Li ser jinan lêgerîna tazî kirin!
Tora Têkoşîna bi Tundiyê re li Amedê, derbarê zextên li ser 11 jinên ku hatin binçavkirin û paşê jî hatin girtin raporek amade kir û daxwaz kirin ku di derbarê berpirsan de lêpirsîn bê vekirin.
Amed - Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê, derbarê 24 jinên ku di 16'ê adarê de hatibûn binçavkirin û di pêvajoya girtinê de mafên wan hatibûn binpêkirin de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Em bêdeng nabin û paşde gav navêjin" hat vekrin. Nûnerên Komeleya Jinan a Rosayê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tevli daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim daxuyanî da û bi bîr xist ku di 16'ê adarê de ji 24 jinên ku hatine binçavkirin 11 jê hatine girtin û 13 jê jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Derya da zanîn ku dema binçavkirin û ketina girtîgehê pêvajoyeke li dijî hiqûqê pêk hatiye û mudaxaleya li dijî mirovahiyê hatiye kirin û wiha got: "Piştî derketina xwe ya ji binçavan 6 jinan di 28'ê adarê de piştî girtina xwe 6 jinan jî di 23'ê adarê de serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dane û tiştên hatine serê wan bi ÎHD'ê re parve kirine.
ÎHD'ê jî di encama van serlêdanan de binpêkirinên mafan ên ku di pêvajoya binçavkirinê û girtinê pêk hatine rapor kir û bi kurtayî wiha rêz kir:
"* Dema binçavkirinan sedema binçavkirinê nehatiye aşkerakirin, zarokên di xewde hatine şiyarkirin. Piştî lêgerînê dema ku jinan kincên xwe li xwe kirine polis ji ba wan derneketine. Bêyî ku sedem bê vegotin û riza wan bê xwestin xwîn ji jinan hatiye girtin û radestî polisan hatiye kirin. Di pêvajoya binçavkirinê de di hucreyê yekkesî hatine girtin. Rexmî ku nezaretxane ne paqiş bûne jî deriyê wan qet nehatine vekirin. Rojê tenê 0.5 lître avê dane wan. Dema dermanan jî avê nedane girtiyan û wan aresteyî ava kaniyê kirine. Jinek di bin çavan de ji xwarinê jehrî bûye.
* Beyî parêzeran xwestin bi jinan re hevdîtin bikin û îfadeyê wan bigirin û zexta derûnî li wan kirine. Ji bo guhertina kincan jinan birine odeyên cuda û neçar mane di bin çavdêriya polisan de kincên xwe biguherînin.
* Dema ketina girtîgehê lêgerîna tazî bincetên cuda li jinan hatiye ferzkirin. Li cem polisên zilam kincên binî jî ji hin girtiyan hatine kirin. Hem bi gotinan hem jî bi awayekî fîzîkî zext li girtiyan hatiye kirin.
* Ji girtiyan yek jê di reglê de bûye lê ligel vê jî neçar maye ku tevahiya rojê pedekî bi tenê bi kar bîne. Dema ku xwestiye li devereke girtî peda xwe biguherîne jî destûr nehatiye dayîn. 3 girtî neçar mane ku li ber çavê polisan pedên xwe biguherînin û xwe paqij bikin. Destûr neyatiye dayîn ku girtî dermanên xwe bi kar bînin. Ji ber ku pitika xwe nemitandiye êş ketiye pêsîrên jineke girtî."