Mamosteyê îstîsmara zayendî li zarok kirî hat ceza kirin

Mamosta Sevan Sever ê ku li Balikesîrê îstîsmara zayendî li zarokekî kir, di danişîna doza ku jê gîrtî dihat darizandin de 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan - Danişîna biryarê ya doza mamosta Sevan Sever ê ku li Mala Piştgiriya Perwerdê ya girêdayî şaredariyê wek koordînator dixebitî di Mijdara 2021'an de li navçeya Bandirma ya Balikesîrê îstîsmara zayendî li xwendekarekî kir, li Dadgeha Cezayê Giran a Bandirmayê hat dîtin. Sevan Sever ê ku li ser giliya malbata zarokê piştî binçavkirinê hat girtin, herçiqas di danişînê de sûcdarkirin red kir jî, lê peyamên ku ji zarokê re şand û "lêborîn" xwestîna wî delîlên sûc hatin hesibandin.

Heyeta dadgehê, ji bo kiryarê îstîsmarê, sûcê "îstîsmara zayendî ya li ser zarokan" 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da. Her wiha heyetê biryara berdewamkirina binçavkirina kiryar da.