“Min bi helbestên xwe yên welatparêz şer kir”

Bardis El-Siyaghî der barê guhertina jiyana xwe ya piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li welat ji sala 2015’an ve wiha dibêje: "Trajediyên şer hene û ez jî wek hemû jinên welatê xwe, ji şer bi bandor bûm. Vî şerî her tiştê xweş di jiyana min de hilweşand û bandorê li kesên nêzî min kir. Ez îro ne tenê yek ji jinên parêzvanên mafên mirovan im, ez yek ji wan jinan im ku êşê hîs dike lewre ez girtiyan û kesên ku ji zindanên Hûsiyan rizgar bûne diparêzim, ji ber ku ez baş bi taliya wan a di girtîgehan de dizanim.”

NOOR SURİB
Yemen- Di şerê ku li Yemenê berdewam dike de, rewşenbîran bêdengiya xwe şikandin û ala parastina mafên mirovan û jinan hilgirtin, di nav de helbestvan Bardis El-Siyaghî, keça Sana jî hene.
Ew li bajarê Sanayê li herêma El-Hîma ji dayik bûye û mezin bûye, ji zarokatiya xwe ve helbest dinivîse û jê hez dike, di nav jinên ku li Sanayê rastî zilm û zordarî û girtinê hatine û weke jinek ji jinên navdar ên di komeleya jinên lêdanxwarî û ji girtîgehên Hûsî rizgarbûyî de tê dîtin.
“Hêvî dikim ku bi risteyên xwe riyeke rast ji bo jinên welatê xwe yê bextreş bibînim”
Bardis El-Siyaghî ku di yanzdeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestê kiriye dibêje: "Gelek helbestên min hene, helbestên welatparêzî, kilamî û civakî jî hene. Helbesta yekem ku min nivîsî li ser kuştina zarokê Filistînî Mihemed El-Durra bû. Tevî êşên ku min di encama helwestên xwe de kişandine jî ez hê jî di nivîsandina helbestan de rehetiyê dibînim da ku êşên em dikşînin diyar bikim. Xewna min her dem ew e ku ez dengê jinên zirar dîtine ragihînim û hêvî dikim ku gotinên min riyeke rast ji bo parastina jinên welatê xwe yê bextreş bibînin.”
“Min û hemû jinên li welatê xwe ji ber trajediyên şer êşên mezin kişand”
Der barê guhertina jiyana wê ya piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li welat ji sala 2015’an ve, dibêje: "Trajediyên şer hene û ez jî wek hemû jinên welatê xwe, ji şer bi bandor bûm. Vî şerî her tiştê xweş di jiyana min de hilweşand û bandor li kesên nêzî min kir. Ez îro ne tenê yek ji jinên parêzvanên mafên mirovan im, ez yek ji wan jinan im ku êşê hîs dike lewre ez girtiyan û kesên ku ji zindanên Hûsiyan rizgar bûne diparêzim, ji ber ku ez baş bi taliya wan a di girtîgehan de dizanim.”
Wê di berdewamyiya axaftina xwe de wiha got: "Min bi helbestên xwe yên welatparêzî ku hunermendên Yemenê distrên, şer kir û vê yekê min rasterast bi koma Hûsî re li Sanayê re rû bi rû kir. Navê min ket lîsteya kesên ku ji aliyê wan ve dihatin xwestin. Ezmûna min a bi êş bi binçavkirin û tundiya li girtîgehan re heye.” 
“Ji ber helbestên ku min nivîsîn dest bi zextan kirin”
Der barê sedema girtina xwe de jî wiha dibêje: "Ji ber ku min helbestên li gorî wan nedinivîsand, di navbera min û wan de nakokî derketin û min wekî dijmin dîtin. Bi girtina hevserê min bi awayekî neqanûnî dest bi zextan kirin û ev rewş 8 meh domsiya, sûcên li ser wî ew bû ku ji bo tehrîkkirina li dijî desthilatdariya derbekaran a li Sanayê piştgirî daye min. Ji min re gotin ku hevserê min miriye, helbet min ev nûçe qebûl nekir û daxwaz kir ku termê wî were radestkirin lê daxwaza min hat redkirin.”
