"Mafê astengdaran nayê dayîn"
Cîgira Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Derçûyên Astengdarên Çav Fayza Bakron diyar kir ku hinek ji mamosteyan beşdarî îmtîhanên wezaretê bûne û 22 ji wan şareza bûne û Ofîsa Wezîfdaran jî bi hejmarek ji wan re têkilî daniye lê ew ji ber zextên giran ên di dema hevdîtinê de li ser wan dihat kirin matmayî mane lewre ev kiryar bi peyama "ji bo kar ne guncaw e" bi dawî bû.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Endamên Komeleya Derçûyên Astengdarên Çav, ji bo daxwaza mafê karkirina kesên kor xwepêşandanên meydanî li dar xistin. Piştî ku ew kesên astengdar ezmûna karîgeriyê bi serkeftî derbas kirin û hevdîtin hat kirin ew ji hêla buroya kar ve hatin redkirin ku qebûl nekir wan bi rêjeya ku ji hêla qanûnên Filistînê ve hatine pejirandin ango ne kêmtir ji sedî 5 bike xwedî kar.
Vê yekê hişt ku komele bi serdanên meydanî yan bi riya înternetê kampanyayek zextê û parêzvaniyê ya yekgirtî bide destpêkirin.
“Gelek xwendekarên kor hene”
Fayza Bakron bal kişand ku wê kampanyaya ku dê di encamê de tîma "Em ê bi rûmet bijîn" bê avakirin ji rayedarên berpirsyar xwestiye ku ji ber nivîsa nameyê lêborînê bixwazin her wiha ew serdana Wezareta Perwerdeyê dike, ya ku red kir mamosteyên jin bigrin, tevî hebûna valahiyek li yekane dibistana ji bo nûvekirina kêmbînan li Xezayê û dilgiraniya xwe li hemberî têkçûna van partiyan bi rola ku ji wan re hatiye diyarkirin, nîşan da.
Fayza Bakron amaje bi wê yekê jî kir ku hevdîtinên wan ên dawî bi Emîndariya Giştî re bûn ku biryarên dawî di wê rewşê de distîne û ew hê jî li benda bersivekê ne û wiha domand: "Gelek xwendekarên kor hene ger xebera bi temamî ji karberdanê bigihîje wan dê hêviyên xwe winda bikin, nemaze xwendekarên xwendina bilind, ji ber vê yekê dê çalakiyên rûniştinê û xwepêşandan zêdetir bibin û dibe ku rewşê ber bi wê astê ve bibe ku li ber navenda sekreteriyê kon were vedan û siyaseta greva birçîbûnê ya vekirî were pejirandin.”
“Diviyabû ku komeleyê mafên kesên astengdar biparasta”
Li gorî Fayza Bakron tîna ziman armanca sereke ya komeleyê ji nû ve amadekirina astengdaran ew e, parastina mafên kesên astengdarên çav e û vejînkirina wan di çarçoveya lidarxistina gelek kurs û atolyeyên perwerdeyê. Komele ji bilî bernameyên medyayî yên ku ji bo ronîkirina çalakiyên wê tên bikaranîn, gelek xizmetguzariyên alîkariyê û perwerdeyê pêşkêş dike her wiha radyoyek ji bo kesên kor bi navê "Şems" heye ku bi teknolojiya ragihandina rasterast bi riya malperên torên civakî kar dike.
Di berdewamiya axaftina xwe de Fayza Bakron destnîşan kir ku komele bijîjgeheke çav û navendek ciwaniya bedenî digre nav xwe û wan xizmetguzariyan ji wan re peyda dike. Endamên komeleyê di heyama dawî de serdana ofîsa karmendan kirin da ku bi wan re tevbigerin û girîngiya peydakirina kar ji wan re şîrove bikin di ronahiya nebûna rola dewletê di dabînkirina mûçeya mehane de. Ev fikir ji aliyê wan ve hat pejirandin û bi wan re li hev kirin ku komîteyek ji bo şopandina mijarê û hêsankirina gihandina mafên wan ên rewa bê avakirin.
“Pirsgirêk komîteya kêmendam bi xwe ye”
Ji aliyê din ve, Îman Cundiye, yek ji derçûyan, diyar kir ku pirsgirêk di destên komîteya karmendan de bi xwe ye ku berpirs e di diyarkirina asta kêmendamiyê de ku alîkariya wan bike bo peydakirina karekî guncaw û ew wek "komîteya rûreşkirinê" bi nav kir ji ber şêwaza wan a êrîşkirinê û biçûkxistina îmkanên kesên li hemberî xwe, wek pirsa "Hûn çawa hatin vir"? Hemû pirsên ku ji min dihatin kirin pêkenok û bi heman lezê bûn û bersivdana wan rûmeta min kêm dike, wekî ku tu dizanî bixwînî û binivîsînî her çend ez di azmûnê de bi xurtî derbas bûm.
Îman Cundiye anî ziman ku pirsgirêkê beriya 6 mehan dest pê kiriye û tu çareserî nemaye lê belê tê de derengmayîn çêdibe, nemaze piştî ku Wezareta Perwerdeyê red kir ku wê weke mamoste bigire û heman redkirin ji Wezareta Tendirustiyê rgirt. Ez dev ji mafê xwe bernedim û ji bo ku mafê xwe yê xebatê bi dest bixim, ez ê serî li hemû deriyan bidim.
“Divê dewlet ji kesên kor re mehane mûçe bide yan jî wan bigre kar”
Iman Monia ku yek ji endamên ekîba "Em ê bi rûmet bijîn" jî got ku kesên kor jî mîna yên din ên derçûyî ne û divê dewlet ji wan re bi mehane mûçe yan jî kar peyda bike, nemaze ku gelek ji wan xwedan astên yekem in di parêzgehên xwe de û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Me bi wezaretan re pêwendî danî û karên vala yên ku li gorî şiyanên kesên kêmendamên dîtine bi awayekî berfireh ji wan re rave kirin û gelek soz wergirtine ku wan wek rewşenbîrên tenduristiyê û alîkar mamoste qebûl bikin.”
Iman Monia bal kişand ku astengdarên çav nayê wê wateyê ku ew ne guncav e û ev yek di danişînên diyalogê yên ku wê û hevkarên xwe bi navendên mafên mirovan re mîna Desteya Gilî û gazinan re li dar xistin de hatiye piştrastkirin û wiha axivî: "Doz hê jî rawestiyaye û divê were ronîkirin da ku derd û kulên jinên kêmendam were xuyakirin ku piştî mirina dê û bav dibin barek giran li ser milê xwişk û birayên xwe.”