Mîthat Topal ê Şîlan Topal revandî hat girtin

Di derbarê êrîşkarê Şîlan Topal revandî Mîthat Topal de biriyara girtinê hat dayîn.

Stenbol - Şîlan Topal li ber mala xwe ya li Şîşliya Stenbolê ji aliyê mêrê binavê Mîthat Topal û çend kesên pê re bûn, bi zorê li taksiyê hat siwarkirin û revandin. Li ser agahdarkirinê, tîmên polîsan ji bo bigihîjin Şîlan Topal dest bi xebatê kirin. Di encama şopandina teknîkî û fîzîkî de, navnîşana li Gazîosmanpaşa, ku Şîlan Topal lê hatibû revandin gihîşt û Şîlan Topal hat rizgarkirin. Mîthat Topal û kesekî ku pê re bû, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin qereqolê. Rahim M ê alîkariya Mîthat Topal kirî bi şertê kontrola edlî serbest hat berda.
Faîl Mîthat Topal ê ji 30 zêdetir sucê wî heyî jî li gel ku Şîlan bi dehan caran giliyê wî kirî biriyara girtinê hat dayîn.