Li Yemenê qada binçavkirina jinan berfirehtir dibe

Seroka Weqfa Akoun a ji bo Maf û Azadiyan, Lîna El-Hasanî, rayedarên li Maribê der barê ewlehiya derûnî û bedenî ya Amatallah ku ev mehek e di girtîgehên ewlekariya siyasî de tê girtin, berpirsyar dîtin û da zanîn ku ew girtîgeh, yek ji girtîgehên herî xirab ên li Yemenê ye.

NOOR SURİB

Yemen- Li Yemenê binçavkirina jinan gihîştiye deverên di bin kontrola hikûmeta Yemenê ya ku ji hêla navneteweyî ve hatiye naskirin. Jixwe li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de girtina jinên ji meylên cuda yên siyasî yên dijberî Hûsiyan her diçe zêdetir dibe. 
Çalakvanên mafên mirovan, binçavkirina rayedarên ewlehiyê li parêzgeha Maribê û ya çalakvan û rojnamevan, Amatallah El-Hammadi ku di 13’ê Îlonê de hatibû binçavkirin, şermezar kirin. Piştî ku wan mala hevalê wê dorpêç kirin û avêtin ser malê wê girtin û birin girtîgeha girêdayî ewlekariya siyasî ya li parêzgehê.
Li dijî girtinê bertek hatin nîşandan
Komeleya Dayikên Girtiyan daxuyaniyek du roj piştî girtinê weşand û tê de girtina çalakvan Amatallah Al-Hammadi, ji hêla rayedarên ewlehiyê ve bêyî ku guh bidin prosedurên dadrêsî yên di Qanûna Doza Ceza de hatine destnîşankirin, şermezar kirin.
Saziya Akoun a ji bo maf û azadiyan jî berdewamiya girtina çalakvan bêyî eşkerekirina tawanên li dijî wê şermezar kir. Di daxuyaniyê de, rayedarên ewlehiyê yên hikûmeta rewa li Maribê, der barê ewlehiya psîkolojîk û bedenî ya girtî de berpisyar hatin dîtin. 
“Hemû mafên jinan û qanûn û kevneşopiyên Yemenê binpê dikin”
Seroka Komeleya Jinên Bindest û Zindanên Hûsî, Noura Al-Jarawî got: "Ez tiştê ku çalakvan û rojnamevan, Amatallah Al-Hammadi rast tê, bi tundî şermezar dikim û ev ne bûyera yekem e li herêmên di bin kontrola meşrûiyetê de pêk tê. Berî wê hewldana girtina çalakvan Najeba Aklan hebû piştî ku mala wê ya li parêzgeha Taizê hat talankirin. Ew çalakvanek xwedan hewcedariyên taybet e lê li Maribê, Amatallah hat girtin. Tiştê ku ez niha dixwazim balê bikşînim ser ev e ku em bi felaketek mezin re rû bi rû ne, ji ber ku hemû aliyên Yemenê mafên jinan û qanûn û adetên Yemenê yên ku statûyê didin jinên Yemenî binpê dikin." 
Bang li hemû hiqûqnan û pisporên medyayê kir ku beşdarî kampanaya parêzvaniyê bibin
Seroka Weqfa Akoun a ji bo Maf û Azadiyan, Lina El-Hasani, rayedarên li Maribê ji ewlehiya derûnî û bedenî ya Amatallah ku ev mehek e di girtîgehên ewlekariya siyasî de li dijî wê tê kirin, berpisyar dît û da zanîn ku ew girtîgeh, yek ji girtîgehên herî xirab ên li Yemenê ye.
Lina El-Hasanî bang li hemû hiqûqnas û pisporên medyayê kir ku beşdarî kampanyaya parêzvaniyê bibin da ku daxwaza berdana wê bikin û got ku ger dozên rastîn û qanûnî jî hebin divê rayedar li gorî qanûnê bi wan re mijûl bibin û rê bidin parêzer û malbatê ku pê re têkiliyê deynin û wê bibînin.
“Girtin bi fermana parlamentoyê pêk hatiye”
Hin rojnameyên herêmî yên agahî ji çavkaniyên nenas girtine, diyar dikin ku girtin bi fermana parlamentoyê pêk hatiye, di heman demê de tu delîl nehatine weşandin ku mekanîzmaya rastîn a girtinê û sedemên wê rave dike.
Amatallah Al-Hammadi, di Adara borî de dema diçû qadê ji bo lêkolîna diyardeya keçên ku li Maribê parsekiyê dikin, hat binçavkirin û doza wê bi kesekî nenas hat sînordarkirin. Ji ber ku ew wek rojnamevan û çalakvaneke mafên mirovan tê nasîn, bi gelek ajansên ragihandinê yên bi zimanê îngilîzî re xebitiye û herî dawî projeyek girêdayî rêxistina DRC li Maribê dimeşand.