Li Iraqê jin bi ser ketin: Zaroka ku dihat xwestin bi îstîsmarkar re bê zewicandin hat rizgarkirin

Li Iraqê keçeke 12 salî ji aliyê bavê xwe ve hat xwestin ku bi zorê were zewicandin. Dema ku jinan piştî qîrîna alîkariyê ya dayikê çalakî li dar xistin, di dadgeha ewil de derket holê ku zarok ji aliyê zilamê ku dixwest bi wî re bê zewicandin ve rastî îstîsmarê hatiye. Piştî guherîna dozê kiryar hat girtin û berpirsyariya zarok ji dayika wê re hat dayîn.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda – Dema ku li Iraqê zewaca zarokên di bin 18 saliyê de zêde dibe, dayikek di dawiya meha Cotmehê de, ji bo zaroka xwe ya 12 salî ku dihat xwestin bê zewicandin, li ser torên civakî alîkariya jinan xwest. Çalakiya aktîvîstên mafên jinan ên ku piştgirî dan dayika keçikê ku serî li dadgehê bide û pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin, deng veda. Piştî ku dayika keçikê bi zewicandina zaroka xwe razî nebû, di vîdeoya ku ji destên yekem li ser torên civakî hatiye weşandin de, bang li rayedarên hikûmetê kir û daxwaz kir ku keça wê ji destên bavê wê were rizgarkirin.
Çalakiya jinan deng veda
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bavê keçikê biryar daye ku wê bi birayê hevjîna xwe ya duyem re bizewicîne. Li hemberî vê yekê jinan kampanyayeke ku deng veda da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de aktîvîstên ku xwestin dengê xwe bigihîjînin rayedarên hikûmetê ji rayedaran xwestin ku bikevin nava liv û tevgerê, jinan jî ji medyaya civakî bigre heta dadgehên herêmî û saziyên pêwendîdar çalakî li dar xistin.
Dihat xwestin ku zarok bi tecawizkar re bê zewicandin
Di pêvajoya dadgehê de hat fêmkirin ku tê xwestin keçik bi zora bavê xwe bi zilamê ku îstîsmara zayendî lê kiriye re bê zewicandin. Bi îfadeya şahidekî hat fêmkirin ku zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû maye. Kesê ku ji bo îfadeya zaroka 12 salî ji bo dadgehê hat gazîkirin û erkdarê olî ku "merasîma zewacê" pêk aniye, der barê dayika zarok de îfade da û got; "Zewac tenê li ser daxwaza bav hatiye kirin."
Rêbaza dozê guherî
Banîn Îlyas a ku aktîvîst û şopdara dozê ye, pêşengiya vê pêvajoyê kir û diyar kir ku kesê zewaca olî pêk aniye derbixin dadgehê. Banîn Îlyas a ku pêvajoya dadgehê nirxand û bi gotinên: “Bi rastî gotina şêx surprîzek bû, heta bû şahidek ku tevahiya rêbaza dozê ji serî heta binî guherand. Piştî îfadeya dadgehê biryara zewacê hat redkirin” û destnîşan kir ku bi vekirina dosyaya îstîsmara zarok û bi şahidiya şêx re îsbatkirina vî sûcî, doz bi leztir bi pêş ketiye.
Kiryarê îstîsmarê hat girtin
Dadgehê piştî îfadeya şahid, biryara binçavkirina bavê zarok û sûcdarê îstîsmarê yanî kesê ku dihat xwestin bi zarok re bizewice da. Her wiha biryar hat dayîn ku zarok bidin dayika wê.
“Ez dixwazim dibistana xwe berdewam bike”
Dayika zarok ku dibejê ew hê di destpêka têkoşîna hiqûqî de ye û ji bo ku zaroka wê ji vê travmaya psîkolojîk derbas bibe, dixwazin demildest pêvajoyê bidin destpêkirin, diyar kir ku ew dixwaze ji bo telafîkirina demên ku zaroka wê ji perwerdeya xwe mehrûm bûye dibistana xwe bidomîne. Dayikê anî ziman ku divê berpirsyariya zarokan bi jinan re be û diyar kir ku divê ev dadgeh bibe mînak û destnîşan kir ku desteserkirina velayetê ji dayikê re hem zirara mezin a nayê vegerandin dide dayikê hem jî dide zarokan.
Ji ber gefan daxwaza parastinê xwest 
Dayika zarok jî ji ber tirs û gefên ku ji hevserê xwe yê girtî û malbata hevjînê xwe digre daxwaza parastinê kir. Dayika ku gihîşt zaroka xwe, spasiyên xwe ji aktîvîstên mafên jinan re anî ziman. Jinên Bexdayê duh li ber dadgeha herêmî ji bo şermezarkirina zewaca zarokan çalakiya xwe berdewam kirin.