Li Mexribê mafê karmendên jin tê binpêkirin
Endama Yekîtiya Pêşverû ya Jinên Mexribê Zehra Muhsên li ser binpêkirinên mafê jinên karmend axivî û diyar kir ku jinên karmend îro bê şert û merc kar dikin û mûçeyên wan di asta herî kêm de ye.
HANAN HARITE
Mexrîb – Endama Yekîtiya Pêşverû ya Jinên Mexribê Zehra Muhsên ya li ser binpêkirinên li dijî jinên karker axivî û teqez kir ku jinên Mexribî karmendên şîrketan di rewşeke trajadîk de dijîn.
Mûçeya wan di asta herî kêm de ye
Zehra Muhsên anî ziman ku jinên karmend di şert û mercên zehmet de xebatê dikin û wiha domand: “Jinên karmend îro koletiyê jiyan dikin, mafên xwe herî kêm jî nînin, bê şert û merc kar dikin û mûçeyên wan jinan di asta herî kêm de ne, bêyî sûdê ji ti xizmetên girêdayî sîgorta tendrûstî û civakî bibînin, bi erkên cuda cuda di nava beşên kar de radibin.”
Zehra Muhsên wiha gotinê xwe domand: “Karmendên di warê niştimanî de kar dikin di îdareyên giştî di hemû beşên jîndarî de kar dikin bi hemû erkên karmendên fermî radibin lê belê jinên karmend paşguhxistî ne. Nerazîbûn û xwepêşandan yek ji rêbazên têkoşînê û daxwaza mafane, roleke mezin di rakirina dengê civakan de û daxwaza wan li seranserî cîhanê de lîstiye. Roja Jinan ya Cîhanî 8’ê Adarê ku hemû cîhanê berî çend hefteyan pîroz kirî nîşaneya wê yekê ye, ji wir de daxwaza mafên karmendên jin di wekheviya mûçeyan û şert û mercên karê layîq destpêkirî.”
‘Peymana 190 pêşî li tundûtuijiya di nav kar de digre’
Zehra Muhsên der barê pirsa Peymana Kar ya Navdewletî a 190’an ger Mexrib li erê bike dikare çi bike bersivand û wiha rêz kir: “Tundiya li ser bingeha rêgeza civakî çi di cihê kar de be an di riya çûyîna kar de be peyman xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku mijarên tundî û destdirêjiya nav kar digire dest û perensîbên baş û zelal diyar dike. Ji bo têkoşîna li dijî tundûtujiya dijî karmendên jin ku zirarên derûnî û bedenî zêde li wan jinan dike Ev peyman bi xwe pişteke xurt e û bandorê li pêşveçûna civakî û aborî jî dike. Mohirkirina vê peymanê û pêkanîna wê rê li pêşiya tundî û destdirêjiya di cihên kar de dibin digire.”
Zehra Muhsên behsa giringiya berpirsyartî û rolên hikumet, perlemanto, desteyên siyasî, sendîqe û civaka sivîl li dijî tundî û destdirêjiya nava kar de dibe kir û wiha bilêv kir: “Bê guman her pêkhateyek civakî ji van rolekî xwe diyar heye, dive bi riya diyaloga civakî sendîka, civaka sivîl û desteyên siyasî divê daxwaza mohrkirina peymana 190 ji hikumetê bikin.”
‘Dive civaka sîvîl ji bo peymana 190 bi israr bin’
Zehra Muhsên di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê xwedî li peymanê derkevin û zextê ji hundir perlemantoyê û derve li ser hikumetê bikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Rola civaka sivîl di nava civakê de jî gelekî girîng e ku aliyên peywendîdar kom bike ji bo daxwaza mohrkirina vê peymanê ji hikumetê bikin. Li vir hebûna koalîsyona ji bo peymana 190 tê destnîşankirin ku ji sendîqeyan, civaka sivîl û yekîtiya Mexribî ya kar yek ji damezrînerên vê koalisyonê ne pêk tê ku berdewamiya daxwaza mohrkirina vê peymanê dike. Dive hikumet peymana 190 mohir bike û zagonên girêdayî wê pêk bîne.”
Zehra Muhsên di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku divê rê li pêşiya hemû cureyên tundûtujî, zordarî û cudakariya dijî karmendên jin bê girtin û got: “Raste Mexribê di warê jinan de gelek destkeftî pêkanîne, lê hîn astengî li pêş ev beşa civakê hene, ji bo rewşa wan baştir bibe divê mafên wan jinan bi giştî bê xwestin.”