Têkildarî zextên li ser xwe wiha domand: “Nakokî zêde bûn heta ku ji aliyê Hûsiyan ve bi ser mala min de hat girtin. Ez hatim sûcdarkirin ku min mala xwe veguherandiye dikaneke çekan. Min hewl da alîkariyê ji dadweriyê bigrim û li dijî kesên ku ketine mala min daxwaza dadgehkirina wan kir lê piştî 3 mehan dosya hat cemidandin bêyî ku encamek jê derbikeve.”
Tevî kiryarên xirab jî dest ji xebatên mafên mirovan berneda
Bardis El-Siyaghî anî ziman ku tiştên hatine serê wê nebûne sedem û ew ji xebatên wê yên mafên mirovan dûr neketiye û wiha got: "Van pêkanînan min asteng nekirin û min xebatên xwe yên mafên mirovan berdewam kir û helwest û nêrînên xwe anîn ziman û li hin kesan geriyam da ku çarenûsa hevserê xwe bizanibim. Lê bersiv wekî din bû. Piştî mehekê ji rawestandina dozê, Hûsiyan ez revandim, bi tundî li min xistin û careke din dev ji min berdan, min giliyek din a dadwerî ligel raporta bizîşkî û dosyaya dozê pêşkêş kir lê tu encamek bi dest nexist. Ji ber ku min fêm kir dadwerî neheq e, min sê zarokên xwe birin û reviyam parêzgeha Me'ribê û piştî ku nêzî pênc mehan li wir mam, ji aliyê Musteşarê Wezareta Rêveberiya Xwecihî di hikûmeta Hûsî de, El-Xelîl El-Quraşî û yek ji çavdêrên Hûsî, ku navê wî Ebû Huseyn e bi min re têkilî hat dayîn. Wan rola navbeynkar lîstin bi berdewamiya vegera ji bo bajarê min û mala min li Sanayê û soz dan ku sûcdarên ketine mala min, ez ji kolanê revandim û li min xistin dê bidarzînin her wiha ji bo hevserê min ê ku hê di girtîgehên wan de dijî, bêyî hinceteke hiqûqî, serbest berdin. Piştî ku ez bi wan bawer bûm ji ber ku ez û zarokên xwe di rewşeke dijwar û bê çavkaniyeke debarê de dijiyan, vegeriyam Sanayê.”
“Ez hatim xapandin”
Tevî sozên ku dabûn Bardis El-Siyaghî ji bo vegere Sanayê, gumana wê tunebû ku ew ê bê xapandin. Li ser wê demê wiha dibêje: "Ez hatim xapandin, ew hemû soz bûn kelem. Dema ku ez gihîştim Erxabê, nuqteya asayîşê bi qasî 3 saetan ez rawestandim, heta operasyonên navendî hatin agahdarkirin, piştî wê talîmat ji wan re hat ku ez derbas bibim, gotin: Wê nesekînin, bila derbas bibe, dibe ku ji bo bombekirina noqteya ewlehiyê slayt li gel wê hebin. "Nîvê şevê, ji lêpirsîna sûcê li Sanayê li min geriya û ji min xwest ku ez biçim cem wan û navên kesên ku alîkariya min kirin ku ez biçim Maribê bidim. Ger ez neçûma cem wan dê wekî cara berê biketana mala min, wê demê min fêm kir ku ez ketime xefika wan.”
Wê diyar kir ku piştî wê yekê hewl da ku ji mal derkeve da ku xwe xilas bike û wiha got: "Ez ji mala xwe derketim û mal bi mal geriyam. Min digot qey ez dikarim ji Sanayê birevim, min nizanibû ku ez di bin çavdêriyê de me. Di meha Tebaxê de, berdestê sibê, bi 5 komên leşkerî û du otobusên xwe avêtin ser mala min û li min û zarokên min xistin û ez birim girtîgehê. Min tenê tiştek dizanibû, ew jî dosyaya temam û amade bû ku tê de bi dehan sûcên xirab ên li dijî min hatibûn amadekirin hebû.
