Li Misrê kampanyaya "Jin di bin çavdêriya qanûnê de ne"

Çalakvana mafên mirovan Nessma Al-Khatib destnîşan kir ku medyaya civakî bûye mekanîzmayek û penageheke bi ewle ji bo jinan ku daxwaza parastin û piştevaniyê bi riya wê dikin û derfetek ji bo şikandina bêdengiya li hemberî binpêkirinên ku li dijî krîza koronayê rastî wan tên e. Her wiha diyar kir ku eşkerekirina tawanên tundiya li dijî jinan û îsbatkirina wan li pêşberî civakê û raya giştî, mekanîzmayeke nû ya berpirsyariyê derxistiye holê.

ÎNAS KEMAL
Qahîre - Ji bo ku dezgehên ewlekarî, qanûnî û hukmî berpirsyariya xwe ya parastina jinan ji tundiyê û girtina gavên cidî ji bo bidestxistina mafên wan û wekheviyê bizanibe, însiyatîfa "Piştgirî" ya ji bo destekdayîna qanûnî ji bo jinan, kampanyaya xwe ya elektronîk "Jin di bin çavdêriya qanûnê de ne" li Misrê da destpêkirin. 
Têkildarî armanca kampanyaya "Jin di bin çavdêriya qanûnê de ne" ku di 25’ê Mijdarê de li gel kampanyaya 16 rojan a cîhanî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo têkoşîna li dijî tundiya zayendî hatiye destpêkirin, damezrînera însiyatîfa "Piştgirî", Nessma Al-Khatib ji ajansa me re wiha got: "Kampanya armanc dike ku lêkolîn bike ka medyaya civakî bi berpirsyarî û çavdêrîkirina dozên şîdeta li dijî jinan li Misrê dibe alîkar. Gelo dozgerê giştî dadmendiya tam bi dest dixe, yan ew di nav hin kesên saxmayî de dilgiraniyê çêdike. Bi taybetî di dozên ku di medyayê de wekî (dozên hilweşandina nirxên malbata Misrê) tên zanîn."
Nessma Al-Khatib diyar kir ku kampanya bang li hikûmetê dike ku pergalek sewqê ava bike ji bo rayedarên dadwerî û ewlekarî yên têkildar bi pisporên lênihêrîna tenduristiyê. Her wiha rêxistinên sivîl ên ku xizmeta kesên ji destdirêjiya cinsî xilas bûne. Ji bilî peydakirina mekanîzmayên fermî ji bo rûbirûbûna tawanên tundiya zayendî, "Ofîsa giliyan" bi hevkariya saziyên niştimanî û peydakirina zanyariyên kûrtir li ser pirsgirêkên jinan û yên din ji bo bidestxistina zelaliyê dixebite.
Di tewanên tundiya zayendî de barê îsbatkirinê dikeve ser milên jinan
Her wiha destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de, kampanyaya "Jin di bin çavdêriya qanûnê de ne" dê qereqolên li ser pirsgirêkên jinên Misirê bi qanûnê re binirxîne, di nav wan de yên ku dadmendiya tam bi dest xistine û yên ku hêj negihîştine tu mafên xwe, wek mexdûrên ku barekî aborî û derûnî ketiye ser milên wan. Ew dide zanîn ku di tawanên tundûtûjiya zayendî de, bi gelemperî barê îsbatkirinê dikeve ser milên jinan û piraniya caran dibe sedema gilî û raporan. Lêpirsîna wê li ser doza dozger û îdiaya wê ya mafên medenî û tawanan e û ji bo rizgarbûyî jî zehmet e ku şahidek ji bo îsbatkirina rastiya bûyerê bibîne.
Çalakvana mafên mirovan Nessma Al-Khatib destnîşan kir ku medyaya civakî bûye mekanîzmayek û penageheke bi ewle ji bo jinan ku daxwaza parastin û piştevaniyê bi riya wê dikin û derfetek ji bo şikandina bêdengiya li hemberî binpêkirinên ku li dijî krîza koronayê rastî wan tên e. Wê diyar kir ku eşkerekirina tawanên tundiya li dijî jinan û îsbatkirina wan li pêşberî civakê û raya giştî, mekanîzmayeke nû ya berpirsyariyê derxistiye holê. Ev jî bûye sedem ku rayedarên cîbicîkar û dozgerên giştî bikevin tevgerê û ji bo têkoşîna li dijî van sûcan gavan bavêjini raporên berfireh li ser wan rastiyan biweşînin û agahiyan bigihîjînin raya giştî.
Karê însiyatîfê temamkirina kêmasiyên zagonî ye
Karê însiyatîfa "Piştgirî" ku komeke piştevaniya zagonî ya jinan di destpêka vê salê de hatiye damezrandin, li ser dagirtina kêmasiya zagonî di rêxistinên civaka sivîl û civata geşedanê ya bi jinan re têkildar e û girêdayî nebûna pisporiya zagonî ye. Ji bo ku piştgiriya kesên ji şîdetê, bi giştî û şîdeta nava malê bi taybetî rizgar bûne, di nav de dozên şantaj, tacîz,
destavêtin û sûcên sîber ku di pêvajoya pandemiya koronayê de zêde bûne bike.
Di nav mijarên ku ji hêla kampanyayê ve ji bo daxwazkirina dozgerê giştî ji nû ve di ber çavan re derbas bibin û dadmendiyê ji kesên sax re ragihînin de, doza "Tacîzkar Dehab" e ku çîroka Merwa Ehmed a ji bajarê Dehab ê geştiyarî di texsiyê de vedigeriya Qahîreyê, ji aliyê rêwiyek ku li kursiya paşîn rûniştîbû ve rastî destdirêjiya cinsî hat û bi fizîkî hat tacîzkirin.
Keçikê israr kir ku giliyek fermî li dijî kesê tacîzkar bike û nerazîbûna rêwiyên mayî yên ku jê xwestine "efû bike" red kir. Lê belê ew matmayî bû ku giliya wê pêşkêş kir piştî pênc mehan hat kirin û tevî gilîkirina wê bi riya parêzera xwe, Nessma Al-Khatib, di Cotmeha borî de, wê tu bersiv heya heşt mehan negirt.