Li Misrê parêzvanên mafê mirovan û rojnameger serbest hatin berdan

Parêzvana mafê mirovan Mahienour El Massry a du salin girtî li gel 3 rojnamevanan serbest hat berdan

.
Qahire – Parêzvanên mafê mirovan û rojnamegerên sala 2019’an li Misrê hatibûn girtin serbest hatin berdan. Parêzvana mafê mirovan Mahienour El Massry li gel rojnameger Mostafa Al Asar, Moataz Wadnan û Esraa Abdelfattah ên di girtîgehê de bûn 18'ê Tîrmehê serbest hatin berdan. Mahienour El Massry û Esraa Abdelfattah ji sala 2019’an ve li girtîgeha Jinan a El Qanater dihatin girtin.
Sala 2019’an gelek aktîvîst û rojnamegerên bi sucên weke “endamtiya rêxistinê”, “nûçeyên şaş çêkirin” û “turên civakî şaş xebitandin” ê ji aliyê dozgeriya Misrê ve hatibûn girtin. Bi hincent û sucdariyên bi vî awayî bi hezaran parêzvanên mafê mirovan hîna girtîne.