Li Sedef Kabaş a hat berdan 2 sal û 4 meh ceza birîn

Di danişîna yekem a rojnamevan Sedef Kabaş de 2 sal û 4 meh ceza danê û serbest berdan.

Navenda Nûçeyan – Lêpirsîna der barê rojnameger Sedef Kabaş a ku meha borî bi îdiaya "heqaret li Serokomar kiriye" hat girtin, temam bû. Di îdianameya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat amadekirin de Sedef Kabaş wek "gumanbar", Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wek "gilîkar", Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu jî wek "mexdûr” cih girt. Ji van îdiayan 12 sal û 10 meh cezayê girtîgehê jê hatibû xwestin. Danişîna doza Sedef Kabaş a ku ji 22’ê Çile ve girtiye li 36’emîn Asliye ya Dadgeha Ceza hat dîtin.

“Ez van sucdariyan napejirînim”

Sedef Kabaş di danişînê de parastina xwe kir û got: “Ezê li hember tiştên deshilata heyî bi me dide jiyîn gotina rastiyan dewam bikim. Min bêmafî li serokomar nekiriye û nakim jî heta kirinê jî erê nakim. Bê xwestin ezê bi şêweyek herî tund deshilatê rexne bikim. Ger hun jî bipejirînin ev dikeve nava azadiya ramanê ku peyîwira rojnamegeriyê jî eve. Min gotinek pêşiyan weke mînak nîşanda. Rojnamegerek berî derxin pêşiya dozgeriyê sucdar kirin, ma gelo ji aliyê yên siyasetê di destê xwe de digirin ne bêmafiyek hiquqî ye? Sucên ku hun îdia dikin ez teqez napejirînim û teleba serbestberdanê jî nakim.” 

Di danişînê de derbarê Sedef Kabaş de ji doza “heqaret li Serokomar kiriye" 2 sal û 4 meh ceza dan û biriyara serbest berdanê dan.