Li dijî şîdet û kuştinê komeleya jinên Tûnisê hemle da destpêkirin

Piştî ku li Tûnisê jina bi navê Rifqa EL-Şaranî ya 26 salî ku rastî şîdetê dihat, ji aliyê hevjînê xwe yê polîs ve hat kuştin berteka jinan zêde bû. Endama Komeleya Jinên Demokrat Racaa EL-Dihmenî kuştina Rifqa EL-Şaranî şermezar kir û got ku ji ber li deriyên têkildar daye hatiye kuştin.

 

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat dest bi hemleya bi navê "Ji jinan re sersaxî tune ye, şîdet wan mîna epîdemiyekê dikuje" kir. Ev hemle piştî bûyera bi êş a ku jineke 26 salî ji hêla hevjînê xwe yê polîs ve ji ber nakokiyên malbatî hat kuştin dest pê kir. Komeleyê bang li jinan kir ku dirûşmên nivîskî li malên xwe baliqînin û hêrsa xwe ji rayedaran re nîşan bidin.
Tu projeyek qanûnî di parlamentoyê de li hemberî şîdetî tune ye
Seroka Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat Yusra Farawîs ji ajansa me re axivî û got; “Li Tûnisê nefamkirinek ji doza tundiya li dijî jinan re heye, qanûna tundiyê ya hejmar 58 ji sala 2017’an ve gelek alî girtin nava xwe lê ew di vê kareseta ku jinan dikuje de bi ser neket.”
Yusra Farawis jî diyar kir ku ji hêla rayedaran ve di pêkanîna qanûnê de têkçûnek heye ku ev bûye sedem di van salên dawî de rêjeya tundiyê zêde bibe.
Li gorî Yusra Farawis pirsgirêka herî mezin di sepandina qanûnan de ew e ku pirsgirêka jinan ji bo çîna serdest wekî pêşîn nayê hesibandin. Ji destpêka destpêkirina dewra parlamentoyê ve, tu bloka parlamentoyê projeya qanûnek ku li hemberî şîdetê şer bike pêşkêş nekiriye, berovajî wê jin di hemû biryaran de hatine windakirin û di civata nûneran de rastî êrîşê hatine.  
Ji ber ku bêdeng nema hat kuştin
Li aliyê din Endama Komeleya Jinên Demokrat Racaa EL-Dihmenî kuştina Rifqa EL-Şaranî şermezar kir û got, Rifqa EL-Şaranî ku rastî şîdetê dihat, jineke ku dema rastî binpêkirinan dihat bêdeng nema, wê baş dizanibû ku jinên Tûnisê dikarin bigihîjin dadê û li ji bo mafên xwe li kîjan deriyan bidin. Ji ber vê wê serî li cihên pêwendîdar da û bi rapora bijîşk ya ku şopên li ser bedena wê îsbat kiribû doz li hevjînê xwe vekir lê dadger doza wê paşguh kir û pêvajoya qanûnî neda meşandin. Tê zanîn ku qanûna hejmar 58 a ku di sala 2017’an de derketiye dibêje ku beriya doz were paşvexistin divê sûcdar were darizandin 
Racaa EL-Dehmenî dibêje ku ji ber jin siyasetmedar in, têkoşer in û rastiyan aşkere dikin tên kuştin lewre Rifqa EL-Şaranî rastiya hevserê xwe aşkere kiribû.
Der barê hemelya ku komeleyê dest pê kiriye Racaa EL-Dehmenî wiha dibêje; “Wekî çalakvanên Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat me li ser malperên tora civakî bi armanca şermezarkirina bûyera kuştina Rifqa EL-Şaranî hemle dest pê kir. Me tu cih ji bilî meydanên fezayê nedît da ku em dengê xwe bilind bikin û tundiya li bajêr rawestînin û bibêjin ku cejna me tune ye.”
Divê dewreyên perwerdeyê werin destpêkirin
Di heyama dawiyê de, Tûnis di pirjimariya destdirêjî û şîdeta ji her cureyî de li dijî jinan zêdebûnek domdar dît. Hejmar diyar dikin ku rojane li dora 6 jin rastî şîdetê tên, ev jî rêjeyên metirsîdar in ku bûne sedema nîqaşên berfereh li kolanên Tûnisê.
Parêzera Tûnisê Dûha EL-Talibî dibîne ku qanûnên Tûnisê yên ji bo jiholêrakirina tundiya li dijî jinan êdî ne têrker in.
Digel hevpeymanên navneteweyî ku hatine pejrandin jî heta niha em tundiya li ser jinan dibînin, jixwe tişta ku raya giştî dibîne jî li hemberî bûyerên veşartî pir biçûk e, ev yek jî qelsiya pergala hiqûqî nîşan dide
Dûha EL-Talibî daxwaz kir ku doza Rifqa EL-Şaranî bibe doza raya giştî û kesên ku bûne sedema vê karesatê werin darizandin
Parêzer Dûha EL-Talibî di dawiya axaftina xwe de got; “Haydarbûn pêwîst e û divê ku dewreyên bernameyên perwerdeyê werin avakirin da ku bingehek li hemberî vê nexweşiyê ava bibe.