Maryem Rahmani bi kefaletê hat berdan

Maryam Rahmani ya ji Îranê, da zanîn ku ji bo lêpirsînkirinê dozgerî bangî wê kiriye û ew bi kefaletê hatiye berdan.

Navenda Nûçeyan - Li Îranê jiyana jinan ya di pençê darazê de didome. Jina ciwan ya bi navê Maryam Rahmani li ser hesabê xwe yên medya mecazî nivîsand ku ji aliyê Dadgeha Evînê ve ji bo lêpirsînkirinê bangî wê kirine û bi girtinê re rû bi rû maye. Maryam Rahmanî li ser hesaba xwe medya mecazî ragihand ku ew bi kefaletê hatiye berdan û bi gotina “Ji bo nayên girtin bi kelalet bigerin” tebîniyek bi watedar jî parve kir.

Dest danîn ser amûrên wê yê şexsî!

Mala Maryam Rahmani berê ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û dest danibûn amûrên wê. Da zanîn ku dema kefaleta xwe dayê amûrên wê yên şexsî radestî wê kirine, lê kompûra wê format avêtinê û bi vî awayî radestî wê kirine. Maryam Rahmani diyar kir ku pirtûkên wê radestî wê nekirine  û dema ku dibêjê iPhona wê bi derxistina batarya radestî wê kirine, da zanîn ku ku di kompûtera wê ya hatî formatkirin de arşiva wê ya şexsî hebûye, bi formatek hemû arşivên wê yên şexsî hatinê jêbirin û hemû xebatên wê yên hem malbatî hem jî wek têz nivîsandiyê di nava kompûtera wê de bûye.