Li Cezayîr jin bi zagonan ber bi pêkanîna wekheviyê ve diçin

Aisha Zammit bal kişand ku destûra Cezayîrê dişibe destûrên welatên Ereb ên ku peymanên prensîba wekheviyê û berfirehkirina hêzên jinan di çalakiyên siyasî de îmze kirine û wiha domand: "Cezayîr, bi tayînkirina yekemîn wezîra jin di sala 1984’an de karibû vê yekê îsbat bike.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Tevgerên femînîst ên ku ji bo mafên jinan şer dikin û diparêzin li seranserê cîhanê tenê tevgera siyasî tê hesibandin ku pêdivî heye hemû pratîkên paşverû yên berê biterikîne da ku di qada giştî de ji xwe re cihek bibîne û stratejî û armancên zelal ji bo xwe diyar bike da ku di warê mafên jinan de bigihîjin encamên erênî û haya wan ji daxwaz û meşrûiyeta wan hebe.
Dengê Jinan şoreş û dirûşmek e ku femînîstên Cezayîrê di tevgera 22’yê Sibata 2019’an de bilind kirin da ku berevaniya mafên xwe bidomînin û li rola rastîn a ku jinên Cezayîrê ya berî serxwebûnê vegerin. Lê qanûndanerên Cezayîrê li pêşberî van daxwazan bêdeng neman. 
Wekî ku parêzer Aisha Zammit dibêje; divê ku peymanên navneteweyî bi mafên jinan ên li Cezayîrê re mijûl bûn da ku prensîba wekhevî, dadmendî û derfetên wekhev di navbera zayendan de cih bigrin.
Aisha Zammit der barê mijarê de ev yek diyar kir: "Qanûnên peymanên navneteweyî li seranserê cîhanê bi mafên jinan re mijûl dibin, ya yekem Peymana Neteweyên Yekbûyî ya 1945’an e û her wiha ragihandina cîhanî ya mafên mirovan di 1948’an de ku di navbera zayendan de wekheviya mafan û erkan bêyî cudakarî destnîşan dike.”
Lê belê Aisha Zammit dibîne ku ragihandina cîhanî tenê wekî belgeyek pexşanê nebes bû û wiha got: "Hiqûqnasan di pêşketina qada mafên mirovan û jinan de bi taybetî bi peymana navneteweyî ya li ser mafên sivîl û siyasî berdewam kirine. Ev jî bi destûrdayîna bikaranîna mafên siyasî yên jinan û rakirina pozîsyonên siyasî di saziyên dewletê de ye pêk hatiye. Ger em qala destkeftiyan bikin, dikare wre gotin ku ji bilî beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de bi awayên nerasterast bi riya mafê dengdanê pêk hatiye.” 
“Jinên Cezayîrê di tevahiya dîrokê de beşdarî qonaxên cihêreng ên ax û nasnameyê bûne”
Piştî wê, destkeftî bi têkoşîna domdar a jinan û qanûnîbûna mafên jinan ku di 2004’an de bûn berendam, bi namzediya parlamentera berê û seroka niha ya Partiya Kedê, Louisa Hanoun, pêk hat.”
Aisha Zammit wiha dibêje; "Ev destkeftî tenê şeklî bûn, ew jî bi riya payeya wezaretê bêyî ku bandorê di serdema serokwezîrê berê Abdelaziz Bouteflika bike. Mînak; wezîfedarkirina jinekê ji bo wezîra perwerdeyê mîna ku karê wê tenê bi perwerdeyê re sînordar e bû lê divê wekî wezîra jîngehê jî were dîtin, bi taybetî ji ber rola jinan a di warê feraseta paqijiyê de. Gelek zehmetî li pêşiya gihîştina daxwazên herî girîng ên femînîstên Cezayîrî dibin astengî. Ew di civakek ku serdestiya baviksalarî lê serdest de de wek armancên meşrû dibînin. Jixwe jinên Cezayîrî di tevahiya dîrokê de beşdarî qonaxên cihêreng ên xema erd û nasnameyê bûne û di jiyana giştî de hebûnek bi hêz tomar kirine. Beşdarî gelek beşan bûne. Dewletê pir hewl daye  girîngiyeke mezin bide mafên wan ên siyasî û pîşeyî û parastina wan bike.”
