Li zanîngehên Tûnisê kulûbên jinan hatin vekirin

Li Tûnisê ji ber ku xwendekarên jin rastî hemû cureyên tundiyê tên, kulûbên jinan li zanîngehan hatin vekirin. Bi vê yekê armanc ew e ku bendên dibin sedema bêdengiyê werin şikandin û jin dengê xwe bigihîjînin civakê.

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis-Çalakvana jin Rehme Îdûdî piştrast kir ku qada zanîngehê ji bo belavkirina çanda jinan cihekî guncaw  e dikare li dijî diyardeyên civakî li ber xwe bide.

Der barê kulûbên jinan ên li zanîngehan hatine vekirin de, çalakvana jin komeleya dengê jinan Rehme Îdûdî got: "Me kulûbên jinan li ser daxwaza gelek xwendekaran li zanîngehan vekir. Ew qada zanîngehê weke cihê vejîna tevgerên civakê dibînin û dixwazin dîwarê bêdengiyê û benda tirsê bişkînin da ku bikaribin li ser rêjeya mezin a tundiyê biaxivin. Xwendekar ji tevahî cureyên tundiyê mîna rûreşkirina civakî û destavêtinê çi di wesayîdên giştê de, çi jî li zanîngehê, yan jî ji hêla mamosteyan ve û her wiha ji tundiya dijîtal êşê dikşînin.”

Rehme Îdûdî diyar kir ku hemû cureyên tundiyê û zext dê ji hêla şaneyên guhdarkirinê yên li zanîngehê ve werin tomarkirin û bi riya radyoyên jin ku dê li zanîngehan werin vekirin, bi armanca kêmkirina şîdeta tundiyê were belavkirin.

‘Kulûb cihê dengê jinên ciwan e’

Rehme got: “Komeleya dengê jinan komeleyek nû ye û piraniya giliyên jê re tên ji jinên ciwan in, ji bo vê me xwest em li ser êşa vê beşê bi riya danîna şaneyên guhdarkirinê li zanîngehên ku temsîla tedbîrgirtina derûnî û hînkirina qanûnî dikin, kar bikin. Vekirina radyoyên jinan bi armanca peydakirina demeke ragihandinê ji jinên ciwan re ye da ku bifikirin û gelek mijaran nîqaş bikin, bi taybetî li ser tundiyê nîqaş bikin û bêdeng nemînin.”

Her wiha piştrast kir ku qada zanîngehê ji bo belavkirina çanda jinan guncew e, dikare li dijî diyardeyên civakî li ber xwe bide. Ji ber wê dengê jinan bi riya kulûban li gelek zanîngehan tê bihîstin.

‘Li komeleyê li ser rêxistinkirina civakê dixebitim’

Rehme der barê karê xwe yê di çalakiyên jinan de jî got: “Tecrubeya min di kar de bi civaka sivîl re wexta zanîngehê de çêbû. Ez xwendekara sala yekem bûm di fakulteya hiqûq û zanyariyên siyasî de. Çalakiya min destpêkê li ser mijarên girêdayî mafên mirovan bû, piştre derbasî komeleya dengê jinan bûm. Niha jî li ser rêxistinkirina civakê dixebitim, ev jî taybetmendiyek nû ye li ser alîkarîdayîna xwediyên maf ên ku xwe bi rêxistin dikin û ji bo bidestxistina mafên xwe şer dikin, dixebite. Ez li deverekî hundirîn a gundewarî ku tê de edelata civakî û newekhevî tune ye, dijîm, ev jî dihêle ku bi çalakiyên komeleyê re rabim."

‘Jin niha xwedî hêz in’

Rehme diyar dike ku weke çalakvana jin rastî tundiyê hatiye û wiha domand: "Li gelek deran an li kolanê, yan jî dema beşdarî xwepêşandanan bûm, dema ku nêrînên xwe li ser malperên dîjîtal parve dikim, rastî tundiyê hatime. Civaka me civakeke zayendperest e, zayenda mêr esas digre. Hewl dide pozîsyona jinan biçûk bixe û wan ji hemû warên jiyanê dûr bixe. Jin niha xwedî hêz in, ji ber ku gelek zagonên parastina wan dikin, hene. Dema ku mirov jinên Tûnisê bi jinên li herêmên Ereb re muqayese dike dibîne ku rewşa wan baştir e.”

Rehme axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hejmara bûyerên îro berovajî wê dibêjin, jin çi di warê cotkariyê de be çi jî di warên din de be rastî tundî û kuştinê tên, ev jî nîşan dide ku tevî gelek destkeftiyan jî xeter li ser jinan hene. Ji ber ku hema bibêje li her derê rojê sê jin tên kuştin."