Li Sûrê îstîsmara zayendî: Bav hat girtin, zarok di bin parastinê de ye

Hat hînbûn ku bavê A. yê ku li navçeya Sûra Amedê îstîsmara zayendî li zaroka xwe kiribû hat girtin û zarok jî kirin bin parastinê. Her wiha hat diyarkirin A. yê ku bi îdiaya "li dijî zarokan îstîsmara zayendî ya bi zanebûn" hatiye girtin, li dijî zarok û hevsera xwe şîdeta sîstematîk kiriye.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li Tirkiyeyê ne jin û ne jî zarok nikarin jiyana xwe bi ewle bijîn. Dema ku zarok li mal, dibistan, kurs, yurt û gelek cihên din ên divê herî bi ewle lê bin, rastî îstîsmara zayendî û şîdetê tên, jin jî mîna zarokan li cihên ku herî bi ewle ne, tên qetilkirin, destavêtin û rastî şîdeta sîstematîk tên. Li gorî rapora 2018’an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Tirkiye di cîhanê de di warê îstîsmara zarokan de di rêza 3’yemîn de ye. Li welatê ku her roj bûyerek nû ya îstîsmarê tê jiyîn, zêdebûna sûcên ensestê jî balê dikşîne. 
Rastî li nexweşxaneyê derket holê
Li navçeya Sûra Amedê di meha Cotmehê de, zarokek ji ber êşa zikê xwe ji aliyê dayika wê ve rakirin nexweşxaneyê û di encama muayeneyên ku li wir hatin kirin de derket holê ku zarok 4 mehî ducanî ye. Piştî ku hat dîtin zarok ducanî ye, polîsên nexweşxaneyê dest bi lêpirsînê kirin û li gel pedagog îfadeya zarok hat girtin. Zarok anî ziman ku ji aliyê bavê xwe A. ve rastî îstîsmara zayendî hatiye.
Bavê zarok piştî îfade da hat girtin
Dema ku zarok ket bin parastinê, bav A. piştî îfadeya wî hat girtin, di demeke kin de ji ber sûcê "li dijî zarokan îstîsmara zayendî ya bi zanebûn" hat girtin û şandin girtîgehê. Li gorî agahiyên ji endamên malbatê hatin girtin, hat gotin ku bav A. her tim şîdetê li diji dayik û zarokan kiriye.
“Li dijî jin û zarokên xwe şîdetê dikir” 
Xizmên li taxê dijîn der barê bûyerê de ev tişt gotin: “Bav A. her tim tundiyê li zarok û hevsera xwe dikir. Me ev bûyer piştî demek direj bihîst. Niha ne dayika wê û ne jî zarokên din bi kesê re naaxivîn. Bûyerê ji kesê re nabêjin. Niha zarokên wê di bin parastinê de ne û bavê wan jî di girtîgehê de ye.”