“Li gorî pêşketina jinan kêmbûnek heye lewre pirsgirêk di destûta bingehîn de ye”
Der barê pêkanîna daxwazên siyasî yên jinan bi nivîsên qanûnî di destûra 2020’an de piştî têkoşîna bi salan, de jî dibêje: "Pirsgirêk di destûra bingehîn de ye ku zagon li ser hatine avakirin. Ger em gotarên têkildarî kêmkirina şîdeta li ser jinan ji nû ve binirxînin, em ê li gorî pêşketina ku jinan li Cezayîrê bi dest xistiye kêmbûnek girîng bibînin. Pirsgirêk di heman demê de ji aktîfkirina mekanîzmayên şîdetê bi navgîniya bilindkirina hişmendiyê û teşwîqkirina ragihandinê û sazkirina mekanîzmayên piştî ragihandinê jî tê. Mînak, piraniya giliyên li dadgehan di bin şîdeta zilaman de li ser jinan tên dabeşkirin lê di nebûna mekanîzmayan de neçar in ku jin piştî dev ji giliyên xwe berdan, vegerin cem kesê destdirêjî li wan kiriye û ev şansê jinan di warê giliyê de kêm dike.” 
Aisha Zammit dibêje: "Gelek hiqûqnas û lêkolîner dibînin ku cudakariya zayendî di warên cihêreng de gerdûnî ye û ji ber vê yekê ew nikare tenê bi welatek were sînordarkirin lê gelek welatên Ereban ev qonax bi qonaxan derbas kirine, berevajî Cezayîrê ku hê jî ji bo zilaman li ser şertên hesas radiweste, wek edalet û wekheviyê.”
“Ger wekheviya zayendî hebûya dê jin di pozîsyona pêşeng de bûna”
Li ser pirsa me ya ku jin bi parastina maf û daxwazên xwe li çi digerin, Aisha Zammit dibêje: "Maf şeklî ne û ne realîst in. Ew hê jî li ser kaxezê hene bêyî ku li ser erdê werin sepandin û ji ber vê yekê ji me re hêsan e ku em bibêjin pirsgirêka zîhniyetan ji hemû formalîteyan kûrtir e ji ber ku bi perwerdeyê ve girêdayî ye. Divê jin ji mafên xwe werin haydarkirin û  karîna xwe ya di xebata siyasî de îsbat bikin. Encamên hilbijartinên 12’ê Hezîranê hebûna nûnertiya jinan di Meclisa Gel a Neteweyî de ji sedî 8 kêm kir. Ev jî dihêle ku em bibêjin destûr tenê nivîsên ku pêşdaraziya mafên jinan dikin e. Ger wekheviya zayendî hebûya dê jin di pozîsyonên pêşeng de bûna, ji ber ku rêjeya serfiraziya jinan li zanîngeh û dibistanan ji zilaman pirtir e û ji ber vê yekê ev ji bo jinan faktorek hêzê ye ku bêtir pozîsyonan bigrin.”
Li gorî nêrînên hin femînîstên ku ji hêla ajansa me ve tên şopandin, femînîstên Cezayîrî li gel hevalên xwe yên li çar aliyên cîhanê ji bo parastina mafên xwe bi gelek daxwazan, di nav de mafê perwerde, kar, wekheviya zayendî, dad, azadî û mafên jiyanê têkoşiyane.
Cezayîr bi îmtiyazên jinan, bi serweriya peyman û peymanên navneteweyî ve girêdayî bû
Lê tomrkirina zêdetirî 80 jinên mexdûr ji rêbaza kuştinê li Cezayîrê di navbera 2020-2021’ê de, bi nebûna hejmarên fermî ji rayedarên pêwendîdar, ew e ku femînîst îro wekî xala paşketinê di dîroka têkoşîna femînîst a li Cezayîrê de dihesibînin. Nemaze piştî ku jinên Cezayîrî karîbûn xwe di nav komele û rêxistinên ku parêzvanê mafên jinan ji sala 1962’an vir ve dikin de xwe bi rêxistin bikin. 
Cezayîr, mîna welatên din, bi dayîna gelek îmtiyazên jinan ên li tenişta mêran, bi serweriya peyman û peymanên navneteweyî yên li ser hin qanûnên navxweyî ve girêdayî bû. Lê belê li gorî parêzer Aisha Zammit, jinên ku berê di parlamentoyê de cih girtibûn, di pêşandana wêneyek rastîn û îsbatkirina şiyan û tekoşîna jinên Cezayîrê de ji bo parastina mafên xwe û biserxistina daxwazên wan, rolek wan a çalak tunebû. Ev jî dibe ku çend paşxaneyên xwe yên siyasî hebin ku ji derfetan re vekirî ye, di nav de mekanîzmayên pêkanîn û aktîfkirina nivîsên dadrêsî, ji nû ve guheztina Qanûna Ceza û baweriya dadrêsê bi ramana mafên jinan û pêkanîna wan a bi peymanên navneteweyî.