Li zangîngehên Filistînê cudakarî di navbera xort û keçan de tê kirin

Cûdahiya eşkere di navbera xort û keçan de li zanîngehên Filistînê tê kirin. Ev yek jî di navbera xwendekaran nakokiyan çêdike. Tevî ku di zagonê de ev yek tune ye jî ji ber polîtîkayên wezareta perwerdeyê û rêveberiyên zanîgehan, beşên taybet û brans li jinan tên qedexekirin.

NEXEM KERACA
Xeza- Di van demên dawîn de, rêbazeke nû derketiye holê ku mafê xwendinê yê jinan binpê dike û wan ji gelek derfetan mehrûm dike. Ya herî berbiçav siyaseta zanîngehên Filistînê yên li Xezeyê ye ku mifteya hevrêziyê di berjewendiya mêran de ji jinan zêdetir kir. Ev wekî cudakariya li dijî xwendekarên jin tê hesibandin ku bû sedema nîqaş û redkirina xurt a siyaseta zelal a cudakariyê û nehiştina derfetên wekhev ji wan re.
Disîplînên cihêreng di berjewendiya mêran de ne
Bisan Sharafi ya ji beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Al-Aqsayê di 2013’de mezûn bûye dibêje; "Piştî lêkolîn û analîza min a li ser cudakariya eşkere di navbera rêjeya pejirandina xort û keçan de li zanîngehên Filistînê, li Xezeyê û zanîna min ji hûrgiliyên vê mijarê re, min dît ku ev mijar dibe sedema pêkanîna polîtîkayek cudakar di destnîşankirina mifteyên hevrêziyê de. Ji bo dîsîplînên cihêreng di berjewendiya mêran de, nemaze ji ber ku em di pergalek yekbûyî û tevlihev a polîtîkayên ku mafên keçan di civakê de tune dikin de dijîn.”
Li gorî wê, hincet her çendî dijberî rastiya zindî û derfetên tixûbdar bin jî ew ji xwendekarên jin re neheq tên hesibandin bi rengekî ku tu guman û şîroveyê qebûl nakin û dibêje; "Pêwîst e ku çareserî û alternatîfên din bên dîtin.”
“Siyaseta cudakariyê li dijî zagonê ye”
Bisan Sharafi bal kişand ku siyaseta cihêkariyê ya li dijî xwendekarên jin li dijî zagonê ye û got; "Ev polîtîka bêguman berevajî tiştê ku di Qanûna Bingehîn a Filistînê de hatiye destnîşankirin e. Mînak; xala 9’an dibêje ku Filistînî li ber qanûnê wekhev in û di navbera wan de ji ber nijad an zaynedê cudahî tune ye.” 
Sharafi diyar kir ku ev mijar di nav şiyana wezaretê û dezgehên ku ji bo danîna van polîtîkayan berpirsiyar in de ye lê ji rastiya lêkolîn û analîza wê ya li ser vê mijarê ku meyla wê ji wezaretê û nêzî sê zanîngehan re misoger dike û wiha domand: "Hejmara xwendekarên jin ên ku di amadehiyê de pileyên bilind digrin pir zêde ye, ji ber vê yekê ne gengaz e ji bo her du kategoriyan kilîtên pejirandinê yên wekhev bi cih bikin. Ji ber ku ev ê bibe sedema cudahiyek pir mezin di navbera hejmara xwendekarên jin û hejmara xwendekarên xort de. Lê belê ev cudakarî bandorên neyînî çêdike. Zanîngeh, bi salona, laboratûar û derfetên xwe, nikarin hejmarek mezin xwendekaran bi cih bikin, ji ber vê yekê hejmar bi diyarkirina rêjeya pejirandinê sînordar dibe ku cudahiya zayendî wekî ku min behs kir vedihewîne.”
Der barê girtina tevahiya branşan li pêş xwendekarên jin de dibêje; "Ev ji ber sedem û bihaneyên wekhev e lê ew di nêrîna kesên ku wan biryaran digrin de bi bazara kar ve têkildar e. Gelo bazara kar bi hewceyî xwendekarên derçûyî yên vê branşê ne yan ew êdî ne hewcedarî jinan e. Wekî hejmara ku niha heye lê belê piraniya van nîqaşan neheq in.”
“Beş û branşên taybet ji bo jinan tên qedexekirin”
Der barê encamên neyînî yên pejirandina mekanîzmaya cudakariya li dijî xwendekarên jin ji hêla zanîngehên Filistînî ve, dibêje; "Ji ber pejirandina siyaseta cudakariyê ya zanîngehên Filistînê li hemberî xwendekarên jin û nehiştina wan ji derfetên wekhev bi xortan re bandorek mezin ava dike. Ji aliyê pratîkî û akademîk ve derbasbûna xwendekarên jin ji bo serkeftin û branşên taybet tên qedexekirin. Ev yek digihîje encamek, ew jî ev e ku civak ji bijîşkên jin, mamoste û bernameçêkeran bêpar dimîneç. Di aliyê manewî de jî ji bo xwendekaran rewşeke psîkolojîk a xirab ava dike.”
Bisan Sharafi behsa çend mînakên li ser cudakariya li dijî xwendekarên jin kir, nemaze siyaseta koleja zanistên bikarhêner a zanîngehê ku 26 branşên perwerdeyê li pêş xwendekarên jin girt û tenê 6 branş ji bo tomarê ji wan re hiştin. Zêdebarî vê yekê  qeydkirina xortan bêtirî keçan qebûl dike.
Çareserkirina vê mijarê peywira berpirsyarên wezaretê û beşên zanîngeh û kolejan e
Bisan Sharafi li ser îhtîmala çareserkirina siyaseta cudakariyê ku ji hêla xwendekarên jin ve bi tundî hat şermezarkirin û red kirin jî got; "Pirsgirêk dikare were çareserkirin û ji bo xwendekarên jin çareseriyên dadmend bên pêşvexistin. Ev mijar yek ji peywir û jêhatîbûna rayedarên berpirsyar ji wezaretê û beşên zanîngeh û kolêjên cihêreng e.”
Lê belê ew bawer dike ku awayê mirov li ser wê bifikire ev e ku di çareserkirina qeyranan de dûrî çareseriyên stereotipîkî û mekanîzmayên kevneşopî bikevin divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku xwendekaran tengav û mexdûr kiriye îradeyek cidî hebe.
Xwendekar û çalakvanên mafên mirovan nerazîbûna xwe li hemberî vê cudakariyê nîşan dan, mafên jinan heye ku di perwerde û bazara kar de derfetên wekhev bi dest bixe.