Sed rojên di girtîgehê de 
Bardis El-Siyaghî cihê binçavkirina xwe bi vî awayî şîrove kir: "Cihê ku min xistinê, wekî gorek bû, hucreyeke teng bû, dirêjahiya wê metreyek û nîv bû firehiya wê ne zêdeyî metreyek bû û wiha domand: "Wan dest bi lêpirsînê kirin, ez bi îxaneta welat û terorê tewanbar kirim. Piştî bihîstina van sûcan ez matmayî mam, ji ber ku min tu sûc nekiribû û ne terorîst bûm.” 
Der barê tiştên ku di dema girtinê de lê hatin kirin de jî wiha got: "Di girtîgehê de rastî îşkenceya fizîkî û derûnî hatim, ev qonaxeke xerab û trajîk e ku heta niha ez tê de mam. Ji ber lêdana giran çavê min ê rastê zirarê dît û pozê min şikest û heta niha jî pêwîstiya min bi emeliyatan heye ji bo dermankirina birîna ku ji wê demê ve bi min re maye. Nêzî du meh û hefteyekê ez xistim hucreya yek kesî û lêpirsîn û îşkence berdewam kir. Piştî ku rewşa min a tenduristî û psîkolojîk xirab bû, bi 14 girtiyan re ku hinek ji wan bi zarokên xwe re bûn û yê herî mezin nêzî 5, 2 salî bûn, min xistin hucreya giştî.”
“Ji ber lêdanê ronahiya çavek min kêm bû, derûniya min xirab bû”
Têkildarî hejmara girtiyên jin ên di hucreyên mayî de jî wiha diyar kir: "Dema ku ez di girtîgehê de bûm, nêzî 120 jin hebûn ku di navbera wan de Yemenî û ji neteweyên Ereb û Afrîqî jî hebûn. Di dosyaya her yek ji wan de bi dehan sûcên exlaqî û siyasî hebûn.” 
Bardis El-Siyaghî her wiha got: "Êşa min a di girtîgehê de 3 meh û hefteyekê berdewam kir. Roj wekî salan derbas dibûn û piştî hewldanên xurt ên xizm û çalakvanên mafên mirovan, Hûsiyan ez bi şert û merc berdam. Ji bo ku ez wan aciz nekim, wan ez mecbûr kirim ku biryara mirina xwe îmze bikim. Her wiha destnîşan kirin ku ez qet ji Sanayê dernekevim û li dadgehê navê kurê xwe "Cewas" biguherînim, bi îdiaya ku ev nav wan aciz dike. Heta îro jî ji ber wêneyên min û yên malbata min ên di destê wan de ez  rastî şantajê têm.” 
“Em neviyên Belqîs û Arwayê ne”
Di dawiya axaftina xwe de Bardis El-Siyaghî got: "Ez bang li hemû hêzên siyasî dikim ku piştgiriyê bidin jinên ku sax mane û zextê li Hûsiyan bikin ku hemû jinên girtî serbest berdin. Bi sedan parêzvanên mafên mirovan ên jin, sivîl û heta personelên ewlehiyê yên ku nexwestin bi komê re bixebitin, tên girtin û cezayên ne adil li wan tên birîn. Ji wan jinên Yemenî yên ku ji wan girtîgeh û navendên binçavkirinê derdikevin re dibêjim ku ew nîşaneya sebrê ne. Ev hemî  sûc dê bandorê li we neke lê dê we bihêztir bike û ji cîhanê re piştrast bike ku we ji bilî doza mafê xwe yê jiyana birûmet tu sûcek din nekiriye. Em neviyên Bilqîs û Arwayê ne, sekn û sebrê di genên xwe de hildigrin.”