Meşa jinên Gafsayê bê piştgirî ma

Jinên ki gundên Tûnisê yên nêzî bajaran, ji ber nebûna pêwîstiyên rojane êşê dikşînin. Asoya ji bo pêşerojê li pêşiya wan hatiye girtin, bi kedek mezin û berhemek kêm dixebitin û ji hemû mafên xwe yên jiyanê hatine dûrxistin. Jin ji bo dethilatdariyê ji rewşa xwe agahdar bikin ketin rêwîtiyek dûr û piştî meşa hefteyekê dema xwe gihandin paytextê daxwazên wan ji aliyê serokomar Kays Saed ve hatin redkirin.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Piştî ku di ser şoreşê re deh sal derbas bûn, jinan ji siyasetmedaran tiştek baş nedîtin. Xema desthilatdariyê ya sereke kursî û berjewendiyên biçûk ên partiyan bû. Di salên borî de, gelek mîtîngên jinan li dijî her cure şîdet û îstîsmaran, daxwaza derfetên kar û rûbirûbûna civaka Tûnisê dorpêç kiriye, hatin organîzekirin. Karên jinan jî zehmetir bû, ji ber ku malbateke wan heye ku piştgiriya wan bike wek bav, bira yan jî hevser lê ev yek ji hêla femînîstan ve bi rengekî kategorîkî tê redkirin.
Ajansa me, yekem ajans bû ku meşa jinan a hefteyek berdewam kir ji parêzgariya Gafsa ya li başûrê Tûnisê ber bi paytextê ve domiya bişopîne lê mixabin daxwaza wan a hevdîtinê ji aliyê Serokomar Kays Saed ve hat redkirin. Der barê vê yekê de çalakvanên Tunisê ji ajansa me re axivîn.
“Li herêma Gafsa û hewzeya El-Mencamî tu carî tevlibûna jinan a civakê nehatiye pejirandin”
Rojnamevan Sawsan Zaghouanî ya ku bi parastina mafên jinan re eleqedar dibe da diyarkirin ku meşa 400 km. a jinan ji aliyê partî û rayedarên Tûnisê ve nehatiye ditin û bal kişand ser rola jinan di bûyerên hewza EL-Mencamî li parêzgeha Gafsa ku berî şoreşê pêk hatibû. Ji ber ku ew wek aktorek civakî di parastina mijarên giştî yên ku bi herêmê ve girêdayî ne derketine holê. Herêma Gafsa û hewzeya EL-Mencamî tu carî tevlibûna jinan a di tevgera civakî de nas nekiriye wekî di bûyerên Çileya 2008’an de nas kiriye ku di nav daxwazên wê de, îtîrafa bi niştecihên hewzê û beşdarbûna wan a di pêvajoya pêşketinê de û belavkirina wekhev a dewlemendiya neteweyî hebû. Lê belê rayedaran li pey hev ji 2011’an û vir ve ev yek ne hesibandine û ne jî bala xwe dane wê û wiha got: “Em êdî nema dikarin çareyek ji pirsgirêkên kronîk ên ku di civaka Tûnisî de li hemberî jinan derdikevin, li gundan bibînin. Êdî ne mumkun e ku mirov behsa rewşa jinên gundî yên ku di beşa çandiniyê de dixebitin bike.”
“Rewşa jinan gelek nebaş e”
Jannat Kedashi seroka Komeleya Hawa ya femînist ku li başûr û Navenda Tûnisê çalak e û ji nêz ve bi rewşa jinan re eleqeder dibe wiha got: “Komele li gel her tevgerek aştiyane doza mafê xwe yê xebatê bê cudahî dike. Mafên jinan heye ku bixebitin da ku jiyana bi rûmet misoger bikin. Rayedarên herêmê van jinan bi hinceta ku hevserên wan di hewzê EL-Menacmî de dixebitin, red kir. Ev însiyatîf tevgerek sembolîk e ku bêparkirina jinan ji derfetên kar nîşan dide. Wekî tê zanîn destûra Tûnisê bê cudahî mafên kar dide hemû hemwelatiyan.”
Rojnamevan Siwar Amaidiah ku bi aliyê femînîst re eleqeder dibe de wiha dibêje: “Meşa ku jinên devera El-Baraka ya Gafsa ber bi paytextê ve kirin rewşa giştî ya herêmê û hewzeya EL-Mencamî nîşan dide. Pirsgirêkên herêmê piranî ji ber bêkarî, nebûna kar, nebûna pêşketinê û dijwariya veberhênanê de tê destnîşankirin. Meş bi rastî êşa jinên herêmê û ciwanên wê nîşan dide. Beşdarvan bi rastî di rewşên civakî yên dijwar ên weke telaq û bêkarî de dijîn. Her wiha gelek ji wan daxwazên têkildarî rewşa zarokên xwe yên bêkar kirin. Jinên li Gafsa wek jinên li parêzgeha Kasserine û yên din in. Ew dever bi çandinî û xizmeta axê pala xwe dide jinan. Rewşa jinan pir dijwar e, ji sedî 30 keçên gundî li gundan dixebitin da ku mesrefa dibistanê derxin.” 
“Di nava deh salan de gelek peyman hatin îmzekirin lê pratîze nebûn”
Siwar Amaidiah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hikûmet her tim li ser rola jinên Tûnisê û berjewendiya taybetî ya li ser jinên gundî û li herêman diaxive lê ev hemû bi giştî li ser kaxezê man û gelek rêxistinên civaka sivîl di daxuyanî û forûmên berê de teqezî li ser pêwîstiya bicihanîna biryaran kir da ku veguhere kiryarên wekheviyê ji bo jinên gundî û pêşketina statûya wan a civakî û tevlêbûna wan di pergala pêgirtina civakî û tenduristiyê de. Jixwe di nav 10 salan de gelek peyman hatin îmzekirin ku tê de şert û mercên jiyanê ji zêdeyî 500,000 jinên karker ên gundî re baştir bibe. Lê tiştek bi dest nexist, nemaze bi pejirandina siyaseta xemsariyê ji hêla rayedarên li herêman ve, ji parêzgar heya karbidestên herêmî yên herî nizim.”