Li Minbicê encamên têkoşîna jinên Zenûbyayê

Mala jinan li gundan gelek têgehên mêran şikandin û paşverûtiyên ku civak li ser jinan ferz dike dan guherandin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Mala jinan li gundewarên bajarê Minbicê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên mezin di guhertina konsepta civakî de avêtin. Digotin çareseriya mijarên civakê tenê bi destên rûspiyên eşîran e dûrî saziyê pêkanîna dadweriyê û beşdariya jinan tê de bûn lê mala jinan îsbat kir ku dikare gelek mijaran çareser bike û herdu aliyên dozê wekhev bigre mafê her kesê bide.

Mala jinan li bajarê Idlibê bi hemû hêza xwe hewl dide mijarên jinan çareser bike, ji bo bar li ser mala jinan li bajar kêm bibe, komîteyên jinan di navçeyên bajêr de jî hatin avakirin. Ew jî 3 şax in, her şaxek pirsgirêkên navçeyekê temam tevî gundan çareser dike.

‘Pêwîstiya mala jinan li xeta Firatê hebû’

Rêvebera mala jinan a ku ew yek ji komîteyên Kombûna Jinên Zenûbya ye li navçeya El-Firatê li bajarê Minbicê ye, Fatma El-Xelîl, diyar kir ku pêdiviya herêmê bi vekirina komîteyek jinê heye û got: “Me mala jinan di sala 2018’an de vekir, xeta El Firatê pêwîst dikir malek taybet ji bo jinan bê vekirin da ku zexta dozan û giliyan li ser mala jinan li bajêr kêm bibe. Di xeta Firatê de jî 75 gund hene û di xeta El Muhterêq de 65 gund hene. Hemû doz û giliyên van gundan digihîjin mala jinan li xeta Firatê.

‘Civak edî komîteya jinan dipejirîne’

Fatma El-Xelîl der bare xebatên xwe de dibêje ku di civaka gund de dozên ji wan re tên piraniya dozên encamên zewaca di temenê biçûk de, weke tundî, hevberdan, nakokiyên hevjînan an pirsgirêkên bi malbata mêr re ne wiha pêde çû: “Civak êdî komîteya jinan dipejirîne û dibîne ew cihê çareseriyê ye. Bi taybetî karên ku jin dikin. Me şaxek ji mala jinan li gundewaran vekir, em rastî gelek astengiyan hatin ji ber civakên gundewar xwedî taybetmendiyên eşîrî ne û piraniya dozên wan rûspiyên eşîran çareser dikirin lê vê yekê jî zorê li jinan dikir. Piştî vekirina şaxê mala jinan li Firatê, gelek doz bêyî pirsa zagonî û encûmenên dadweriyê hatin çareserkirin û jinê êdî zanîn ku mafên xwe li vî cihî tên parastin. Wisa mala jinê bû çareya hemû pirsgirêkên civakî çi jin dibin çi mêr, bawerî di nava civakê de çêbû ku ev mal cihê çareseriyê ye û bi awayekî wekhev li mijaran mêze dike, mafê her kesê dide.”

‘Bawerî bi me û civakê xurt dibe’

Fatma El-Xelîl der bare mijara rêbazên çareserkirina pirsgirêkên civakî de jî axîvî û got: “Dema dozek civakî tê ji me re, em vedigerin koka wê ji bo çareserî bingehîn be. Carna em diçin malan jî ji bo rastiya pirsgirêkê hîn bibin û çareseriya wê bibînin. Ev jî baweriya di navbera me û civakê de xurt dike. Ji bo dozên ku li mala jinan nehatine çareserkirin ew diçin mala jinan a bajêr û li wir diçe encûmena dadweriya civakî, li wir çareser dibe. Lê bi qasî em dikarin bi awayê navxweyî di komîteya lihevkirinê ya jinan de em dozan çareser dikin bi riya rûniştinan çareyên li gorî herdu aliyan dibînin.”

Komîteyên jinan li gel rastiyê ne ne tenê li gel jinan in

Berdevka kombûna Jinên Zenûbyayê ya li xeta Firat rojavayê bajarê Minbicê Emîne Cerah der barê komîteya lihevkirinê û rewşa karê wê di dozên civakî de dibêje: “Şaxa mala jinan li xeta Firatê hat damezirandin û komîteya lihevkirinê tê de ava bû. Ji bo dozên jinan û pirsgirêkên civakî çareser bikin, piraniya xelkê gotin ku komîteya jinan dê li aliyê jinan be ji ber ku ew bi navê jinan e lê pişt re ew nêrîn hat guhertin. Em weke komîteya jinan mafên herdu aliyan didin wan. Em mafên jinan diparêzin lê di rastiyê de hemû biryarên me bi temamî bêalî ne. Wisa civakê karê me pejirand û piştî gelek dozan bi me bawer bûn. Hin gilî hene mêr radikin, ev jî ji bo me girîng e, em baweriya mêrsm jî bi me çêbibe. Em gihîştine asteke wisa ku em dikarin rola xwe weke jin di çareserkirina dozên civakê de diyar bikin û mêr jî tê de bi vîn û karînên jinan ji bo çareseriyê bawer dikin ev ji bo me serkeftineke civakî ye.”

‘Xizmeta ji bo civakê erka me ye’

Emîne Cerah li ser pirsgirêk û dozên bi însiyatîfa jinan tên çareserkirin got: “Em weke endam û rêveberên mala jinan, parçeyek ji vê civakê ne. Em însiyatîfa xwe di çareserkirina gelek dozan de bêyî giliyan bi kar tînin. Mala jinan her dem dixwaze tiştê herî baş ji civakê re pêk bîne. Em ne weke saziyek dewletê ne ku xwe di ser civakê de bibîne û hişmendiya desthilatdariyê bi kar bîne. Xizmeta vê civakê û çareserkirina dozên wê erk e li ser milên me. Bi hemû rêbazan rastiya xwe em bi pêş dixin û ber bi başiyê ve dibin.”

‘Mala jinan dixwaze jiyana azad û wekhev ava bike’

Emîne Cerah di dawiya axaftina xwe de dibêje ku gundên dozên xwe di komîteya jinan de çareser dikin, nêrîna niştecihên wî gundî der barê karînên jinan di rêvebirina civakê de tê guhertin û wiha bi dawî dike: “Di dozekê de malbata jinek bi zorê keça xwe dida berdan. Dema nehiştin ew were mala jinan, endamên komîteya jinan çûn mala wan û pirsgirêk li wir çareser kirin, nehiştin berdan pêk were. Piştî nîqaşên bi mezinên malbatê re dikaribûn jinan vegerînin mala hevjînê wê. Tiştê balkêş ew bû ku ew gund û malbat bi taybetî gelek girîngî dan mala jinan ji ber dikaribûn bêyî encûmena dadweriyê û zagon û dadgehan pirsgirêkê çareser bikin, însiyatîfa me di serdana malbatê de teqez kir ku em ne desthilatdariya ku tenê giliyan pêşwazî dike û belgeyan îmze dike, piştgiriyê dide hemû jinan e. Mala jinan dixwaze konsepta jiyana azad, wekhev û dadweriya di navbera herdu zayendan de xurt bike ji bo civakek demokratîk bi exlaq, azad bêyî zayendparêzî ava bike.”