Nahîd Taghavî 200 roj di hucreya yek kesî de hat hiştin!

Çalakvana siyasî û mîmara teqawid Nahîd Taghavî ji 16’ê Cotmeha sala 2020’an ve li Girtîgeha Evîn a Îranê girtî ye. Rûniştina doza Nahîd Taghavî ku hêj derneketiye pêş dadgehê dê di 25’ê Gulanê de dest pê bikira lê doz bêyî hincet were nîşandan hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan – Mîmara teqawid û çalakvana mafên mirovan Nahîd Taghavî di Cotmeha 2020’an de dema serdana Îranê ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat girtin. Nahîd Taghavî ya ku hem hemwelatiya Alman, hem jî Îranê ye, niha di Girtîgeha Evînê de girtî ye.
Keça Nahîd Taghavî Mary Clarin herî dawî ragihand ku darizandina dayika wê ji bo 13’ê Hezîranê hatiye taloqkirin. Berê hatibû ragihandin ku dadgehkirina Nahîd Taghavî dê di 25’ê Gulanê de li 2’yemîn Dadgeha Şoreşê pêk were û parêzerê wê heya niha nikaribûye wê bibîne.
Keça wê Mary Clarin diyar dike ku dayika wê bi tevahî 200 roj di hucreya yek kesî de maye û bûyerên nexweş çêbûne. Her wiha ew da zanîn ku nexweşiya şekirê zêde û tansiyona bilind pê re heye, di hucreya yek kesî de hem bêxew dimîne hem jî gelek kîloyê wê kêm bûne. 
Heya îro, 34.747 kesan kampanyaya ku ji hêla keça wê Mary Clarin ve ji bo azadkirina Nahîd Taghavî di chang.org de hatibû destpêkirin, îmze kirin. Kampanyaya îmzeyan hîn jî didome.