Li Misrê îstîsmara zayendî ji "kêmasî" hat derxistin veguherî sûcekî giran

Li Misrê 7 sal in berpirsyarên îstîsmara zayendî wekî "kêmasî" dihatin darizandin, ji ber ku ev ceza nebes bû qanûn hatin guhertin. Ji wê şûnde, yên ku îstîsmara zayendî pêk tînin dê bi cezayên giran werin darizandin.

Navenda Nûçeyan– Civata Nûneran a Komîteya Zagonsaz ragihand ku li Misrê ji bo tawanên îstîsmarê cezayên giran hatine dayîn. Demek îstîsmar di dema borî de wekî kêmasiyek dihat hesibandin, niha cezayên giran li kesên ku îstîsmar dikin tê birîn. Komîteya Karûbarên Destûra Bingehîn û Zagonsaz a Civata Nûneran duh civînek li dar xist û biryar da ku cezayê bi hêza qanûnê biguhezîne. Hat destnîşankirin ku guhertina Qanûna Ceza di rûniştina civata giştî ya parlamentoyê de jî dê were pejirandin. 
Ji bo têkiliya bi kesên din re li deverek giştî yan taybet, çêkirina îdiayên devkî yan rastîn ên cinsî yan pornografîk, tacîz bi her awayî, amûrên ragihandinê yên elektronîkî jî tê de, salek cezayê girtîgehê were dayîn. Digel cezayê pere, kesê ku sûc dubare bike dê bi du qat ji cezayê berê were cezakirin. Tê destnîşankirin ku ger tawanbar xwediyên otorîteyek profesyonel, malbatî yan jî perwerdehî be li ser mexdûr an zextê li wî bike, ew ê herî kêm 7 sal cezayê hepsê û cezayê perê bê dayîn.
 
Werger: JINHA