Najat El-Kass: Jin dikarin ferasetên paşverû biguherin
Nivîskar, bijîşk û parêzvana mafên mirovan Najat El-Kass têkildarî 10’ê Cotmehê Roja Neteweyî ya Jinên Mexribê pirsên ajansa me bersivand.
HANAN HARITE
Mexrib – Jinên Mexribê her sal di 10’ê Cotmehê de di çarçoveya Roja Neteweyî ya Jinên Mexribê de çalakiyên curbecur li dar dixin. Nivîskar, bijîjk û çalakvana mafên mirovan Najat El-Kass pirsên ajansa me bersivand, diyar kir ku divê jin ji bo bigihîn xwebûna û armancên xwe hincetan peydanekirin û balkişand ku jin dikarin bi hay jê hebûne guhertinan biafirînin.
“Cejna jinan”
Berî her tiştî, hûn dikarin der barê 10’ê Cotmehê Roja Neteweyî ya Jinên Mexribê de hinek agahî bidin? Jinan ji bo îro têkoşînek çawa dan?
10’ê Cotmehê cejnek e. Ev roj li ser navê ji bo pêşerojeke baştir ji bo nifşa nû ya jinan bêhiştin girîng e. Li dijî ferasetên ku jinan biçûk dibinin, çalakiyên cuda çêbûn. Encama çalakiyan 10’ê Cotmehê weke Roja Neteweyî ya Jinên Mexribê hat qebûl kirin. Çalakiya yekemîn ya jinan a ji bo ji holê rakirina neheqî, newekhevî û biçûkdîtina ku jiyîn, 8’ê Adarê ye. Li cîhanê feraseta baviksalarî serwer e. Helbet ev netêr e. Ji bilî pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê, 10'ê Cotmehê bû roja ku jinên Mexribê pîroz dikin.
“Qanûn bi awayekî rast nay pêkanîn”
Tevgerên jinan di Qanûna Malbatê de daxwaza guhertineke berfireh dikin. Hûn tevlî vê daxwazê dibin an jî tenê guhertinek qismî bê pêkanîn?
Ez dixwazim diyar bikim ku pirsgirêk nerast pêkanîna bendên Qanûna Malbatê çavakanî digre. Ferasetên fosîlbûyî yên ku guhertinê red dikin û hewl didin Mexribî yên ku Qanûna Malbatê fam nakin biyanî digrin hene. Çawa em dikarin daxwaza guhertineke berfireh a yasaya malbatê ya ku di mijara malbatê de pênaseya wî nay kirin û qanûnan bi rêkûpêk pêknay bikin? Pêwîste beşa 94’an ji nû ve were dest girtin. Li aliyê din divê pêşiya zewaca zarokên temen biçûk bê girtin.
Hûn di mijara stargehê de çi bibêjin?
Em dizanin ku çi jin be, çi mêr be stargehbûn mafekî mirovî ye. Gelo vê demê jina bê wasî û pêvajoya binçavkirina wê dawî bûye çi bike, li dijî bêmalbûnê bi temamî bêparastin bimîne û divê li vir ji bo van jinan xanî bê dabîn kirin.
“Cudakarî didome”
Di civakê de ferasetek baviksalarî yê berfireh heye. Jinên Mexribê di warên cuda de gelek maf ser xistin. Lê gelo em dikarin bibêjin ku hebûna wan ya di pozîsyona biryardanê de qels maye?
Mixabin, gelek malbat di têkiliyên xwe yên jin û mêr de cihêkariyê didomînin. Dema xort diçe dibistanê, keçik ber bi mitbaxê ve dişînin. Ji bo derbaskirina vê yekê, divê jinek beriya bi zewacê bê perwerdekirin, bêyî cudakarî li zarokên xwe, zarokên keç û kur heman muamele bike. Di warê pozîsyonên biryardanê de qelsiyek heye. Ev jî ji feraseta baviksalar ku hê jî berdewam dike û koka xwe ji dayikê digre çavkanî digre.
"Di pêkanînan de pirsgirêk hene"
Bi dehan salane wek parêzvanek mafên jinan û şervanek jin, jinên Mexribê îro di çi wateyê de kêm in?
Gelek destkeftî û daxwazên ku tevgerên jinan li Mexibê ji bo wan têdikoşiyane, jin bi dest xistin û qanûna statûya şexsî ku hatiye rewşa Qanûna Malbatê hat guhertine. Destûra Bingehîn gelek maf pêşkeşî jinan kiriye û di her warî de wekhevî pêşbînî kiriye. Mijara ku jinên Mexribê kêm in ew e ku divê pêşî bi xwe re dinava aştiyê de bin û bi baştirkirina jêhatîbûn û xwebaweriya xwe li ser xwe bixebitin.. Mijareke din a ku jin kêmin ew e; hem di Qanûna Malbatê û hem jî di Qanûna Kar de. Me Peymana Navnetewî ya Pêşîgirtina Cûdahiya Her Curê ya Li Dijî Jinan îmze kir. Lêbelê, hemû qanûn bi rêkûpêk nayên pêkanîn.
“Pirtûk dîroka têkoşîna min dihewîne”
Pirtûkek wê ya bi navê “Ji bo Evîna Welat Têkoşîna min” heye. Hûn behda çi dikin? Hûn balê dikişînin li ser çi, em dikarin ji we guhdar bikin?
Pirtûka “Ji bo Evîna Welat Têkoşîna min” ku ji weşanxane û çapxaneya El-Wefaq derket, ji 533 rûpel û du beşan pêk tê. Di vê beşê de min behsa beşdarbûna xwe ya berfireh di xebatên komeleyê ku ez di sala 1991’an de dest bi tevlêbûna xebatên komeleyê kir û ez di nav rêxistinên jinan û mafên mirovan de ku endama wan bûm an jî beşdar bûm kir. Wek erkdara perwerdeyê an jî di mijarên cuda de destwerdanek pirtûk ji bilî dîroka tevgera jinan, dîroka têkoşîna min a zêdetirî 30 dehsalan a li ser rewşa jin, zarok û malbatê ya mexribe jî dihewîne.
Di beşa duyem a vê pirtûkê de berhema min a rewşenbîrî ya ku di mijar û lêkolînên ku min nivîsîbûn û weşandin de û nêrînên min ên ku di hevpeyvîn û lêpirsînên di rojnameyan de hatine eşkerekirin û destwerdanên min ên di semîner û konferansan de cih digirt. Her weha pirtûk biyografiya entelektûel û milîtan, helwest û nêrînên li ser rewşa qanûnî ya jinên Mexribê ku referansa sereke ya komîteya ku ji bo guhertina Qanûna Rewşa Kesane hatiye erkdarkirin, dihewîne.