînê de hatiye kirin, ji bo temamkirina çendîn sererastkirinên rêbazî û bingehîn li ser hin zagonên cîbicîkar. Bi taybetî qanûnên şexsî û malbatî, ji bo dabînkirina jîngeheke qanûnî ya adil û ewledar ji bo jinên Filistînî.
“Pirsgirêk di aktîfnekirina zagonên rewa yên ji bo jinan de ye”
Der barê van hewldan û girîngiya wan de, rêvebera navenda Meryemê Heba Skaik di hevpeyvîneke ji ajansa me re got ku pirsgirêk di prosedurên ji bo aktîfkirina qanûnên ku ji bo jinan rewa ne, ne di qanûnê de ye û wiha domand: "Dema ku zagon bê cesaret be û bindestiyê li jinan bike û bi salan mafên wan neparêze, di bedêla wê de beşeke din ku li ser vegerandina mafên jinan e tê jibîrkirin, pirsgirêk di vir de ye, ji bo vê yekê min hizir kir ku beşa din ji qanûnê aktîf bikim bi riya zanîna kê destûrdar e ku wê dîsa serlêdan bike.”
Heba Skaik her wiha got: "Zagona tasfiyekirina mîrasên ku di rûniştina yekem a 24'ê Kanûnê de ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hat pesendkirin gelek girîng e bi taybetî di nav van pirsgirêkên ku civak dijî.”
Li gorî Heba Skaik, zagona tasfiyekirina mîrasê dê mafên jinan (li gor temen û rewşa zewacê) bixe bin temînatê ku mîrateya xwe bi dest bixin û vî mafî paşve nexin û wan ji dest nedin. Her wiha dê bi lez veqetandina mîrasan misoger bike û piştrast bike ku her mîrateyek para xwe ya destnîşankirî bigre, ji ber ku dê yekîneyek îdarî li jêr Wezareta Dadê were damezrandin ku di tasfiyekirina mîrasan de pispor e û dê derfetên berfireh jê re werin dayîn.
“Nêrîna civakê ya neyînî dibe sedem ku jin di warê mîrasê de bêdend bimînin”
Heba Skaik diyar dike ku di têgihîştina zagonan de ji aliyê jinan ve têkçûnek heye, ji ber ku gelek jin nizanin yekser piştî mirina hevjînê wan mafdar in ku mafên xwe yên zagonî bi dest bixin. Wê amaje bi wê yekê jî kir ku nêrîna civakê ya neyînî li ser jinên ku daxwaza mafê xwe yê mîrasê dikin ew e ku dihêle jin li hemberî mafê xwe bêdeng bimînin.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: "Zagona tasfiyekirina mîrasê dê di rojên pêş de ji bo her kesê ku mafê mîrasê yê jinan taloq bike, di navbera zindan an jî dayîna pereyan de bi rêjeyek ku ji aliyê dadgeriyê ve tê diyarkirin ceza bigre. Me hewl da em komîteyek ava bikin ji bo şopandina cîbicîkirina biryara Encumena Zagondanînê li herdu Şerîa Rojava û Xezayê, ji bo peydakirina dadmendiyê ji bo jinan û parastina wan ji kuştinên ku dikevin ser peyrewê nakokiya mîrasê.”
“Tunebûna lêkolînên zanistî zehmetiyan derxist pêşiya me”
Heba Skaik dibêje ku yek ji wan zehmetiyên tîma Meryemê di dema kar de pê re rû bi rû maye, nebûna lêkolînên zanistî bû ku rastiya jinên Filistînî diyar dike û mezinkirina hejmara qurbaniyên tundûtûjiyê û kuştina bêyî belgekirina wan dozan e û dibêje; “Ez pêşniyar dikim ku kadroyên pispor ji bo lêkolîna rastiya jinan ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve bi armanca derxistina lêkolînên ku ezmûnên wan, rastiya wan û pirsgirêkên ku jê êş dikşînin werin avakirin.”
Navenda Meryem a Çandî di heyama sala borî de rêzeçalakiyên ku ji kargeh û semînerên mafên mirovan û bilindkirina hişyariyê li ser pirsgirêkên jin û malbatê pêk dihatin li dar xist. Zêdebarî hejmara serdanên parêzvaniyê yên ku navendê pêk anîne, herî zêde serî li Serdozgeriya Komarê, Desteya Dadwerî ya Bilind, Polîsên Jinan, Wezareta Pêşketina Civakî û hwd. dan.
Bi gotûbêjên der barê mafên zagonî de bi jinan re kom dibin
Heba Skaik dide zanîn ku pêngava din ew e bi riya danişînên gotûbêjê û rahênanan bi jinan re kar bikin ji bo hişyarkirina mafên wan di hin zagonan de, wek diyarkirina temenê zewacê. Navend hin dozan pêşwazî dike ku bi riya berpirsê yekîneya şêwirmendiya zagonî ya li navendê, ber bi cihê pispor ê çareserkirina kêşeya wê ve tê rêkirin.
Navenda Meryem di nava hevbendiyên çend navendên din ên jinan de kar dike ku hewl didin rewşa jinên Filistînî bi taybetî li Xezayê baştir bikin. Li gorî Heba Skaik, karkirina van zagonan ji aliyê partiyekê yan navendekê ve zehmet e, nemaze zagona parastina malbatê ji tundûtûjiyê ku sazî bi salan e hewl didin pesend bikin. Wê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bûyer û çalakiyên ku ji aliyê Navenda Meryem ve tên lidarxistin, ji aliyê hemû civakê ve, di serî de sazî, wezaret, dezgehên herêmî û heta kesayetan ve, bi awayekî berfireh tên qebûlkirin.”