Li Tûnisê pêvajoya dozê ya jinên rastî tundiyê tên tevlihev e

Li Tûnisê jinên rastî tundiyê tên, di xwegihandina alîkariyên dadwerî de zehmetiyan dikşînin û ev yek jî dibe sedem ku jin giliya tundiya ku li wan tê kirin nekin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis- Komeleyên Jinan ên li Tûnisê feraseta mêrsalar ku cudahiya zayendî diparêze rexne dikin. Ji bilî nezanî û zehmetiyên bicîhkirina zagonên girêdayî mafên jinan, komele bang dikin ku tedbîrên lezgîn ên rewakirina zagonan û bicihkirina wan bên girtin.

Li Tûnisê rêjeya tundiya li dijî jinan, piştî ku di sala 2017’an de zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan derket zêde bû. Saziyên fermî ragihandin ku rêjeya tundiya li dijî jinan 7 qatan zêdetir bûye.

‘Jin rastî tundiyê tên lê ji ber ditirsin gilî nakin’

Civaknas Necat Erar, da zanîn ku dema jin berê xwe didin edaletê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Gihandina mafê edaletê yek ji zehmetiyên herî mezin e, jin rastî tundiyê tên lê gilî nakin. Mijara aborî yek ji zehmetiyên li pêşiya jinên rastî tundiyê tên e. Ji ber rewşa wan a aborî nebaş e. Bidestxistina alîkariya qanûnî dihêle ku bi walî, komîser û şaredariyê re bikevin têkiliyê û ji wan re îsbat bikin ku ew nikarin parêzerek bigrin. Bi taybetî ev yek di rewşeke lawaz de ye û nikarin ji bo parastina doza xwe parêzerek bigrin. Lewma neçar dibin du caran bifikirin û piştre vê gava xwe bavêjin.”

‘Jin weke sûcdar tên dîtin’

Necat Erar, di heman demê de bal kişand ser gavên ku jinên rastî tundiyê hatine davêjin û wiha axivî: “Jin dema gilî dikin rastî gelek zehmetiyan tên. Dema jinek rastî destdirêjiyê tê û ji bo gilîkirinê berê xwe dide dadgehê weke sûcdar tê dîtin.” Necat Erar her wiha rexne kir ku gelek dosyayên taybet ên jinan li dadgehan in û heta niha nehatine çareserkirin.

Necat Erar, da zanîn ku doza Rifqa El-Şarnî ya 3 sal berê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin, dosyaya jina Çiyayê Sor û dayika wê ya ku bi sedema daxwaza berdanê bi awayekî hovane ji aliyê hevjinê xwe ve hatin qetilkirin hê nehatiye çareserkirin.

‘Dozger tundiyê rewa dikin’

Necat Erar, diyar kir ku dema dozger ji jinên rastî tundiyê tên  sedema tundiyê dipirse, tundiyê rewa dike û wiha got: “Ji ber vê divê bi awayekî lezgîn aliyên danûstandinê bi jinên rastî tundiyê tên  re dikin werin perwerdekirin. Gelek dozger xwe naspêrin qanûna 58’an, ev jî zehmetiyek mezin e. Her wiha gelek parêzeran perwerde nedîtine û nizanin dozên tundiyê çareser bikin.”

Hiqûqnas Mey El-Ibêdî jî da zanîn ku riya dozgeriyê ji jinên rastî tundiyê tên re bûye tiştekî zehmet û destnîşan kir ku tedbîrên piştî gazinan bi dermankirinê û amadekirina melefekî tenduristî dest pê dikin ne ji bo berjewendiya jinên rastî tindiyê tên e û dibe ku bibin sedema karesetan.

Mey El-Ibêdî, di heman demê de teqez kir ku riya dirêj, tevlihevî û bihayê madî yê tê xerckirin dibe sedem ku bi dehan jin gilî nekin û wiha got: "Tevî ku zagona 58’an behsa alîkariya qanûnî dike jî em ji bîr nekin ku dosya tundiyê dihêle ku jinên rastî tundiyê tên gelek pereyan xerc bikin.”

Mey El-Ibêdî, bal kişand ku zagonek hebe, neyê cîbicîkirin û nakeve xizmeta jinan bê sûd e û wiha berdewam kir: "Tûnis bajarê zagonên femînîst e lê li ser rûyê erdê û di rastiyê de rewş zehmet e û em dûrî wekheviya jinan in.”

‘Divê hikûmet jî kar bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne’

Mey El-Ibêdî, di piştgiriya jinan û alîkariya mexdûrên tundiyê de spasiya rola saziyên civaka sivîl kir ku wan dişînin navendên guhdarîkirinê yên komeleyan û ev cih ji wan re parêzeran bê beramber peyda dikin û dosyaya wan a tundiyê dişopînin. Mey El-Ibêdî, destnîşan kir ku ev gaveke gelekî baş e lê divê hikûmet jî kar bike û berpirsyariyên xwe ji bo jinan bi cih bîne.

Mey El-Ibêdî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ku divê komele hemû dozên jinên rastî tundiyê tên bigrin û divê hikûmet jî piştgiriya wan bike û bi zagonan bi cih bîne.