Li Lîbyayê yekemîn navenda perwerdê ya parêzerên jin

Rêvebera navenda Akademiya Parêzerên Jin parêzer Sara El-Erebî bi rêya akademiyê hewl dide ku şiyanên jinên ku nû ji zanîngehê mezûn bûne û qayimkirina wan ji hêla qanûnî û îdarî ve xurt bike.

 

HİNDİYA EL-İŞÎBÎ

Benxazî - Her çend bajarê Xeryan yek ji mezintirîn bajarên Lîbyayê ye û şêniya wê ji 180,000’an derbas dibe jî hejmara jinên ku di pîşeya hiqûqê de cîh digirin pir hindik e û hejmar ji 15 parêzerên jin derbas nabe. Ev jî nîşanek cidî ye ku jin bi awayekî berbiçav tevlî bazara kar li bajarên rojavayê Lîbyayê nabin. Parêzerên jin ên dibiniya Akademiya Parêzerên Jin de tên perwerde kirin dê seyîra vê nêrînê bidin guherîn û hejmara parêzerên jin di nava xebatên welat de zêde bikin.

"Akademî bi mebesta xurtkirina şiyanên parêzerên jin hate vekirin"

Rêvebera navenda Akademiya Parêzerên Jin parêzer Sara El-Erebî ya 26 salî diyar kir jinên ku dixwazin di pîşeya qanûnî de li bajêr bixebitin rastî gelek astengiyan tên û wiha domand: "Ji van astengan ew e ku jinên ku nû zanîngeh qedandine nikarin karê hiqûqî bikin bêyî ku li ser hin bingehên pratîkî yên ku di kar de hewcedarî bi wan heye, rêbazên nivîsandina daxwaznameyên di rewşên cuda de û rêbazên nivîsandina raporên îdarî perwerde bibînin. Vê yekê hişt ku ez yekem navenda qanûnî ya perwerdekirina jinên ku nû ji zanîngehê mezûn bûne vekim, bi mebesta xurtkirina şiyanên wan û qayimkirina wan ji hêla qanûnî û îdarî ve ji bo ku bikaribin bi hêsanî di nav bajêr de bi karê qanûnî re mijûl bibin."

"Parêzerên jin ji ber astengiyên malbatî û civakî êşê dikşînin"

Sara El-Erebî da zanîn ku wê karibû Akademiya Parêzerên Jin ava bike piştî ku beşdarî pêşbirka ciwanan bû ku ji hêla Fona Pêşkeftinê ya Neteweyên Yekbûyî ve li Lîbyayê ji bo piştgirîkirina projeyên piçûk di sala 2020'an de hate lidarxistin, di pêşbirkê de pileyeke bilind bi dest xist û bi vî awayî piştgiriya aborî ya pêwîst ji bo damezrandina navendê wergirt û wiha lê zêde kir: "Piştî ku ez di pêşbirkê de bi ser ketim, min gelek perwedeyê pratîk û teorîk dîtin ku bi saya wan min karî navendê bi rê ve bibim û pêş bixim. Jin hîn jî ji ber astengiyên malbatî û civakî yên ku rê li ber wan digire ku di bazara kar de cih bigirin, bi taybetî parêzvanên mafên mirovan û parêzerên jin, êşê dikşînin. Ji ber vê yekê min hewil da ku yekem naveneda qanûnî ya perwerdekirina jinên ku nû ji zanîngehê mezûn bûne damezirînim."

"Perwerdekaran gelek jêhatîbûn bi dest xistin"

Sara El-Erebî destnîşan kir ku perwerdekaran perwerdeyên curbecur dîtin ku di rêya wan de gelek jêhatîbûn bi dest xistin, di nav wan de mekanîzmaya pêwendiya teknolojiyê bi mişteriyan re, ragirtin û birêkûpêk kirina dozan li ser kompîturan û bikaranîna medyaya civakî di warê mafên mirovan û karên dadwerî de û wiha pê de çû: "Perwerdekaran karîbûn hin dozên ku ji dosyayên Dadgeha Asliye ya Xeryan hatine îtirazkirin temam bikin. Perwerdekar fêrî awayên nivîsandin û pêşkêşkirina daxwaznameyên di rûniştinên dadgehê de, li gorî qanûnên sûc, îdarî û darayî yên li Lîbyayê bûn."

"Ez bi serkeftina pirojeyê pir kêfxweş im"

Sara El-Erebî anî ziman ku ev serkeftina navendê di perwerdehiya xwe ya yekem de bi dest xist, hişt ku planan pêş bixe ji bo organîzekirina perwerdeyên paşerojê li derveyî bajarê Xeryan, ku tê de hejmareke mezin ji jinên nû zanîngeh dawî kirine dibe hewcedariya wan bi perwerdê hebe berî ku karê qanûnî bikin, beşdar bibin, nemaze ji ber ew pîşeyek e pêdivî bi baldarî û vekolîna agahdarî û belgeyên girêdayî doz û tomaran heye û wiha berdewam kir: "Ez bi serkeftina pirojeyê pir kêfxweş im. Ez bang li saziyên jinan dikim ku xebatên xwe ji bo pêşxistina rola jinan di nava civakê de, perwerdekirina wan di warê siyasî û yasayî de û motîvekirina wan ji bo beşdarbûna di hilbijartinên bê yên serokatiyê û parlamentoyê de, wek berendam û dengdêr xurtir bikin."